PDK bazirganiya petrola qaçax dike

  • rojane
  • 12:18 12 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Reuters’ê derxist holê ku her roj ji Hewlêr a di bin kontrola PDK’ê de ber bi Tirkiye û Îranê ve herî kêm bi hezar tankeran zêdetirî 200 hezar  varêlên petrola erzan tê şandin. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku ji vê petrola neqeydkirî mehane nêzî 200 milyon dolar qezenc tê bidestxistin. 

 
Derket holê ku her roj bi zêdetirî hezar tankeran herî kêm 200 hezar  varêlên petrolê ji herêmên di bin kontrola PDK’ê de ji Hewlêrê ber bi Îran û Tirkiyeyê ve tên şandin. Hat destnîşankirin ku PDK mehane herî kêm 200 milyon dolaran ji vê qezenc dike. Li gorî nûçeya Rojnewsê ku dispêre nûçeya Reutersê; piştî ku hikûmeta navendî ya Iraqê par şandina pertrolê ya li ser xeta Kerkûk-Ceyhanê birî, veguhestina petrolê ya bi rêyên tarî û neqeydkirî zêde bûye. 
 
Reutersê têkildarî mijarê endezyarên petrolê yên iraqî û kurd, bi bazirgan, rayedarên hikûmetê, siyasetmedar, dîplomat, çavkaniyên endustriya petrolê jî di nav de zêdetirî bi 20 kesan re hevdîtin kir û hûrgiliyên vê bazirganiyê raxist ber çavan. Van kesan jî dan zanîn ku her roj bi zêdetirî hezar tankeran herî kêm 200 hezar  varêlên petrola erzan ji Tirkiye û Îranê re tê şandin. Her wiha gotin ku PDK ji vê bazirganiya qaçax mehane herî kêm 200 milyon dolaran qezenc dike. 
 
BERDEVKÊ WEZARETA PERTROLÊ YÊ IRAQÊ
 
Wezîrê Pertrolê yê Iraqê Asim Cîhad da zanîn ku bazirganiya petrolê ya li herêma kurdan tê kirin ji hêla hikûmeta Iraqê ve nehatiye erêkirin û Şîrketa Bazirganiya Petrolê ya Dewleta Iraqê (SOMO) tekane saziya fermî ye ku destûra firotina petrola xam dide. Cîhad, da zanîn ku di destê hikûmetê reqemên teqez nînin bê ka çiqas petrola qaçax ji Îran û Tirkiyeyê re hatiye revandin. 
 
‘HERÊMA KURDAN JI DERVEYÎ KONTROLA NAVENDÎ YE’ 
 
Ji Enîstûtiya Bakir a Zanîngeha Riceyê Jim Krane jî wiha got: “Êdî tehemûla Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) a li hemberî qaçaxçitiya petrolê pir kêm e û heta tê zanîn ku li hemberî endamên vî sûcî dikin tevdîrên cezaî digire. Gumanên min hene ku li hemberî Bexdayê cezayeke were birîn ji ber ku herêma kurdan li derveyî kontrola navendî ye.” 
 
Li gorî rayedarekî DYA’yî; heke PDK bi vê bazirganiya xwe ambargoya aboriyê ya DYA’yê ya li ser Îranê binpê bike, dê PDK û DYA’yê bîne beramberî hev. 
 
HEVKARIYA TIRKIYE-PDK’Ê
 
Heta par jî beşeke mezin a petrola xam a li Herêma Kurdistanê ji Kerkûkê bi rêya Xeta Boruya Iraq-Tirkiyeyê li bendergeha Ceyhanê ya Tirkiyeyê dihat veguhestin. Rojane nêzî 450 hezar varîl dihatin îxrackirin û ji adara 2023’yan ve jî piştî Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî bi leha Hikûmeta Federe ya Iraqê biryar da, ev sewqiyat hate sekinandin. 
 
‘BAZIRGANIYA QAÇAX ÎSAL ZÊDE BÛ’
 
Çavkaniyên sektorê, rayedarên petrolê û dîplomatên ji bo Reutersê axivîn jî da zanîn ku di demekî kin de tankeran dest bi veguhestina petrola li Herêma Kurdistanê kirine û dibin Îran û Tirkiyeyê. Dan zanîn ku piştî hevdîtinên ji bo dîsa vekirina xeta boruyê sekinînin, bazirganya qaçax zêde bûye. Tevî firotina petrolê jî rayedarên herêmî dan zanîn ku tu pere nakeve qaseya Herêma Kurdistanê yan jî nayê qeydkirin. 
 
‘ŞOPA DAHATÊ TUNE YE’
 
Parlamenter Alî Heme Salih ku heta di sala 2023’yan de hatiye feshkirin jî serokatiya komîsyona petrolê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê dikir, wiha got: “Heta şopa dahatên petrolê jî tune ye. Bazirganiya petrolê bi ser 300 hezar varîlan de ye û ev reqem ji gelek texmînên din zêdetir e.” 
 
RAYEDARÊ PDK’Ê BERSIV NEDA
 
Rayedarên Wezareta Xizîneyê ya Herêma Kurdistanê ya girêdayî PDK’Ê bersiva daxwaza şîroveyê nedan. Li hêla din tu berdevkên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê jî tune ne. 
 
‘DYA BAZIRGANIYA PETROLÊ LÊKOLÎN DIKE’
 
Rayedarekî DYA’yî da zanîn ku DYA lêkolîn dike bê ka PDK li gorî ambargoya aboriyê ya DYA’yê li ser Îranê ferz kiriye tevdigere yan na. Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya DYA’yê wiha got: “Ambargoya aborî ya DYA’yê yên li ser Îranê di meriyetê de ne û di mijara cîbicîkirina wan de em bi awayekî rêk û pêk bi şirîkên xwe re hevdîtinan dikin. Lê em hûrgiliyên van hevdîtinan parve nakin.” 
 
‘TU KES DAHATÊ NIZANE’
 
Rayedarekî payebilind ê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê got ku rojane li herêmê bi ser 375 hezar varîlan petrol tê derxistin û ji vê 200 hezar jê ji Îran û Tirkiyeyê re tê şandin û ya din jî weke herêmî tê rafînekirin. Rayedarekê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide jî ev tişt anî ziman: “Tu kes nizane bê ka çi bi dahata van 200 hezar varîlên bi awayeke qaçax derdixin derveyî welat dibe.” 
 
PETROLA XAM
 
Ji sektora petrolê û çavkaniyên siyasetê jî dan zanîn ku şîrketên petrolê yên Herêma Kurdistanê her varîleke petrola xam bi bihayeke erzan ê di navbera 30-40 dolaran de difiroşin dewletên herêmê û ev jî mehane nêzî 200 milyon dolar dike. Piraniya hilberandina petrola Herêma Kurdistanê ji hêla 8 şîrketên petrolê yên navneteweyî ve tê kontrolkirin. Ev jhî DNO ASA, Genel Energy, Gulf Keystone Petroleum, ShaMaran Petroleum, HKN Energy, WesternZagros, MOL Kalegran û Şîrketa Petrolê ya Huntê ne.
 
Çavkaniyên sektorê dan zanîn ku kesên petrolê dikirin ên hatine erêkirin petrola xam ji şîrketan distînin û bêyî agahiya hilberîneran hebe difiroşin derve. 
 
RÊGEHA PETROLA JI ÎRANÊ RE TÊ ŞANDIN 
 
Li gorî çavkaniyên sektor û siyasî, piraniya petrola bi kamyonan tê şandin ji deriyê sînor ê Haci Omeran ku yek ji deriyê sînor ê Iraqê yê fermî ye yan jî bi ser Pêncwînê derbasî Îranê tê kirin. Çavkaniyên endustrî, siyasî û dîplomatîk, diyar kirin ku petrol ji rêgeha ku di demên berê de ji bo îxrackirina petrola kurdan dihat bikaranîn, derbasî bendergehên Îranê yên li Kendavê tên kirin, li vir jî li keştiyên li Bandar Îmam Humeynî û Bandar Abbasê tên barkirin û bi rêya bejahiyê derbasî Efxanistan û Pakistanê tên kirin. 
 
Îran ji ber ambargoya heyî nikare berhemên xwe yên petrolê bifiroşe û Reutersê eşkere nekir bê ka ji vê petrolê Îran çi bi dest dixe yan jî kes çi qas pere bi dest dixin. 
 
BAZIRGANIYA PETROLÊ YA QAÇAX 
 
Li gorî Reutersê ev bazirganî, xeleka dawî ya bazirganiya petrolê ya qaçax e ku sûdekî mezin dide îktîdarên siyasî û berjewendiyên aboriyê. Çavkaniyeke di bazirganiya petrolê ya li Herêma Kurdistanê de dixebite wiha got: “Di navbera kesên ji bazara reş pereyî qezenc dikin û yên vê firotinê erê dikin de labîrentek heye. Ev nayê wê wateyê ku tenê vê jinedîtî ve tê. Para xwe jê digirin.” 
 
Li gorî dîplomateke payebilind ê Bexdayê jî berjewendiyên siyasî di vê bazirganiyê de gelek bibandor in. Heta di astekî wisa de ne ku vekirina xeta boruyê ya îxrackirina petrolê ya nû, êdî qet nayê nîqaşkirin. 
 
RAYEDARÊN PDK’Ê NEAXIVÎN
 
Rayedarên PDK’ê têkildarî bazirganiya reş pirsên Reutersê nebersivandin. 
 

Sernavên din

16/07/2024
09:24 Yilmaz: Îşkence û muameleya xerab berdewamiya konsepta 2015’an e
09:16 Gundên Licê niha jî di bin metirsiya madenê de ne
09:12 Endamê OHD’ê Durmaz: Divê girtîgehên tîpên Y û S bên girtin
09:10 Komxebeta Jinan û Aboriyê: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin krîzê
09:09 Rojnamevan Altan: Tirkiyeyê dest bi dagirkeriyê kiriye
09:03 Dîroka 6 hezar salan di bin xetereya bendavê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2024'AN
00:38 Li Pîranê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15/07/2024
23:40 Ciwanên Geverê ji bo 14'ê Tîrmehê daketin kolanan
22:35 Nobeda dijqeyûm a Stenbolê: Bi înkarkirina îradeyê pirsgirêka kurd çareser nabe
21:40 Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn