Rojnameger Zerdeşt: Pratîkên malbata Barzanî xiyanet jî derbas kirin

  • rojane
  • 10:57 12 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Takor Zerdeşt diyar kir ku dewleta tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê yên bi alîkariya PDK’ê didomîne û wiha got: “Pratîkên malbata Barzanî êdî xiyanet jî derbas kir. Heke helwesteke xurt neyê raberkirin dê ji bo her tiştekî dereng bimîne.” 

 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Dewleta tirk starta êrişeke berfireh da destpêkirin. Dewleta tirk bi alîkariya PDK’ê noqteyên kontrolê danî çoltarê Amediyeyê û bênavber leşkeran sewqî herêmê dike. Pevçûnên li herêmê didomin û ji ber êrişan gelek gund hatin valakirin. 
 
Rojnameger-nivîskar Takor Zerdeşt ku li Herêma Federe ya Kurdistanê dijî, da zanîn ku heman guherîna demografyayê ya li bajarê Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin li vê herêma êriş li ser didomin jî tê kirin. Zerdeşt, wiha domand: “Tiştên li Başûr diqewimin dişibin çîroka Efrînê. Çawa ku bi hezaran DAIŞ’î û dijminên mirovahiyê li Efrînê bi cih kirin, dixwazin heman tiştan li Başûr jî bikin.” 
 
 
Rojnameger Takor Zerdeşt
 
'BARZANÎ PIŞTGIRIYÊ DIDIN’
 
Bi domdarî Zerdeşt anî ziman ku dewleta tirk bi dehan km’an ketiye nava xaka Başûr û bênavber êriş û sewqiyeta xwe didomîne. Dagirkeriya dewleta tirk di nava 30 salan de pêl bi pêl pêş ket û gihişt vê astê. Li gelek cihan baregehên leşkerî ava kiriye. Ev yek jî bi alîkariya malbata Barzanî kir. Heke malbata Barzanî alîkarî nedabûyê, tu caran nedikariya vê bike. Li deverên bilind ên Heftanîn, Garê, Kurê Jaro, Metîna, Kanî Masî û hwd. bi cih bûye û baregehên leşkerî ava kiriye. Hewl didin komên paramîlîter li van herêmên êriş lê didomin bi cih bikin. Heke wiha bidome dê DAIŞ’ê li wir bi cih bikin. Ev tevek jî dê ji ber rejîma Barzanî bibin.” 
 
'PRATÎKÊN BARZANIYAN XIYANET JÎ DERBAS KIRIN’ 
 
Di berdewamê de Zerdeşt daxuyand ku malbata Barzanî tenê di çarçoveya berjewendiyên malbatî de tevdigerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurdayetî, welatparêzî, nasnameya neteweyî ji bo wan tenê qada bazarê ye. Bi van tenê mirovan dixapînin. Barzaniyan tenê baweriya xwe bi dijminên kurdan anîn. Li baxçeyê wan lîstin, li wir mezin bûn û di rêya wan de dimeşin. Li dijî gelê xwe şer dane destpêkirin. Pratîkên malbata Barzanî êdî xiyanet jî derbas kir. Heta rêbaza xiyaneta xwe ya salên berê jî guherandin. Heta niha yekser li cem dijminên gelê kurd cih digirtin. Niha jî kontrola tevahiya herêmê pêşkeşî dewleta tirk kiriye. Koordînatan dide dewleta tirk. Li her deverê noqteyên leşkerî ava dike. Li tevahiya herêmê kamera bi cih kiriye û kontrolê dide dewleta tirk.” 
 
ZEXTA LI GEL TÊ KIRIN
 
Bi domdarî Zerdeşt got ku malbata Barzanî zexteke giran li şêniyên herêmê yên bertekê nîşanî êrişên dewleta tirk didin jî dike û wiha pê de çû: “PDK bi rêveberiya xwe ya zextê dixwaze kesek dengê xwe neke. Çendek roj berê hinek welatiyan rê girtin. Tavilê ew girtin û gotin ‘Hûn çima bertekê nîşan didin?’ Barzanî naxwazin kesek dengê xwe li dijî Tirkiyeyê derxîne.” 
 
Zerdeşt, axaftina xwe wiha qedand: “Heke li dijî van êrişan seknekî xurt neyê raberkirin dê sibe êdî dereng be. Rojnameger, siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen û hemû beşên civakê divê dengê xwe bilind bikin. Îro roja têkoşîna man û nemanê ye. Mesel ne meseleya partiyekê yan jî komekê ye. Divê her kesê bêyî guh bide partî û koman, bi awayekî topyekûn dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku tekane meseleyek heye ku ew jî Kurdistan e.” 
 

Sernavên din

16/07/2024
09:24 Yilmaz: Îşkence û muameleya xerab berdewamiya konsepta 2015’an e
09:16 Gundên Licê niha jî di bin metirsiya madenê de ne
09:12 Endamê OHD’ê Durmaz: Divê girtîgehên tîpên Y û S bên girtin
09:10 Komxebeta Jinan û Aboriyê: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin krîzê
09:09 Rojnamevan Altan: Tirkiyeyê dest bi dagirkeriyê kiriye
09:03 Dîroka 6 hezar salan di bin xetereya bendavê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2024'AN
00:38 Li Pîranê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15/07/2024
23:40 Ciwanên Geverê ji bo 14'ê Tîrmehê daketin kolanan
22:35 Nobeda dijqeyûm a Stenbolê: Bi înkarkirina îradeyê pirsgirêka kurd çareser nabe
21:40 Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn