Mirina biguman bi gotina ‘psîkolojiya wî xerab e’ veşartin

  • rojane
  • 10:54 26 Hezîran 2024
  • |
ÎZMÎR - Okan Ozgul li Girtîgeha Bogazliyanê hate sewqkirin û hat îdiakirin di qawîşa 22 kes lê diman de xwe bi darve kiriye. Di lêpirsîna Ozgun de ji 30 gardiyan û girtiyan tenê li 5 kesan hate guhdarîkirin û dosya hate girtin. Malbata Ozgul dibêje ku kurê wan ji ber nasnameya xwe ya kurdbûn û elewîtiyê hedef hatiye girtin. 
 
Okan Ozgul ê 31 salî li Girtîgeha Tîpa T a Bogazliyan a Yozgatê dihat ragirtin û di 2’yê adarê de li qawîşa A-2’yê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Ozgul xwe bi darve kiriye. Cenazeyê Ozgul di 4’ê adarê de li Goristana Alîagayê hate definkirin. Malbatê xwe amade dikir ku biçe hevdîtina zarokê xwe lê di heman rojê de cenazeyê wî hat. Malbat bawer nake ku zarokê wan întîhar kiribe. Li gorî malbatê, di mirina zarokê wan de îhmal heye. 
 
MIRINA BIGUMAN A 2 MEH PIŞTÎ SEWQKIRINÊ 
 
Ozgul, ji navçeya Mazgêrt a Dêrsimê ye. Di sala 2021’ê de bi hinceta “Tiryak pê re hebû û bi kar aniye” hate binçavkirin û piştre hate berdan. Derheqê Ozgul de doz hate vekirin û salek û 8 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Piştî erêkirina cezayî, Ozgul di 25’ê cotmeha 2023’yan de hate girtin û birin Girtîgeha Tîpa R a Menemenê. Bi hinceta “Di qawîşê de cih tune ye”, di 5’ê çileyê de sewqî Girtîgeha tîpa T a Bogazliyanê hate kirin. 
 
Ozgul, 2 meh piştî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bogazliyanê hate kirin, di sibeha 2’yê adarê saet di 06.45’ê de bi şifşeyên derenceyên qawîşa lê dima de bi awayekî daliqandî hate dîtin. Rêveberiya girtîgehê têkildarî mirina biguman girteka tespîtê ya dîmenên qeydkirî yên kamerayê amade kir. Di girtekê de têkildarî mudaxileya piştî girtiyên li qawîşa A/2’yê li butona panîkê xistî hate vegotin. 
 
JI 30 KESAN ÎFADEYÊN 5’AN HATIN GIRTIN
 
Serdozgeriya Komarê ya Bogazliyanê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji qawîşa A/2’yê ku 22 girtî lê dihatin ragirtin îfadeyan 2 kesan, ji 8 gardiyanên di kêliya ewil de çûn cihê bûyerê îfadeyên 3’yan hatin girtin. Balkêş e ku îfade, 24 roj (di 26’ê adarê de) piştî bûyerê hatin girtin. Girtî û gardiyanan îdia kirin ku psîkolojiya Ozgul xerab bû lewma întîhar kiriye. 
 
ÎFADEYÊN GIRTÎ Û GARDIYANAN
 
Ji girtiyan L.S. di îfadeya xwe de wiha got: “Di roja bûyerê saet derdora 04.00’ê de ji bo nimêjê hişyar bûm. Okan Ozgul yek ji wan girtiyan bû ku li erdê radiza. Dê min nimêj li rex cihê wî bikira. Dema min nimêj dikir, Okan ji nişkan ve got ‘bismillah, bismillah’ û piştre dîsa raza. Di vê navberê de nehatibû ser hişê xwe. Hêj di xew de bû. Min jî nimêja xwe kir û li ser wî Qur’an xwend. Okan piştre qet hişyar nebû. Saet derdora 06.00’ê ez ji bo nimêja serê sibehê hişyar bûm û min dît ku Okan xwe daliqandiye. Dema ez hişyar bûyîm her kes razayî bû. Ji bo destnimêjê çûm qata xwarê. Li jêr tu kes tune bû. Min dît ku Okan xwe bi şeltên cihên xwe, xwe bi tirabzayên derenceyan ve daliqandiye. Min pê li butona panîkê kir û agahî da memûran. Min Okan berê nas nedikir. Di demên dawî de rewşa wî baş nebû û psîkolojiya wî xerab bû. Me kir ku bi malbata xwe re ser telefonê biaxive. Nizanim ka çi axivîne. Lê ez dizanim ku ji bo tedawiya psîkolojîk bi bijîşkê xwe re hevdîtin dikir. Li gorî min di mirina Okan Ozgul de gumanek tune ye. Dibe ku ji ber sedemên psîkolojîk wiha kiribe.” 
 
Girtî K.C. jî wiha got: “Okan 2 meh berê ji Îzmîrê anîn vê derê. Digot zarokê wî li Nevşehîrê ye, wî û hevjîna xwe hevberdane û zarokê wî nîşanî wî nade. Digot ku malbata wî bi vê rewşê re eleqedar nabe. Hefteyek beriya wefata wî me li ser telefonê bi malbata wî re da axaftin. Ez ji Kayseriyê me lewma min got heke navnîşanê hîn bibe ez ê jê re bibim alîkar. Hefteyek beriya wefata xwe, dev ji xwarinê berdabû. Me bi zorê xwarin pê dida xwarin. Min dizaniya psîkolojiya wî xerab e lewma min kiribû ku biçe psîkolog. Min bi revîrê re hevdîtinên pêwîst kiribûn. Dizanim ku Okan bi bijîşk re hevdîtin kiribû. Di roja bûyerê de Levent Okan dît, bangî me kir û wisa ji rewşê haydar bûm. Min got belkî bijî lewma min ji wir vekir û danî erdê. Levent jî pê li butonê kir. Lê belê dema em hatin Okan jiyana xwe ji dest dabû. Tiştekî ku me bikariya bikin nema bû.” 
 
GARDIYANAN JÎ HEMAN ÎDIA KIRIN
 
Ji gardiyanan D.U.A. di îfadeya xwe de got ku piştî agahî ji wan re hatî çûne qawîşê û Ozgul bi awayekî daliqandî dîtine. D.U.A., wiha domand: “Min bi awayekî daliqandî nedît. Ji hevalên xwe yên qawîşê re gotinên weke ‘gelo heke ez xwe jinişka ve daliqînim dê çi bibe’ dikir. Ez nebûm şahidê tiştekî ku Okan Ozgul bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabe.” 
 
Gardiyanên bi navên O.B. û Î.S.O. jî heman îdiayên mîna îdiayên li jor kirin. 
 
QILFA BETANIYEYÊ HATE ÎMHAKIRIN
 
Dozger, di 2’yê gulanê di lêpirsînê de biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da. Di biryarê de hat destnîşankirin ku qeydên kamerayan ên derveyî qawîşê dikişîne hatine lêkolînkirin lê “rewşeke ku rê li ber gumanan veke” nehatiye dîtin. Di biryarê de her wiha tespîtên psîkologên girtîgehên yên têkildarî Ozgul jî cih girtin. 
 
Li Girtîgeha Menemenê ji bo Ozgul tespîta “xetere heye ku întîhar bike” hatiye kirin lê li Girtîgeha Tîpa T a Bogazliyanê hatiye gotin ku xetereyeke wiha nîne. 
 
Di biryara serdozgeriyê de hat îdiakirin ku rêveberiya girtîgehê piştgiriya psîkolojîk a pêwîst kiriye, Ozgul li Nexweşxaneya Bajar a Kayseriyê randevu standiye, girtîgeh nikare mudaxileyî dîroka randevuyê bike û Ozgul hêj roja randevuya wî nehatî întîhar kiriye. Her wiha hat îdiakirin ku “Tu delîlên ku Ozgul arastayî întîharê hatibe kirin nînin.” Bi domdarî wiha hate gotin: “Di bûyera mirinê de qisûra tu kesî nîne, tu sûc û hêmayên sûc nînin lewma hewcehî bi şopandina lêpirsînê nîne.” 
 
Di heman demê de dozger, biryar da ku qilfa betaniyeyê ya birî ya bifermuar jî were tunekirin. 
 
RAPORA OTOPSIYÊ
 
Di rapora otopsiyê ya Ozgul de hate gotin ku Ozgul bi daliqandinê jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de hat gotin ku bejna Ozgul metreyek û 80 santîm e, cihê xwe pêve daliqandî 2 metre û 20 santîm e û tabûreya Ozgul çûye ser jî 45.5 santîm e. 
 
XWIŞKA OZGUL: HATE KUŞTIN
 
Têkildarî mijarê em bi xwişka Ozgul, Gamze Dogru re axivîn. Dogru, anî ziman ku tu sedem nînin ku birayê wê întîhar bike û wiha got: “Mehek piştî sewqkirinê rewşa birayê min nebaş bû. Digot girtîgeh nebaş e lê hûrgilî parve nedikir. Ji nişka ve telefon digirt. Dema bi me re diaxivî, bitirs bersiv dida. Dibê qey ji tiştekî ditirsiya. Tu pirsgirêkên birayê min nebûn lê li wir nebaş bû. Birayê min birin cem kesên ji cînayetê cezayê muebbetê lê hatiye birîn. Ma dê çawa baş bibe. Ez bawer nakim ku întîhar kiribe. Hate kuştin. Di vê mirinê de îhmal heye. 
 
Birayê min serê sibehê xwe daliqandiye lê tabûray li bin piyê wî jî neketiye erdê. Midûrê girtîgehê bi xwe wisa got. Mimkin nîne ku li qawîşê kesek nebîne. Cihê gumanê ye ku hemû kes di heman kêliyê de raza be û bi hev re rabin. Tevî birayê min, kesekê din jî li jêra derenceyê radiza. Serê xwe jî rake dê Okan bibîne. Cihê gumanê ye ku kesekî nedîtibe, nebihîstibe. Îcar ji qawîşê tenê îfadeyên du kesan hatine girtin. Di rapora otopsiyê de dibêje ku xwîn ji hinavên wî hatiye. Birayê min derb kirine û piştre xeniqandine. Piştre jî weke ku întîhar kiribe nîşan dan.” 
 
Dogru, got ku 3 roj piştî bûyerê bi midûrê girtîgehê re hevdîtin kirine û ev tişt anî ziman: “Midûr got ‘edaleta xwedê’ ye. Got rewşa wî nebaş bû, pirsgirêkên psîkolojîk dijiya, 2 caran çûye servîsa psîkiyatriyê, xwarin nedixwar. Min jî jê pirsî bê ka çima em ji vê rewşê nehatine agahdarkirin. Bersiv neda. Bi vekirî xwestin bûyerê veşêrin. Hinek gardiyanan gotin ku beriya bûyerê li girtîgehê şerekî mezin qewimî ye lê agahî nedan. Dibe ku ev şer ji ber rewşa birayê min be. Îfadeyên 5 kesan piştî 22 rojan hatine girtin. Ev jî cihê gumanê ye. Dozger dem daye kesên li qawîşê. Jê re gotiye plan û bernameyên xwe çêbikin piştre îfadeyê bidin. Ev tevek jî guman in. Zilm li birayê min kirin. Sedema wê jî kurdbûn û elewîbûna wî bû. Midûr ji me re got; ‘em terewîhan û nimêjan bi girtiyan didin kirin, rojiyan pê didin girtin û Qur’anê pê didin xwendin.’ Gelo bi darê zorê nimêj bi birayê min dan kirin? Zext lê hatiye kirin?” 
 
'BILA RASTÎ DERKEVIN HOLÊ’
 
Dogru, wiha domand: “Me bi dozger re jî hevdîtin kir. Dozger got ku îfadeyên tevekan yek bi yek girtine. Lê em dibînin ku tenê yên çendekan girtiye. Dozger got ku birayê min ne kesekî wisa bû ku întîhar bike. Em edaletê dixwazin. Birayê min xwe nekuşt. Em dixwazin her kesên îxmala wan tê de heye bên lêpirsîn û rastî derkeve holê. Beriya girtinê tu pirsgirêka birayê min nebû. Dema li Menemenê me her tim plansaziya piştî derketinê dikir.” 
 
DAYIK: JI BER ELEWÎBÛNA XWE HATE KUŞTIN 
 
Dayik Fethiye Taşkin jî destnîşan kir ku 20 roj beriya bûyerê kurê wê li ser telefonê jê re gotiye ku rewşa wî baş nîne. Taşkin, wiha got: “Li ser vê yekê me ji bo hevdîtinê, di 2’yê adarê de bilêt birîn. Lê wê rojê agahiya mirina wî hat. Bi darê zorê terawîh û nimêj bi girtiyan didan kirin. Em elewî ne. Nikarin van bi zarokê min bidin kirin. Mimkin nîne ku kurê min xwe daliqandibe. Ew kuşt in. Stûyê wî şikandin û daliqandin. Çima îfadeyên hemû kesên li qawîşê nehatin girtin? Ez dixwazim kesên kurê min kuştin bên dîtin. Ez giliyê ji her kesên îhmala wan heye dikim.” 
 
PARÊZER LÊPIRSÎN KÊM E
 
Parêzerê dosyayê Sertug Koybaşi da zanîn ku piştî mirina biguman du caran çûye Yozgatê lê agahiyên berfireh negirtiye. Koybaşi, ev tişt anî ziman: “Dema cara duyemîn çûm, midûrê girtîgehê bi min re hevdîtin nekir. Sedema vê jî weke fermana serdozgeriyê nîşan da. Bi daxwaznameya nû re me xwest lêpirsîn were berfirehkirin. Ji ber ku temamiya lêpirsînê kêm e. Îfadeyên tevekan nehatine girtin. 40-50 gardiyan hene lê îfadeyên 3’yan hatine girtin. Dozgerê girtîgehê bi me re hevdîtinê nake. Ji bo dosya jinûve bê destgirtin, kêmasî bên temamkirin û rapora otopsiyê jinûve were derxistin em ê hewldanên xwe bidomînin. Divê bersiva ‘Okan çima mir’ were dayîn.” 
 
Koybasi, hevdîtina xwe ya bi 2 girtiyan re jî vegot. Koybasi, wiha got: “Îfadeyên L.S. yên binakok bal dikişand. L.S. di beşeke îfadeya xwe de digot ku kesek nikare qilifên betaniyeyê bi wî awayî girê bide û digot; ‘li gorî min cinan kiriye.’ L.S. digot Okan her tim bi gotina ‘bismilah’ ji xew hişyar dibû. Ji van îfadeyan eşkere ye ku Okan ji ber mijarekê ji tiştekî yan jî kesekî ditirsiya. Her wiha E.O. digot; ‘Ne kesekî wisa bû ku xwe bidaliqîne. Di rojên dawî de xwarin nedixwar. Li gorî min pirsgirêkeke wî hebû, ditirsiya.’” 
 
HEVALÊN WÎ YÊN QAWÎŞÊ
 
Li hêla din vegotinên kesên li Menemenê bi Ozgul re diman, gumanên malbatê zêdetir dike. Kesê bi nasnavê A.A. ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, got ku bi Ozgul re di heman qawîşê de dima û rewşa wî ya psîkolojîk baş bû. A.A., diyar kir ku navbera Ozgul û her kesî baş bû. A.A., wiha domand: “Girtîgeh hemû girtiyan dibe cem psîkologan. Ew jî ne ji ber xerabûna psîkolojiya girtî, ji bo hîn bibin ka rewşa girtî çawa ye dibin. Tu nîşaneyên ku psîkolojiya Okan xerabe be tune bûn. Malbata Okan baş lê dinihêrt. Dema li cem me her hefteyê 2 hezar TL pere li kantînê xerc dikr. Lê dibêjin dema li Yozgatê qet pere nexwestiye, xwarin nedixwar. Li wir Okan xistine çi rewşê nizanim. Ez ne bawerim Okan întîhar kiribe. Têkiliya wî ya bi malbata wî re pir xurt bû. Kesekî wiha me dê çima xwe bikuje?” 
 
Hevalê Okan ê qawîşê M.M. jî wiha got: “Okan bi tu kesekî re pirsgirêk nedijiya. Em du mehan bi hev re man. Tenê ji ber ku hevjîna wî ku hev berdabûn derheqê zarokê wî de agahî nedida, xemgîn dibû. Piştre ew mijar jî çareser kir. Ne kesekî wisa bû ku xwe bikuje. Digot ku tiryak bi kar aniye. Digot; ‘Heke jiyana min hinek bi rêk û pêk bibe ez ê bi kar neyînim.’ Li gorî min mimkin nîne întîhar kiribe. Tiştekî psîkolojiya wî xerab bike tune bû.” 
 
'NE KESEKÎ WISA BÛ KU ÎNTÎHAR BIKE’
 
Ji hevalên Ozgul, T.T. jî ev tişt anî ziman: “Li qawîşê tu pirsgirêkên Okan tune bûn. Kesekî alîkarxwaz bû. Hewl dide ji kesên psîkolojiya wan xerab re jî bibe alîkar. Tenê dema em diaxivîn digot ku pir bêriya kurê xwe kiriye. Ez gelek xemgîn bûm.” 
 
GIRTÎGEHÊ AGAHÎ PARVE NEKIR 
 
Ji ber mirina biguman a Ozgul, em li ser telefonê bi Midûrê 2’yemîn ê Girtîgeha Tîpa T a Bogazlayanê Yasîn Karagoz re axivîn. Karagoz, pirsên me yên têkildarî mijarê bêbersiv hişt. Karagoz, wiha got: “Weke saziyeke fermî tu berpirsyartiyên me nînin ku em agahiyan bi şexsên sêyemîn an jî rojnamegeran re parve bikin. Heke hûn bixwazin agahiyan hîn bibin, hûn dikarin serî li dozger bidin.” 
 
MA / Semra Turan
 
 

Sernavên din

30/06/2024
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin