Dr. Ekîncî: Heke beşên şewitînê hebûna ewqas kes nedimirin

  • rojane
  • 11:56 26 Hezîran 2024
  • |

MÊRDÎN - Serokê Odeya Bişîşkên Mêrdînê Şehmûs Ekîncî anî ziman ku ji ber beşên şewatînê  li Mêrdînê tunebûn, birîndar li 3 nexweşxaneyan hatin gerandin û wiha got: “Heke beşên şewatinê hebana dê hejmara miriyan nebûya 15, dibe ku bibûna 10 kes.

Şewata di 20’ê hezîranê li navçeya Çinara Amedê û Şemrexe Mêrdinê derketiye de 15 welatî jiyana xwe ji dest dan û dehan kes jî birîndar bûn. Li gel îfadeyên şahidan, odeyên pîşeyî û pêşrapora Serdozgeriya Komarê ya Çinarê diyar kirin ku şewat ji xetên ceyranê ya Belavkariya Ceyranê ya Dîcle A.Ş.’ê (DEDAŞ)  derketiye. Ji ber herêma şewatê ji bo xebatên vemirîna şewatê guncav nebûn û bagera derktibû jî mudaxileyê zehmet kir. Rayedaran jî gotin ku ji ber helîkoptera şêv dibîne nîn e. Ji ber vê hincetê ji hewayê jî mudaxile nehate kirin. 
 
Odeya Bijîşkan jî têkildarî mijarê raporek amade kir û bal kişand ser rewşa nexweşxaneyên li bajar. Derket holê ku piştî lêkolînê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê de beşên şewitînê nîn in. Di raporê de hat gotin ku ji ber beşên şewitînê di van nexweşxaneyan de nîn in birîndarên ji şewatê anîne nexweşxaneyan bi saetan nehatine dermankrin. Di raporê de hat gotin ku welatî bi derfetên xwe birîndarên xwe birin Nexweşxaneya Dewletê ya li Navçeyê, ji wir birine Nexweşaxaneya Perwerde û Lêkolînê û piştre birin Nexweşxaneyên Amed û Rihayê yên beşa wan a şewitînê hene. 
  
Serokê Odeya Bijîşkan a Merdînê Şehmûs Ekîncî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
 
 
‘DAXUYANIYÊN FERMÎ BI RASTIYAN RE LI HEV NAYÊN’
 
Ekîncî diyar kir ku piştî ew ji şewatê haydar bûne bi endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî re ketine liv û tevgerê, çûne nexweşxaneyên li Mêrdînê û çavdêrî kirine bê ka kêmanî û personel heye yan na. Ekîncî da zanîn ku ji ber mezinahiya bûyerê personel ber bi nexweşxaneyan ve herikîne û wan derbarê rewşê de xebatên tespîtkirina rewşê dane meşandin. 
 
Ekîncî anî ziman ku di şewatê de ewilî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes birîndar bûbû û bilêv kir ku rewşa hinek birîndaran jî sivik bû. Ekîncî derbarê rewşê de wiha axivî: “Em piştre ketin taxên Kelekê, Tobînî û Herberêyê û me lêkolîn kirin. Saziyên fermî û walitî diyar kirin ku şewat ji pirêzeyan derketiye. Me bi gotinên şahidan diyar kir ku şewat ji xetên ceyranê derketiye. Lêkolînên me di tevahiya rojê de dom kirin û roja şûndatir em cardin çûn li herêmê. Piştî lêkolînanan, me pêşropara xwe made kir û diyar kir ku rapor bi agahiyên saziyên fermî re li hev nayên. Saziyên fermî hejmara miriyan wek 4 ragihand lê belê me dizanî ku hejmar derketiye 8’an. Xebatên me yên lêkolînê dê dom bikin Em ê derbarê pişrsgirêkên tenduristî, aborî û derûnî yên li herêmê jî raporekî parve bikin. 
 
‘BIRÎNDAR LI 3 NEXWEŞXANEYAN HATIN GERANDIN’
 
Ekîncî bi bîr xist ku nifûsa Mêrdînê nêzî mîlyonekî ye û di nexweşxaneyên li bajar de beşa şewatê nîn in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li herêma me de tenê li Riha û Amedê de beşên şewitînê hene. Piştî şewatê heya ku ambûlans çûne herêmê, welatî bi derfetên xwe birîndaran gihandin nexweşxaneyan. Ji ber nexweşxaneya li Şemrexê biçûk bû birîndar sewqî nexweşxaneyên li Qoser û Mêrdînê hatin kirin. Ankû cihê birîndaran 3 caran hate guherandin. Asta şewitînê ya 3’yemîn ji bo birîndaran gelek girîng e. Divê demildest mudaxile were kirin. 3 cihan guherîn ji bo van nexweşan bû windakirina demekî dirêj.”  
 
‘BEŞ HEBANA MIRIN ZÊDE NEDIBÛN’ 
 
Heke beşa şewitînê li Mêrdînê heba dê hejmara miriyan neba 15,  dibe ku biba 10. Windakirina dema di navberê de bû sedema mirina gelek mirovan. Ji ber ji 6-7 bajaran birîdarên şewitîne sewqî nexweşxanyên li Amed û Rihayê tên kirin, gelek dem derbas dibe. Carna jî hinek nexweşên me ji Elezîz, Dîlok û Edeneyê re jî têne şandin. 
  
Ekîncî da zanîn ku avakirina beşa şewitînê zehmet nîn e û wiha pê de çû: “Ji ber mesrefên vê beşê hinekî zêde ne ev beş nayê vekirin lê belê ev yek ji bo dewletê ne tiştek e. Ji ber muameleya gelê çîna duyem li vî gelî tê kirin, ev beş nayê vekirin. Berê rewşa aborî baş bû, ev beş nedihat vekirin niha jî krîz aborî heye qet venakin. Vekirina vê beşê ya li herêmê ferz e û divê demildest were vekirin.” 
 
Ahmet Kanbal - Omer Akin 
 
 

Sernavên din

30/06/2024
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin