Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin

  • rojane
  • 11:53 14 Tebax 2024
  • |
img
WAN - Welatiyê bi navê Suleyman Sabrî Mavî yê 75 salî ku di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir, bi hinceta teqezbûna cezayê hefsê hate girtin. 
 
Welatiyê bi navê Suleyman Sabrî Mavî yê 75 salî ku ji dest û pêyan ketiye, piştî cezayê wî yê 8 sal û 9 mehan ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, di 11’ê tebaxê de li navçeya Gever a Colemêrgê hate binçavkirin. Mavî, di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê. Mavî, hêj tedawiya wî xelas nebûbû ku ji nexweşxaneyê hate derxistin û di 12’ê tebaxê de şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê. 
 
Mavî hem ji hêla çav hem jî ya guh ve astengdar e. Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê rapora “Ji sedî 96 astengdar e” ji bo Mavî daye. Piraniya hinavên Mavî îflas kirine û Mavî ji dest û pêyan ketiye. 
 
Parêzera Mavî, Medya Çalli ji bo taloqkirina înfaza Mavî û sewqkirina Saziya Tipa Edlî (ATK), serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da. 
 
BIRYARÊN DMME Û AYM’Ê BI BÎR XIST
 
Di serlêdanê de Çalli biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi bîr xist û wiha got: “Heke girtî yan jî hikûmxwarekî/a saxlem ketibe girtîgehê lê piştre nexweş ketibe, heke kesekî/a nexweş ketibe girtîgehê û tevî raporên bijîşkan ên ku dibêjin nexweş e û mercên girtîgehê ne li gorî tenduristiya wî/wê ne jî di girtîgehê de rewşa wan nebaştir bibe yan jî wefat bike, ji vê rewşê dewlet berpirsyar e. Di vê çarçoveyê de divê dewlet ji bo parastina mafê jiyanê bi awayekî xurt hemî tevdîrên hiqûqî, îdarî û darazî bigire û ev yek zarûriyeteke. Bicihanîna berpirsyartiya xwe ya dewletê ya di vê mijarê de, mecbûriyeteke hiqûqî, makeqanûnî, siyasî û wijdanî ye.” 
 
‘BÊYÎ WERE TEDAWÎKIRIN ŞANDIN GIRTÎGEHÊ’ 
 
Di daxwaznameyê de parêzer Çalli cih da daxwaza tehliyekirinê û ev tişt anî ziman: “Di rapora ji hêla Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê ve hatiye amadekirin de tê gotin ku ji sedî 96 astengdar e. Gelek nexweşiyên muwekîlên min ên cuda hene û herî dawî bi gumana krîza dil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Lê hêj tetkîk û tedawiya pêwîst nehatibûn kirin ku tenê rojekê li nexweşxaneyê ragirtin û tavilê şandin Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê. Ji ber sedemên me qala wan kirî, nexweşiyên cidî yên muwekîlê min hene û nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî. Tevdîrên ji bo muwekîlê min di mercên girtîgehê de tên girtin dê kêm bimînin lewma em dixwazin ku heta şert û merc guncav dibin înfaza wî were taloqkirin. Em dixwazin muwekîlê me sewqî nexweşxaneyeke baş an jî Saziya Tipa Edlî were kirin û piştî rapora bê ka mercên girtîgehê ji bo wî guncav in an na derdikeve jî înfaza wî were taloqkirin.”
 
ÇI BÛBÛ?
 
Di sala 2012’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê di bin navê “KCK’ê” de lêpirsînek hatibû destpêkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derheqê Sulyeman Sabrî Mavî de doz hatibû vekirin. Di dozê de 8 sal û 9 meh cezayê hefsê li Mavî hate birîn. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî ya di sala 2019’an de dabû erê kir. 
 
Di çarçoveya heman dozê de 24 kes dihatin darizandin. Li kesên ji dozê tên darizandin ji 8 salan heta 17 salan cezayê hefsê hatibû birîn. Tevahiya cezayan ji hêla Dadgeha Bilind ve hatin erêkirin. 
 

Sernavên din

18/08/2024
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin
09:09 Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin
09:06 Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê
09:03 Jinên wanî daxwazên xwe ragihandin şaredariyarê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN
17/08/2024
22:36 Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:18 Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
16:12 Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin
15:28 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:18 ÎHD: Mafê her mirovî heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn
14:59 Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê
14:49 Hatimogûllari: Dawiya vê rejîmê hatiye
14:48 Uçar: Tirkiye bi hevkariya PDK’ê ji nû ve DAIŞ’ê zindî dike
14:41 Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan
13:50 Li bajarên herêma Egeyê şewat berdewam dike
13:41 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
13:31 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
10:51 Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin
10:19 Li Hindistanê dirûşma jinên kurd 'Jin jiyan azadî' olan da
09:52 Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin
09:48 Xebatên 5 mehan ên Şaredariya Êlihê
09:29 Genimê cotkaran li nava zeviyan ma
09:07 Tehliyeya girtiyê di greva birçîbûnê de cara 5’emîn hat taloqkirin
09:00 Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan
09:00 Ji ber krîza aborî nanê tenûrê jî nayê pahtin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
08:46 Şewata li Dêrsimê hat vemirandin
16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
15:30 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
15:09 OHD’ê îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê piştrast kir
14:02 Li Sûriyeyê li pey hev 2 erdhej çêbûn
13:37 Bi ser erdheja Marmarayê re 25 sal derbas bûn: Tu gavên tevdîrê nehatin avêtin
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin
09:44 Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive
09:43 Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê
09:26 Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin
09:25 'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
09:03 Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
09:01 Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN
15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:44 Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
11:34 Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
10:38 Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
10:34 Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
10:03 Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê
10:01 Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin
09:47 Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
09:06 Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne
09:05 Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
09:03 ‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
09:02 Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
08:52 Benzîn carek din hat bihakirin
08:47 Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin
14/08/2024
20:17 'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'
18:15 Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn
16:19 Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin
15:54 Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir
15:44 Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn
15:23 Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû
14:26 4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê