Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin

  • rojane
  • 11:17 10 Tîrmeh 2024
  • |

ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan diyar kir ku sepanên girtîgehên bi tîpa Y û S’yê cara ewil li Girtîgeha Îmraliyê ketine meriyetê û got ku divê ev girtîgeh tavilê bên girtin. 

 
Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan rapora têkildarî girtîgehên tîpên Y û S’yê de eşkere kir. Rapor, li navenda giştî ya partiyê hat eşkerekirin. Turkdogan, got ku daneyên Wezareta Dadê ku dibêje li Tirkiyeyê 403 girtîgeh hene û 295 hezar kes lê tên ragirtin rast nînin. Turkdogan, wiha domand: “Ji 1’ê tîrmehê ve li girtîgehan 342 hezar kes hene.” 
 
BANGA ‘GIRTINÊ’ KIR
 
Turkdogan, girtîgehên bi tîpa Y û S’yê weke “girtîgehan bi tîpa qutiyan” pênase kir û wiha domand: “Bi taybet jî girtiyên siyasî lê tên ragirtin. Me piştî serdana gelek girtîgehên bi tîpa Y û S’yê ev rapor amade kir. Divê ev girtîgeh bên girtin. Li van girtîgehan girtiyan dirizînin. Xetere li ser jiyana girtiyên li vir tên girtin heye û mafên wan ên tenduristî û jiyanê tê binpêkirin. Ev gelek talûke ye. Em çima dibêjin ‘bi tîpa qutiyê’, ji ber ku odeyên wê yan yekkesî ne yan jî ji bo 3 kesan e û deriyê ketinê heye. Deriyê wewşa wan tune ye. Gelo girtîgeheke wiha çawa dibe? Deriyê hewşê tune ye. Ji bo wê we ji korîdorê re derbas dikin û hûn li cihekî din derdikevin hewşê. Ev yek derqanûnî ye. Di qanûnan de dibêje ‘divê ronahiya tavê hebe.’ Baş e dê çawa bigire? Dê çawa bikarin hewayê paqij bigirin?” 
 
Turkdogan, da zanîn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê mafê berdana bişert a girtiyan ji holê rakirine û ji ber van binpêkirinan gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dane. 
 
'BINGEHA VAN SEPANAN ÎMRALI YE’
 
Di berdewamê de Turkdogan anî ziman ku tevahiya sepanên niha yên behsa xeberê bingeha xwe ji sepanên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê digirin û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan bi salan bi tenê bû û hêj bi tenê ye. Piştî sala 1999’an, di sala 2009’an de statûya wê girtîgehê veguherandin Tîpa F’yê. Piştre jî 3 kes şandin wir. Ew jî bi tenê dimînin. Hefteyê nîvsaetê - em nizanin ka heye yan na - mafê bikaranîna qada hevpar heye. Ev modêl li wir dest pê kirin û li tevahiya Tirkiyeyê belav bû. Bêyî ku li nasnameya siyasî were nihêrtin, divê her kes bi tiştên li girtîgehan diqewimin re eleqeder be. Partiyên siyasî yên li Meclisê car bi car girtîgehan vedibêjin û komîsyona mafên mirovan vedibêje. Lê divê ev li Girtîgeha Îmraliyê dest pê bike. Çavkaniya hemû sepanên nebaş ew der e. Rewşeke agahînegirtina mutleq heye ku ev 3 sal û nîvin didome. Lê partiyên din qala vê rewşê nakin. Lê divê dengê xwe bikin.” 
 
'DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN’
 
Turkdogan, axaftina xwe wiha qedand: “Divê edalet ji bo her kesî be. Heta ku ev rejîma zextker vî welatî birêve bibe, dê rêya her kesî bikeve girtîgehan. Lewma hûn mecbûr in bi mafên mirovan ên li girtîgehan re eleqedar bin. Û bêguman divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bêr akirin. Divê ev girtîgeh bên girtin. Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan, cihêkariya di rejîma înfazê de divê bê bidawîkirin û dawiyê li sepana taloqkirina tehliyeyan were anîn. Ev lijneye xwe dixin şûna dadgehê û dema girtîmayînê dirêj dikin. Divê ev tevek bên rakirin, cezayên disiplînê yên keyfî bên bidawîkirin, divê rayeyên dadgehê yên dewrî dadgeriya înfazê hatine kirin dîsa li dadgehan bên vegerandin. Divê girtîgehên bi tîpa qutiyê bên girtin.” 
 

Sernavên din

13/07/2024
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin
09:11 Di 14’ê Tîrmehê de li seranserî Almanya dê azadiya Ocalan bê xwestin
09:07 Nivîskar û siyasetmedar Aykoç: Divê rêxistinên Kurdistanî li ber êrişan rabin
09:04 Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin
09:02 Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2024'AN
12/07/2024
22:53 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin
20:49 Li Bagokê liv û tevgera helîkopteran
20:16 Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê
18:59 Atayê pençeşêr lê peyda bûye serbest hat berdan
18:48 Dayika Aştiyê Çerî jiyana xwe ji dest da
16:54 Rapora OHD’ê ya girtîgehê: Kurdî tê sansurkirin, mafê tenduristiyê tê binpêkirin
16:15 Li Nepalê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin
15:51 Jina ku 20 roj in winda ye bi awayekî qetilkirî hate dîtin
15:26 Ji bo betalkirina rêziknameya ‘îlana şer’ serlêdan hate kirin
15:16 Balafirên şer devera Biradostê bombebaran kirin: 2 welatî birîndar bûn
14:49 CPT: Tirkiyeyê di nava 27 rojan de 285 caran herêm bombebaran kir
14:46 Li Amedê panel: Divê em teqez dev ji lêgerîna maf bernedin
14:12 TPAO û TPIC li Gabarê bi teqandina dînamîtan xwezayê talan dike
14:00 Serokê Tevgera Babilyon: PDK rê dide artêşa Tirkiyeyê
13:12 Polîsan bi ser mala Beyoglû yê AKP’î de girtin
13:10 Hat îdiakirin ku li Geverê SÎHA’yek ket
13:10 Li Nisêbînê mirina biguman
13:09 Dîmenê helîkoptera Skorsky ku hatibû xistin hat weşandin
13:08 Şaredariya AKP'ê pirsgirêkê red kir, şaredariya DEM Partiyê çareser kir
12:59 94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn
12:18 PDK bazirganiya petrola qaçax dike
12:03 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Parlamenterê Iraqî: Li dijî êrişan gavên baş nayên avêtin
11:12 Hevdîtinên ‘Nan û Edalet’ di 19’ê tîrmehê de dest pê dikin
10:57 Rojnameger Zerdeşt: Pratîkên malbata Barzanî xiyanet jî derbas kirin
10:45 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê girtî Kaytan dîsa serî li Konseya Ewropayê hate dayîn
10:27 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê dê 3 rojan li NY’ê bê nîqaşkirin
10:24 Tevî nerazîbûnan jî Pakêta Darazê ya 9’emîn li komîsyonê hat qebûlkirin
09:47 Cenazeyê rojnamevan Birahîm bi awayekî girseyî hate oxirkirin
09:10 Av. Ozkaplan: Ji ber ku Bişar Atli bi unîforma bû hat parastin
09:08 DEDAŞ’ê berhemên çandiniyê yên cotkaran hişk kir
09:01 Piştî 8 salan li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hat vekirin
09:00 Dayikên Botanê: Yê ku axa Kurdistanê radestî dijmin dike bila nebêje em kurdin
09:00 ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:58 Li Sûrê bi çekan êrişî 2 kafeyan hate kirin
08:20 Rojnamevanê di êrişa dewleta tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11/07/2024
22:39 Nobeta li dijî desteserkirina vînê didome
21:45 Hatîmogullari: Destûra Bingehîn a demokratîk mutabaqata herî berfireh e
20:40 Alî Yaşa yê gava li ber mirinê hat berdan, jiyana xwe ji dest da
18:49 Li Cizîrê semînera 'i tundiya li ser jinê re bes e'
18:36 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da
16:56 Dema binçavkirina rojnamevan Topaloglû hate dirêjkirin
16:29 Li Midyadê jinek hate qetilkirin
15:48 Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin
15:11 Jina tundî lê hate kirin xwe parast
14:11 Tûncelê serdana ESP’ê kir: Divê têkoşîna yekgirtî bê xurtkirin
13:52 Hesabê JINNEWS kurmancî yê X’ê hat astengkirin
13:49 TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin
13:47 ÎSÎG: Di 6 mehan de 878 karker jiyana xwe ji dest dane
13:39 Şandeya Iraqê ji bo ku êrişên dewleta tirk lêkolîn bike li Hewlêrê ye
13:09 Îdiaya ‘xemsariyê’ derewandin
12:59 Li Girê Baharê helîkoterek hate xistin
12:53 Li Komeleya Anadoluyê li hemberî 13 zarokan tacîza zayendî hatiye kirin
11:59 OHD: Li Marînê îşkence û tacîza zayendî hate kirin
11:58 Hinceta cezayê li Akiş hatiye birîn: Îdiayên dozgerê ‘lêgerîna wî ji FETO2yê heye’
11:42 Mihemed: Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê nîşanî balefirên tirk dide
11:29 Bi çekê êrişî Serokê Meclisa Odeya Bazirganiyê ya Geverê kirin
11:20 Rojnamevan û çalakvanên iraqî li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanya dan destpêkirin
10:45 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:35 Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire
10:33 Li Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbû
10:11 Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrişan metirsiyek mezin e
10:06 UNICEF’ê av li ser wargehên li Şehbayê birî
09:55 Şaredariya Rezanê plana xwe ya ‘Stratejîk’ bi gel re diyar dike
09:41 Ji Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistanê hatin kirin
09:29 Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin
09:12 Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire
09:10 Tekîk: Li Bilexşê travmaya salên 90'î anîn serê gel
09:06 Bi ruhê azadiyê derket rê û coş û kêfê da meşê
09:05 Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Şandeya Iraqê dê êrişên dewleta tirk lêkolîn bike
08:33 Li Afyonê li pey hev erdhej çêbûn
10/07/2024
23:10 Di nobeda li Stenbolê de banga 'deng derxîne'
22:51 Zeynep Boga bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
22:33 Rojnamevan Topaloglû hat binçavkirin
21:29 Platforma Jinan a Enqereyê ji bo Colemêrgê di nobetê de ye
20:29 Hatîmogullari: Gezî berxwedaneke ji bo azadiyê bû
17:07 Begît di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de hate şermezarkirin
16:19 Li Licê agir bi daristanê ket
15:44 Platforma Piştevaniyê ya Penaberan: Divê sûcên nefretê bê ceza nemînin
15:21 DEM Partiya Îzmîrê: Bila meaşê asgarî û teqawîdan bê zêdekirin
14:33 Xelkê Şêladiz û Amêdiyê li dijî dagirkeriyê rabûn ser xwe