Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê

img
WAN - Ji ber zemên li sotemeniyê tên kirin, ajokarên karê veguhestinê yê nava bajar dikin êdî nikarin bixebitin. Ajokarên mînîbûsan ên Wanê gotin ku êdî qezenca wan nema ye lewma xetên mînîbûsên xwe dane ber firotinê. 
 
Krîza aborî bandora xwe li hemû qadan dike û di rewşekî wiha de di 25’ê hezîranê de ji bo benzînê 2 TL, ji bo koma motorînê jî 1,68 TL zem hate kirin. Di 29’ê hezîranê de cara duyemîn ji bo sotemeniyê zem hate kirin. Bi guherînên nû re ji bo benzîn û komên motorînê 13 qirûş zem hate kirin. Ji ber zemên nû, ajokarên mînîbûsan zehmetiyên mezin dijîn. 
 
Li Wanê heqê rê yê tam bi 13,50 TL’an, yê xwendekaran jî 10 TL ye. Ajokarên mînîbûsan dibêjin ku lêçûnên wan zêde bûne û dahat û lêçûn hev nagirin lewma nikarin bixebitin. 
 
ÎPEK: EM ÊDÎ NEMA DIKARIN BIXEBITIN 
 
Serokê Kooperatîfa Mînîbûsan a Hejmar 2 ya Wanê Sûat Îpek got ku zema ji bo sotemeniyê hatiye kirin tê wateya zema nû ya ji bo gelek qadan û ev tişt anî ziman: “Lêçûnên mazot, pîşesazî, ajokar û bacê pir zêde ne. Em êdî nikarin mînîbusan bidin xebitandin. Dema em serê sibehê dest bi kar dikin, heta êvarê 3 hezar lêçûn çêdibe. Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê bacan kêm bikin. Her wiha dema bihayê mazotê kêm bû, dê bihayê her tiştên din jî kêm bibe. Cihê ku sotemenî lê biha, her tişt ji ber xwe ve biha dibe. Ji ber ku her tişt girêdayî sotemeniyê ye.”
 
ÊDÎ XELK BI MEŞÊ TÊ Û DIÇE 
 
Îpek, da zanîn ku ji ber krîza aborî welatî nikarin heqê mînîbûsê bidin û wiha pê de çû: “Di demên berê de her wesayîtekê 15 sefer dikirin lê niha 5’an dike. tenê SGK ya ajokarekî 7 hezar TL ye. Ê em ewqas qezenc nakin ku prîma SGK’ê bidin. Em salê 4 caran bacê û pereyê bandrolê didin. Ev zem bandorê li rêwiyan dike. Êdî rêwî ji ber zeman nikarin rêwîtiyê bikin. Bi meşê tên û diçin.” 
 
Ajokarê mînîbûsê Muhammed Abî jî got ku qezenca wan a rojane ji bo mazotê diçe. Abî, wiha domand: “Ne em ne jî xwediyê heq qezenc dike. Ji ber zemên li sotemeniyê hatine kirin, em nikarin êdî bixebitin. Heqê nava bajar niha 13,50 TL ye. Ev fiyet me xelas nake û divê herî kêm 20 TL be. Lêçûnên me yên pîşesaziyê û hwd. me zêde didin zorê.” 
 
MÎNÎBUS DANE BER FIROTANÊ
 
Ajokar Veysel Yazlik jî diyar kir ku qezenca wan tune ye lewma xetên mînîbusan dane ber firotanê. Yazlik, wiha got: “Lêçûnên me pir zêde ne û xwediyên plakayê qet qezenc nakin. Rê gelek xerab in û wesayîtên me xerab dibin. Em jî ji ber lêçûnên zêde dê ji şaredariyê bixwazin ku heqê rê zêde bikin. Heta niha herî kêm 10 xetên mînîbûsê dane ber firotinê. Lêçûnên lênihêrîn û temîrê yên wesayîtan jî bi qasî sotemeniyê biha bûne. Sê sal berê ji bo nûkirina motorê 10 hezar lîre me dida lê niha 150 hezar TL ye. Lastîka herî xerab jî derdora 3-4 hezar lîre ye. Li hêla din hatin û çûna xwendekarekî bi 30 TL’an e. Xwarin û vewxwarin jî ser re. Heke li mala kesekî bi kêmtirîn mûçeyê dixebite 3-4 xwendekar hebin, ev kes nikarin xurek jî bikirin. Van zeman hem em hem jî welatî xistine rewşeke nebaş.” 
 
Ji ajokaran Şiyar Kaba jî diyar kir ku piştî agahiya zeman hejmara mînîbusan ketiye û wiha bi dawî kir: “Dema mirov bi du sal berê dide ber hev, ferqekî mezin heye. Heke di malekê de rojane 5 kes mînîbûsên nava rojê bi kar bînin, ev mehane dibe 4 hezar TL. Dema mazot biha bû ji her tiştekî re zem tê. Li vir kesek pereyan qezenc nake lewma xwediyên xetan xetan didin kirê.” 
 

Sernavên din

03/07/2024
12:21 Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin
11:17 Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
11:17 ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn