‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’

  • rojane
  • 12:01 28 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê rojnameya Xwebûnê Cîger Efrînî di nivîsa xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Îro em çiqas li dijî tecrîdê derkevin, em ê bikaribin bêjin ku me gotina Şêx Seîd û hemû şehîdên Kurdistanê bi cih anî ye. Şêx Seîd gotibû, ‘Wê neviyên me tola me rakin.’ Tol rakirina Şêx Seîd bi pêkanîna azadiya Rêber Apo gengaz û watedar dibe.”
 
Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Cîger Efrînî di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya bi ser navê “Îngiltere, Şêx Seîd û Rêber Apo” de bal kişand ser hêzên bûne sedema parçekirin û dagirkirina Kurdistanê, bidarvekirina Şêx Seîd û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Cîger Efrînî, dibêje “Divê em kurd zanibin ku çi were ser3e me, sedema wê Ingilistan e.” 
 
Temamiya nivîsê wiha ye: 
 
“Rêbertî bi nûkirina paradîgmayê, derba herî mezin li pergala dewletê ya hezaran salan xist û bû Rêberê hemû mirovahiyê. Îro hilanîna tola Şêx Seîd bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gengaz û watedar dibe.
 
Gotineke Xumeynî heye, ji gelê Îranê re dibêje; ‘Heger lingê we li kevirekî ket jî xeberan, siqêfan ji Amerîkayê re bêjin. Ji ber ku çi were serê we sebeba wê Amerîka ye.’Divê em kurd jî zanibin ku çi were serê me sedema wî Ingilistan e.
 
99 sal berê dewleta tirk bi hovîtî Şêx Seîd û 48 hevalên wî bi dar ve kir. Bi vê wesîleyê careke din hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtîn im, bejna xwe li ber wan ditewîn im.
 
Pêwîste ku em wekî gelê kurd wê heyamê baş fêm bikin ku em îro kêmasî û şaşitiyên wê demê jiyane dubare nekin, xalên hevpar ê siyaseta dewleta tirk a wê demê û îro jî em ê baş fêm û em ê baştir têbigihîjin ka çima Rêber Apo paradîgmaya Neteweya Demokratîk ji bo me kurdan wekî yekane rêya çareseriyê, diyar kir.
 
Di serî de vê bêjin; pêvajoya piştî şerê serdestan yê yekemîn û heta sala 1926’an ango heta îmzekirina peymana Enqereyê, ji gelek hêlan ve dişibe vê heyamê. Ev, hem ji bo hêzên emperyal wisa ne, hem jî di hêla nêzîkbûna serdestên dewleta tirk ve wisa ye. Lê di hêla kurdan de gelek guhertin hene.
 
Gava em xal bi xal bînin beramberî hev, wê ew heyam zelaltir bibe;
 
1- Efendiyê wê heyamê Îngiltere ye, ji bo hinek tawîzan ji dewleta osmanî û piştre ji şefên dewleta ku bi xwe jê re pîrîktî kirî komara tirk bistîne, kurd li hember tirkan timî wekî çekekê bi kar anî. Axa kurdan; Mûsil û Kerkûk wekî çek bikaranî û ew axa ji Ataturk girt û Lozan bi wî rengî îmze kir.
 
Îro efendî hêzên emperyal DYA (piştî şerê serdestan yê duyemîn efendî hatibe guhartin jî, lê hêza ku siyaseta Kurdistanê diyar dike Îngiltere ye) ji bo tawîzan ji serdestên tirk, Iraqê û Îranê bigire, wekî ku wê piştgiriyê bide kurdan nîşan dide.
 
Ev siyaset wekî kêreke dualî ye
 
A- Dewletên dagirker ên serdest ji tirsa sazbûna Kurdistaneke serbixwe, bi lez û bez efendî çi dixwaze didin. Mînak; sala 1879-1880’î de Şêx Ubeydulah Nehrî ji bo piştgiriya Îngiltere, Fransa û Rûsya bistîne, nameyan dişîne. Ingilistan hema nameyan di rojnameyên xwe de dide weşandin. Rûsya û Fransayê jî heman tiştî dikin, hewayekî wisa çêdikin ku wekî ku wê piştgiriyê bidin raber didin. Serdestên Osmanî û Fars tawîzên ku Îngiltere dixwaze didin. Kibrisê û Misirê dide Îngiltere, Tûnisê dide Fransayê û heta ber bi Qersê -Urmiyê jî ji ketina rûsan re dengê xwe nakin. Yanê dev ji sê dewletan berdidin, bi tenê ji bo ku Kurdistanê ji dest nedin.
 
Di heyama Şêx Seîd de jî heman siyasetê dimeşînin. Bi rêya serdar Noel wekî ku wê Kurdistanê ava bikin, gotegotekê belav dikin, li ser wê gotegotê tawîzên xwe digirin. Jixwe gava ji Sykesê îngilîzî tê pirsîn; ‘We çima Kurdistan parçe kir?’ dibêje; ‘Kurd ne yek bûn, me jî welatê wan parçe kir!’ Bêguman neyekbûna kurdan mafê parçekirina welatê wan nade Sykes ku were û Kurdistanê parçe bike.
 
Niha jî DYA wekî ku piştgiriyê dide Rojava raber dike, lê di bingehê de li dijî Şoreşa Rojava çi ji dest tê teqsîr nake, lê di wê vaberê de jî tişta ji tirkan dixwaze digire.
 
B- Kurdan jî bi wê siyasetê bi xwe ve girêdide; ‘ez ê mafê we biparêzim, nahêlim ku dewlet tiştekî bi we bike “Filan dibêje û qaşo kesên xwe mîna siyasetmedarên kurd dibînin, bi gotinên wan qanih dibin û wan sozên derewîn di nava gel de belav dikin. Mînak; peymana Sewrê îmze kirin, lê berbanga roja ewil serokwezîrê Ingilistan daxuyaniyeke wiha dide; ‘Peymana Sewrê mirî welidî’. Bi wê peymana ‘mirî welidî’ Ingilistan hem tawîz girtin hem jî xwe bi hin pêşengên kurd û ermeniyan yên wê demê dan qebûlkirin. Heta niha jî beşekî bi wê peymanê bawer dikin hene.  Hêj jî netewperestên tirk dibêjin; ‘Hêzên emperyal wê Sewrê bivejîn û Tirkiyeyê parçe bikin” û bi wê derewê gelê tirk dixapînin. Sewr; peymana xapandina gelê kurd û ermen û hurhutandina netewperestiya tirkên spî ye!
 
2- Ataturk ji hêlekî ve name-telegraf ji serokên kurdan re dişand û pesnê wan dida, ji hêla din vê jî telegraf ji Kazim Karabekir re dişandin û jê dixwset ku kurdan parçe bike û wê çawa kurdan tune bikin, vedibêje. Ev durûtiya Ataturk di name, telgrafên di navbera wan de pir zelal û vekirî derdikeve holê. Li gorî Ataturk, kurdên baş û nebaş hene. Dema Ataturk de Kor Huseyîn pêşîn baş bû, bi Şêx Seîd re nebû (Seîdê Nûrsî yekbûna Kor Huseyîn û Şêx Seîd asteng dike) lê piştî darvekirina Şêx Seîd û 48 hevalên wî û gava dît ku Kor Huseyîn wê bibe bela li ser serî, ew û zarokên wî tev dane kuştin. Her wiha Bra Heskî Telî jî heta xizmeta Ataturk dikir, kesekî baş bû. Lê pişt re Ataturk xwest wî jî wekî Kor Huseyîn mişaxt bike, gava wî mişaxtkirin qebûl nekir, biryara tunekirina Bra Heskî Telî da û ew jî derdikeve Agirî û îsyanê dide destpêkirin.
 
Erdogan jî ji hêlekê ve pesnê kurdan dide, ji hêla din ve jî planên qirkirina kurdan dixe meriyetê. Li gorî Erdogan jî kurdên baş ew kurd in ku qet mafekî neteweyî naxwazin û dewletê çi jê xwest, bike ye. Ew jî mîna Ataturk pişta  xayînên kurd mist dide, lê ew ê jî piştî ku karê wî bi wan qediya, tevan bi awayekî bide tune kirin. Ne ji îxaneta Rêyber ba, berxwedana Dêrsimê nedihat eciqandin û wê Seyîd Riza jî nehatiba girtin. Lê dawiyê, dewletê Rêyber û kurê wî kuştin û tecawizî hevjîna wî kirin û hemû pere zêrên ku dabûn Rêyber û mal-milkê wî desteser kirin. Îro Malbata Barzanî li gorî Erdogan kurdên baş in. Lê siberojê wê bi çi awayî wan tune bike, nediyar e. Tişta diyar ew e ku, dewleta tirk kurdên xayîn jî heta karê wan pê heye, ‘baş’ dibîne, lê gava karê wan qediya, encama wan xayînan wê çi û çawa be, dîroka dewleta tirk bi awayekî vekirî raberî me dike.
 
3- Di pêvajoya 1918-1925’an de Ataturk destê rûspiyên kurdan maç dikir. Diyab Axa ji wan kesan e ku Ataturk destên wî maçkiriye. Dîyab Axa xwezûrê Seyîd Riza bû. Her wiha Hesen Xeyrî mebûsê Dêrsîmê bû û ji yên herî pir hevkarî bi Ataturk re kiriye jî yek jê ew bû. Wî bi dehan telgraf şandin Lozanê û got; ‘Em û tirk bira ne, em naxwazin ji Tirkiyeyê cuda bibin.’. Lê piştî serhildana Şêx Seîd, ew jî tê darvekirin. Beriya ku biçe Enqereyê Nûrî Dêrsimî di pirtûka xwe de dibêje; ‘min ji Hesen Xeyrî re got, neçe! Bi soza tirkan ya şerefê bawer neke. Di dinyayê de soza herî erzan ya şeref û namûsê ya tirkan e”. Niha jî Erdogan bi kefgirê sozan dide û oldaran li dora xwe kom dike. Dengên ku di hilbijartinan de digire, piranî bi piştgiriya wan kesên ku hêj rastiya Erdogan fêm nekirine ye. Li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê kontrayên mîna Huda Par û hin şêxên Neqşîbendî li dora xwe kom dike. Şêxên Neqşîbendî yên welatparêz jî wekî kesên ji rê derketine reş dikin û bi wê siyaseta deraxlaqî jî dixwazin qirkirina kurdan temam bikin. Divê em wekî neviyên Şêx Seîd derfetê nedin kesên kontra û xwîmijin kurdan yên mîna Huda Parê. Ew xençera di destên neyar de ne! Divê em wê yekê ji bîr nekin. Bi kurdî jî xeber bidin, fotografên Şêx Seîd jî rakin, ew şebekeyeke îxanetê ne!
 
4- Kor Huseyîn dixwaze bi Şêx Seîd re tevbigere, lê Seîdê Nûrsî yekbûna wan asteng dike. Tê gotin ku, pişt re Seîdê Nûrsî pir poşman bûye ji wê yeka xwe. Heger bi rastî poşman bûye, çima piştgirî neda serhildana Agirî, çima li dijî qirkirina li Dêrsîmê serî ranekir, derneket? Kesên mîna F. Gulen herî pir Seîdê Nûrsî ji xwe re bi karanî û tîne jî. Lê bi xwe jî dibêje;”ji ber Seîdê Nûrsî kurd bû, ez neçûm cem wî”
 
5- Ataturk, hem ji Sovyetê hem jî ji Ingilistan  piştgirî girt û serhildanên kurdan tune kir. Gava Şêx Seîd darve kir jî, her du hêzên dinyaya serdestan bêdeng man. Ji ber ku, gel nerêxistinkirîbû û hêza wan ya leşkerî belav bûbû.
 
Niha jî Erdogan bi heman siyasetê piştgiriyê hem ji hêzên Rojhilat û hem jî ji hêzên Rojava li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê digire. Rojekê li wî alî ye roja din li aliyê din e. Di siyaseta komara tirk de heta dawiyê girtina aliyekî tuneye. Bi tenê yek aliyê wan heye; tunebûna kurdan! Kîjan hêza piştgirî bide, ew li aliyê wê hêzê ne.
 
6- Ingilistan bi rêya serdar Noel ji Malbata Bedirxanan hin kes li dora xwe kom kiribûn, xwe wekî dostê kurdan nîşan dida û diyar dike ku, mafê kurdan ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, heye. Lê ew baş dizane ku Ingilistan ji hêla din ve jî li dijî kurdan plana qirkirina kurdan dihûnîne. Heman karwarî li dijî Rêber Apo û PKK’ê xistin meriyetê. Ango komploya di şêxsê Şêx Seîd de li dijî kurdan pêşxistibû, bi salên 1998’an re di kesayeta Rêber Apo de xwestin ku komploya ku di sala 1925’an de nîvco mabû temam bikin. Hema hema di roja ku serhildana Şêx Seîd anîn proveksyonê, Rêber Apo bi komployeke navdewletî dîl digirin, roja darvekirina Şêx Seîd jî, kirin roja dayîna cezayê darvekirinê ji Rêber Apo re.
 
7- Tu tilîya Ingilistan di serhildana Şêx Seîd de tune ye. (lê di provekekirina wê de rista Ingilistan heye). Lê ji bo ku gel û oldarên kurd bixapînin, her dibêjin “Ingilistan piştgirî daye Şêx Seîd”. Wê derewa xwe ji bo Rêber Apo û PKK’ê jî didomînin. Dewletên emperyal Rêber Apo dîl girtin û radestî wan kirin, ji sala 1985’an ve bi her awayî ji hêla NATO ve piştgirî tê dayîn, pirî caran bi rêya Gladiyoyê bi hêzên xwe di şerê li dijî gerîlayên azadiyê de cih  digirin, dîsa jî ji bo xapandina gelên Tirkiyeyê, bi benê wê derewê girtine.
 
8- Roja darvekirina Şêx Seîd û 48 hevalên wî û roja dayîna cezayê darvekirinê ji Rêber Apo re anîn heman rojê. Dewletên emperyal pir bizanebûn ew roj hilbijartin. Em dizanin ku, suiqesta ku li dijî Rêbertiyê di sala 1996’an li Şamê pêkanîn jî (6’ê gulana 1996’an) rastî roja darvekirina pêşengên Tevgera Şoreşgerên Ciwan Denîz, Huseyîn û Yusuf anîbûn. Her wiha roja komployê jî rastî li şehîdkirina şoreşgerê mezin Che Guevara (li Bolîvya 9’ê cotmeha sala 1967’an), anî bûn.
 
Peyama ku bi hilbijartina van rojan hat dayîn
 
a- Ji hêla neteweyî ve aqûbeta we dê mîna ya Şêx Seîd be, DARVEKIRIN! KUŞTIN!
 
b- Ji enternasyonalîzmê ve jî aqûbeta we wê mîna ya Che GUEVARA BE! KUŞTIN!
 
Bi gotineke din; derveyî mirinê rêyeke din ji we kurdan re tuneye!
 
Lê Rêber Apo wek Şêx Seîd tevnegeriya; ne bi sozên dewletê bawer kir, ne jî di xwesteka dewleta kurd de ,ku ji tu pirsgirêkên kurdan û gelan re nabe çareserî, israr kir. Bi pêşxistina programa Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk re planên Ingilistan  li vala hatin derxistin. Jixwe di serî de jî neyartiya Ingilistanêyê ya li hemberî Rêber Apo aşkere dibû. Ji ber ku stratejiya ku Ingilistan di Konferasa Qahîre de hûnandibû, ji hêla Rêber Apo ve dihate teşhîrkirin û vala derxistin. Ingilistan bi wê konferasê stratejiya tunekirina kurdan danîbû ber xwe. Îcar Rêber Apo rabûbû û meydan ji wê stratejîyê re dixwest. Ev ne tiştekî bihata kirin û qebûl kirin bû!
 
Ingilistan, di pêvajoya Şêx Seîd de rewşa jeostratejîk û jeopolîtîk ya Kurdistanê û potansiyela  hêza di Kurdistanê de heye ji xwe re metirsî didît, bi paradîgma û felsefeya Rêber Apo li metirsiyên wan îdeolojiya Rêber Apo jî zêde bû.
 
Bi kurtasî divê em wekî civak bizanibin ku, Rêber Apo ji  ber ku siyaseta Ingilistan û DYA’yê li vala derdixist, rêya îxanetê digirt û jiyana azad raberî gelan dikir, bû hedef ji hêzên komploger re. Rast e, Rêber Apo darvenekirin, lê Rêbertî di tecrîdeke girankirî de ye. Berpirsyarekî tirk ji bo tecrîda li ser Rêber Apo wiha digot; ‘Em ê rojê sed carî Apo bikujin.” Lê Rêbertî bi nûkirina paradîgmayê, derba herî mezin li pergala dewletê ya hezaran salan xist û bû Rêberê hemû mirovahiyê.
 
Pêngava ku dostên kurdan di 10’ê cotmeha sala 2023’yan de ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’, xwedî wê wateyê ye. Divê em bi hemû hêza xwe wê pêngavê pêş bixin û bigihînin serkeftinê. Na, heger em pêngava ji Rêbertî yê re azadî negihînin serkeftinê, em nikarin bêjin ku em li Şêx Seîd û 48 hevalên wî xwedî derdikevin.
 
Ji ber ku di vê hêlê de qelsiyên me hene, partiya kontra Huda Par radibe nirxên me ji xwe re bikar tîne. Îro em çiqas li dijî tecrîdê derkevin, em ê bikaribin bêjin ku, me gotina Şêx Seîd û hemû şehîdên Kurdistanê bi cihanî daye dihîstin. Şêx Seîd gotibû, ‘Wê neviyên me tola me rakin”. Tol rakirina Şêx Seîd bi pêkanîna azadiya Rêber Apo gengaz û watedar bibe.”
 

Sernavên din

03/07/2024
12:21 Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin
11:17 Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
11:17 ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn