'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'

  • rojane
  • 09:03 15 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îbrahîm Êzidî ê diyar kir ku PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin, anî ziman ku gefa kuştinê li kesên ku vê yekê qebûl nakin dixwin û wiha got: “Bila bizanibin ku ev êriş wê me nedin sekinandin, em ê çiraya heqîqetê geş bikin.”
 
Êrişên dewleta tirk ên hewayî ji sala 2014’an vir ve hatine destpêkirin bênavber didomin. Di êrişên hewayî de heta niha gelek pêşeng, rojnameger û siyasetmedaran di van êrişan de jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî dewleta tirk di 8’ê tîrmehê de bi Balafira Biçek a Bêmirov (SÎHA) li Şengalê wesayîteke ku xebatkarên Çira TV û Çira FM’ê tê de bûn hedef girt û di encama êrişê de 3 kes birîndar bûn. Di êrişê de 3 kesên ku ji heman malbatê bûn û di rê de derbas dibûn jî birîndar bûn. 
 
Yek ji rojnamevanan Mûrat Mîrza Îbrahîm ku di êrişê de bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. Heta niha li Şengalê di encama bombardimanan de gelek rojnameger birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane. Rojnamegerên ku di bin şert û mercên herî giran de dixebitin her tim di hedefê de ne. Rojnameger Îbrahîm Êzidî der barê êrişa dawî ya li dijî rojnamegeran pêk hatî de ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
‘ROJNAMEVANAN DI FERMANÊ DE PLANÊN WAN PÛÇ KIRIN’ 
 
Rojnameger Êzidî anî ziman ku kî li ku derê ji bo azadiya gelên bindest têbikoşe di hedefa serdestan de ye û wiha axivî: “Di serîde di şexsê Hevalê Mirad de em tevahiya şehîdên çapemeniya azad ku canê xwe ji bo heqîqetê fedakirine bi bîr tînin û soza xwe ya şopandina rêya wan dubare dikin. Kî ne li gorî berjewendiyên dijmin û desthilatê tevbigere di hedefê de ye. Çapemeniya Azad ne ji îro ji dema êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê heta niha di hedefê de ye. Dema ku her kesek ji Şengalê direviya wê demê ciwanên Êzidî xwe di bin banê ragihandina azad de rêxistinkirin û di serîde rastiya fermanê, civaka êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê dan xuyakirin û Çapemeniya Azad hêza civaka êzidî nişan da.  Endamên me yên ragihandinê ne di bin serweriya hêzên desthilatdar de ne, herdem li kêleka gel xebitîne. Lewma gelek caran bi rêbazên cuda li ser hevalên me êriş pêk hatine. Di dema fermanê de ragihandinê gelek planên dijmin pûç kirin. Lewma hêzên ku dixwazin êzidiyan qir bikin di serîde ragihandin kirin hedef û xwestin ku ev qada ragihandinê tesfiye bikin. Lê me tu caran bi paş ve gav ne avêtiye û em ê tu carî neavêjin jî. Em ê çiraya heqîqetê geş bikin û karê xwe berfireh bikin.” 
 
‘HIQÛQA NAVNETEWÎ BIN PÊ DIKIN’
 
Rojnameger Êzidî da zanîn ku heta niha 20 caran xebatkarên çapemeniyê rastî êrişên hewayî hatine û wiha got: “Heta niha 20 caran êrişî xebatkarên çapemeniya azad ên dema ku li ser kar in hatiye kirin. Îro hikûmeta Iraqê, PDK û MÎT hiqûqa navnetewî bin pê dikin. Ev êriş carna bi balafirên şer, SÎHA û bi guleyan rast e rast pêk hatine. Di encamê de bi dehan hevalên me şehîd û birîndar bûne. An ku ev êrişên li ser me pêk tên mîna ku em hêzek leşkerî bin dijmin wisa nêzî me dibin. Lê me her tim  bi exlaqê ragihandinê, qanûnên rojanmegertiyê karê xwe daye meşandin. Wê bi van êrişan nikaribin karê me bidin sekinandin.”
 
‘GEFA KUŞTINÊ LI ROJNAMEGERAN DIXWIN’ 
 
Rojnameger Êzidî destnîşan kir ku rojnamegerên ku li Şengalê dixebitin tevî êrişên hewayî di heman demê de rastî gefan jî tên û ev tişt got: “Yek ji  xalên din ku em balê bikşînin ser ew e ku di van salên dawî de ji bo ku hevalên me dest ji kar berdin gelek gef li wan hatine kirin. Şerek taybet li ser hevalên me tê meşandin. Bi taybetî jî ji aliyê dezgehên Parastinê ya PDK’ê û MÎT’a dewleta tirk ve gelek caran bi rêya telefona gef li hevalên me hatiya xwarin û teklîfa sîxurtiyê li hevalên me hatiye kirin. Piştî ku hevalên me ev teklîf qebûl nekirine ji aliyê MÎT'ê ve gefa kuştinê li hevalên me hatiye xwarin. Lê jiber ku em lîstikên dewleta tirk û PDK’ê baş dizanin û em wan ne ji niha ve ji dîrokê nas dikin me ew cidî negirtine û em nagirin jî. Em dizanin ev êrîş ne ji hêza wan ji qelsbûna wan tê. Em dibêjin em ê  li hemberî her planeke ku berjewendiyên civaka me têxe metirsiyê de em ê bêdeng nemînin û hemû planên piştperdeyê bidin xuyakirin. Hemû êrîşên li ser me pêk hatine bi belgekirîne û bi raya giştî re hatine parvekirin. Lê mixabin di serîde hikûmeta Iraqê û saziyên navdewletî xwe ker û lal kirine. Hikûmet bi erka xwe ranebûye û her dem piştgirî dide planên qirkirinê yên li dijî êzidiyan.” 
 
‘DI DEMA VEGERAN DE EV ÊRIŞ NE RASTHATINEK BÛ’
 
Rojnameger Êzidî, bi lêv kir ku li gel vegera êzidiyan a ber bi Şengalê ve êrişeke bi vî rengî ne rasthatinek bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hedef girtina hevalan êrişeke plankirî bû, bi taybetî jî  di dema vegera gel de xwestin wisa bidin xuyakirin ku Şengal ne cihekî ewle ye. Lê gelê me jî dît ku cihê herî ewle Şengal e. Bi vê fikirandinê gelê me ev êrîş pûç kir. Rast e hevalê me Mirad şehîd ket lê em dizanin ku karkirin û ragihandina heqîqetê ya gelekî bindest re bêbedel nabe. Em ji berê heta niha ji vê rewşê re amade ne. Em ê rastiya gelê xwe ragihînin û em ê ji bo gelê xwe bixebitin. Em ê bi şopandina rêya hevalên xwe bersiva herî xurt bidin êrişkaran. Heke em berê xwe bidinê ne tenê li Şengalê li her derê hevalên me tên hedefgirtin, mînaka herî berçav jî rojnamegerên li bakûrê Kurdistanê ne. Bi dehan hevalên me li Bakûr ji aliyê dewleta qirker ve hatine girtin, ji ber ku hevalên me rastiyê radigihînin di hedefa wan de ne. Li başûrê Kurdistanê û taybet herêma Behdînanê siyaseta ku AKP li Tirkiyeyê dide meşandin PDK’ê jî li Başûr dide meşandin û rojnamevanan desteser dike.  Wekî din ji ber ku destê wan nagihije Mexmûr, Şengal û Rojava li van herêman êdî bi rêya balafiran rojnamevanan dikin hedef.”
 
 
 

Sernavên din

18/07/2024
14:49 Bertek nîşanî girtina parêzer Çîftçî hate dayîn: Divê bê berdan
14:03 BES’ê li gelek bajaran ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xist
13:57 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan hate kirin
13:37 Temellî: Rêya aştiya civakî ji guftûgoya bi rêveberiya xweser re derbas dibe
13:30 Rojnameger Topaloglû sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
13:10 DFG: Em hedef nîşandana rojnamevan şermezar dikin
13:04 CPT: Yê ku di êrişê de hatiye kuştin pêşmerge bû
12:55 Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê bertek nîşanî êrişan da
12:53 ‘Ji ber bêdengiya Bexdayê binpêkirinên Tirkiyeyê didomin’
12:44 Înîsiyatîfa Hûnerê ya ji bo Azadiyê hate damezrandin: Em welatekî ku aştî lê ava bibe dixwazin
11:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:57 Kiratli yê li AYM’ê hate tayînkirin bi El Nusrayê re bazirganî kiriye!
10:38 Parêzer Bîlmez: Wezaret ji bo înkarkirina tecrîdê hincetan peyda dike
10:37 Cezayê li 24 siyasetmedaran hatibû birîn hate erêkirin
10:37 Li Amedê nexweş û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarinê jehrî bûn
10:18 Hevdîtinên pêşnûmeya ‘kuştina’ heywanan hatin taloqkirin
10:17 Dewleta tirk Şêladizê bombebaran kir: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
10:17 Teqawîdan ji desthilatê re got: Ka xwe bi ceribînin ku bi vî pereyî debarê bikin!
10:14 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara dewrkirina 3 neguhêzbaran betal kir
09:42 Artêşa ku pêşengiya şoreşê kir: YPJ
09:32 Mafê herî rewa: Xweparastin e
09:17 Hem yewmiye nedanê hem jî îşkence lê kirin
09:16 Di 17 salan de 451 sivîl bi guleyên polîsan hatin kuştin
09:14 Şoreşa Rojava 12 salî ye
09:11 Welatiyên Amedê ji ber têkçûna aboriyê banga hilbijartina pêşwext kirin
09:09 Kanar: Divê ji bo Ocalan qanûnek bê derxistin û were berdan
09:07 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî PDK’ê helwest bê nîşandan
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:57 Nobeta rêzgirtina ji îradeyê re ya Colemêrgê: Em ê qeyûm bişînin
08:57 Ji bo endamtiya AYM’ê tayîneke nû hat kirin
08:56 Ji bo 4 bajaran hişyariya barîna zêde hat kirin
08:55 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
17/07/2024
23:59 Rêxistinên ciwanan ji bo qurbaniyên Pirsûsê meşiyan: 5 kes hatin binçavkirin
23:52 25 kesên ji doza 1'ê Gulanê girtîbûn hatin berdan
23:00 Tîma Şedal bi ser ket, tîma Zeydan têk çû
21:35 Nobeda li dijî qeyûm a li Stenbol û Îzmîrê berdewam kir
21:03 ÎHD’ê salvegera xwe ya 38’emîn pîroz kir
20:31 Girtî Halîl Arslan piştî 30 salan hat berdan
19:01 Ji Amedê bang kirin: PDK di nava xiyanetê de ye, dest ji xiyanetê berde
18:16 Tirkiye bersiva ‘Îmraliyê’ da NY’ê: Tecrîd tune, qedexe heye!
16:48 DEM Partiyê ji bo mexdûrên erdhejê pêşnûme da Meclisê
15:50 DEM Partiyê tesîsa hilberînê ya AKP’ê girtibû dîsa vekir
15:46 Li Geliyê Botanê şewat derket
15:39 Cenazeyê Kaya piştî 6 salan dan malbatê
15:38 Mamosteyan ‘Nobeta xwe ya Perwerdehiyê’ bi dawî kir
15:24 NY’ê ji Tirkiyeyê parastin xwest: Sedema rewşa li Îmraliyê çi ye?
14:46 Li Sûrê bertek nîşanî vekirina avahiya PTT’ê ya dîrokî ya ji rantê re dan
14:43 ÎHD 38 salî ye: Dê têkoşîn bidome
14:24 Rapora ÎHD’ê ya 6 mehan: 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan hatin kirin
14:20 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
14:14 Beyoglû yê AKP’î ku ji bertîlê dihate darizandin hate girtin
13:31 Ji TEV-DEM’ê peyama 19’ê Tîrmehê: Têkoşînê mezin bikin
13:05 Hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê taloqî cotmehê hatin kirin
12:52 Di madena bêrûxset de hezaz çêbû: Karkerek di bin de ma
12:52 Ji bo Beyoglû yê AKP’î biryara girtinê hate dayîn
11:30 DEM Partiyê bertek nîşanî birîna daran da: Vê talanê rawestînin
10:45 Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê serdana partî û aliyên siyasî kir
10:16 Li qada dewleta tirk bombebaran kir şewat derket
09:24 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran
09:23 Di dozeke din de jî polîs hatin parastin: Di bûyerê de qestîbûn tune ye
09:18 ‘Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê berfireh dibin’
09:16 Prof. Ozturkmen: Heke krîza avhewayê bidome dê qitûtiya avê biqewime
09:13 Çîftyûrek bang li Barzanî û PDK’ê kir: Li dijî projeya dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin
09:07 Malbatên girtiyan: Girtiyên me dixwazin tavilê tecrîd bê rakirin
09:05 Li ser rêyekê di rêzekê de 40 aş: Xwedî dîrokeke kevnar in
09:02 Kargeha romanên kurdî: Jin û mêr bi hev re wêjeya kurdî nîqaş dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:35 Li Dîlokê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû hate lîstin
08:34 Wêneyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi sûrên dîrokî ve ne
16/07/2024
23:06 Li Colemêrgê 'Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re' di roja 12’emîn de ye
22:31 Li Serdeştê kolberek hat kuştin
22:17 Rapora bîlançoya êrişên mehekî hat eşkerekirin
22:06 Li Stenbolê nobeda dijqeyûm: Divê em bi têkoşîna yekgirtî rabin
21:50 Li kursiyê Meclisê, Girtîgeha Îmraliyê wek 'dojeh' pênase kir
21:23 OHD'ê der barê fermandarê îşkencekar de gilî kir
21:10 Li gundê Faxrikan ê Semsûrê şewat derket
21:02 Besê Hozat: Rayedarên AKP'ê dixwazin tecrîda li Îmraliyê bikin mijara bazariyê
19:48 Pankarta Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi sûrên Amedê ve hat daliqandin
18:43 Li Hezexê du kes hatin binçavkirin
18:20 Rojnamevan Topaloglû di rojeva Meclisê de ye: Hûn wî bernedin wê çavên wî kor bibin
16:40 Şaredariya Curnê Reş tabelayên kurdî daliqandin
15:59 Ozel mûxalîf vexwendin qadan
15:20 Li gelek bajaran çalakiya ‘Em ê radestî hejariyê nebin’
14:41 Danişîna doza tecawizê ya li cemaetê hate taloqkirin
13:39 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan diyar bû
12:53 Derbarê tenduristvanê pirsgirêka nexweşxaneyê kir rojev de lêpirsîn hate destpêkirin
12:45 Hatîmogûllari: 15’ê tîrmehê komployeke li dijî gelan e
12:24 Di 6 mehên ewil de bûdçeyê 747 milyar lîre li kêmiyê da
11:58 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate berdan
11:47 Li Şirnexê dîsa gelek dever hatin qedexekirin
11:00 Cotkar dê di Mitînga Çandiniyê de daxwazên xwe biqîrin
10:33 Di êrişa Îsraîlê de karsazê nêzî Esad jiyana xwe ji dest da
10:32 Kaya ya hatiye girtin tu caran li ber zilmê serî netewand
10:27 Îşkence li karkerê rihayî yê mafê xwe xwest hate kirin
10:20 Girtî Barik: Bi kuştinê gefê li min dixwin
10:08 Ji pênûsa girtiyekî 30 salên Kelekê
09:48 Nûnerên rêxistinên jinan: Li dijî êrişan dem dema yekbûna li kolanan e
09:38 Li Başûr di 6 mehan de 30 jin hatin kuştin: Pêdivî bi qanûnên parastina jinan heye
09:26 9 sal in xaniyên wan nehatine çêkirin: Dewlet me ceza dike