SODAP: Em ê dengê xwe yê li dijî qeyûm bilind bikin
Tevgera Şoreşger: Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin

  • rojane
  • 10:08 27 Hezîran 2024
  • |
img
STENBOL - Ji rêveberên SODAP’ê Fatma Înce diyar kir ku dê di mitînga li Qada Kartalê de dengê xwe li dijî qeyûm bilind bikin. Ji Tevgera Şoreşger Berkay Ustabaş jî ev bang kir: “Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin. Em banga mezinkirina têkoşîna hevpar dikin.” 
 
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê dê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, di 29’ê hezîranê de bi dirûşma “Ji bo ked û azadiya xwe em ê rê nedin qeyûm” li Qada Kartalê ya Stenbolê mitîngê li dar bixin. Endama Lijneya Rêveber a Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Fatma Înce û endamê Tevgera Şoreşger Berkay Ustabaş diyar kirin ku dê tev li mitînga Kartalê bibin û bal kişandin ser têkoşîna hevpar. 
 
Fatma Înce anî ziman ku yekitiya têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û têkoşîna çîna karker a li dijî kedxwariyê girîng e. Înce, wiha domand: “Civakeke wekhev û azad, tenê bi têkoşîneke hevpar pêkan e. Sepana qeyûm, sembola faşîzma sazûmanbûyî ye. Em dixwazin hem xwedî li îradeya gelê kurd derkevin hem jî tayînkirina qeyûm weke êrişeke li dijî tevahiya muxalîfên civakî û bindestan dibînin û ji bo azadiya civakî têdikoşin.” 
 
'A GIRÎNG EW E KU EM TÊKOŞÎNA HEVPAR MEZIN BIKIN’ 
 
Bi domdarî Înce diyar kir ku li gorî zext û êrişên berê, civak niha seknekî xurttir raber dike. Înce, nobetên li dijî qeyûm hatine destpêkirin bi bîr xist û wiha got: “Nobeta li Stenbolê hatiye destpêkirin ji bo piştevaniyê girîng e. Çalakiya nobetê, yek ji sembolên berxwedanê ye. Nobet, bi dirûşma ‘Azadî ji bo girtiyên 1’ê Gulanê û qeyûm bicehime’ tê lidarxistin. Divê em têkiliya di navbera girtina karker û kedkaran û xespkirina îradeya gelê kurd de bibînin û mezinkirina têkoşîna li dijî vê girîng e.” 
 
Fatma Înce
 
'EM Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYA QEYÛM DENGÊ XWE BILINDTIR BIKIN’ 
 
Di berdewamê de Înce got ku dê tev li mitînga hêzên ked û demokrasiyê li Kartalê li dar bixin bibin û wiha pê de çû: “Em vê mitîngê birêxistin dikin. Gelek derdorên cuda, rêxistinên kedê, partiyên siyasî, saziyên elewiyan, jin û rewşenbîr hatine gel hev û mitîngê birêxistin dikin. Em ê bi awayekî xurt dengê xwe yê li dijî polîtîkaya qeyûman bilind bikin. Banga me ji bo her kesî ew e ku têkoşîna hevpar mezintir bikin û tev li mitîngê bibin.” 
 
'BANGA BERXWEDANÊ’
 
Endamê Tevgera Şoreşger Berkay Ustabaş jî sepana qeyûm weke “faşîzm” pênase kir û ev tişt anî ziman: “Ev sepan, êrişeke li dijî tevahiya civakê ye. Li dijî vê êrişê hewcehî bi têkoşîneke hevpar heye. Salên dûvdirêj e muxatabê sepanên antîdemokratîk, êrişên faşîst ên li dijî gelan û azadiyan dibin em. Divê têkoşîna hevpar a li dijî êrişên faşîzmê bê mezinkirin. Divê em 1’ê Gulanê û Colemêrgê ji hev cuda nebînin û li dijî van êrişan berxwedaneke topyekûn birêxistin bikin. Divê hêzên şoreşger li her derê li dijî êrişên faşîzmê mil bidin milên hev û têbikoşin.”
 
Berkay Ustabaş
 
'DIVÊ EM LI KOLANAN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ TÊBIKOŞIN’ 
 
Ustabaş, anî ziman ku divê li kolanan li dijî faşîzmê têbikoşin û axaftina xwe wiha qedand: “Hewceye em bi destên hev bigirin û li kolanan cih bigirin. Divê em bi eşkereyî nîşan bidin ku me dev ji têkoşînê bernedaye û dê bi saya têkoşîna xwe bi ser kevin. Yek ji rêyên vê jî çalakî, mitîng û xurt derbasbûna van e. Bi qasî ji destê me tê em ê vê têkoşînê mezintir bikin. Lewma jî em ê di 29’ê hezîranê de li mitînga Kartalê bin. Li ku derê li dijî faşîzmê xetek hebe, em ê wê derê mezin bikin. Banga me ji bo her kesî ew e ku vê têkoşînê mezin bikin û em bi hev re bi ser kevin.” 
 

Sernavên din

30/06/2024
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin