Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn

img

STENBOL - Birayê Kenan Bîlgîn ê beriya 30 salan hat windakirin Îrfan Bîlgîn ê di çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî, bertek nîşanî barîkatên li Qada Galatasarayê dan û wiha got: “Em bi wan serbilind in, hûn jî ji van bariyerên li piştê şerm bikin.”

Dayikên Şemiyê di hefteya 1015’an de careke din li Qada Galatasarayê hatin cem hev û ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin û di bin çavan de hatin qetilkirin bipirsin dengê xwe bilind kirin û xwestin kujer bên darizandin. Parêzvanên mafên mirovan û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bûn û qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên windakirî hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Kenan Bîlgîn ê ku di sala 1994'an de li Enqereyê hat binçavkirin careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.
 
Di çalakiyê de endama Komisyona li Dijî Windakirina di bin Çavan de ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Sebla Arcan daxuyanî xwend.
 
Arcan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di encama polîtîkayên dewletê de bi sedan kes di bin çavan de hatine windakirin. Arcan, diyar kir ku bi dosyaya Kenan Bîlgîn a ku di hiqûqa navxweyî de nekarî encamekê bi dest bixe, tevî ku DMME’yê bi yekdengî biryara mehkûmkirinê da, careke din li pêşberî raya giştî bûn û wiha got: “30 sal in em dipirsin ku Kenan Bîlgîn li ku ye? Kenan Bîlgîn ê 35 salî di 12’ê îlona 1994’an de li Dîkmena Enqereyê ji rawestgeha otobusê hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. Malbat, parêzer û Komeleya Mafên Mirovan hewl dan xwe bigihînin Kenan Bîlgîn, lê polîsên Enqereyê binçavkirina wî red kirin. Li ser vê yekê 11 şahidan ji raya giştî re ragihandin ku Kenan Bîlgîn li şaxê bi îşkenceyê rû bi rû maye. Malbata Bîlgîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û xwest Kenan bê dîtin. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Selahattîn Kemaloglu ku ji bo dîtina Kenan û kiryaran xwe bigihîne hewl dida wezîfeya xwe pêk bîne hat astengkirin û ji Enqereyê hat sirgûnkirin. Alîkarê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Ozden Tonûk ku lêpirsîn girt ser xwe, der barê serlêdanên malbat û şahidan de gavên pêwîst neavêt. Şahid O.A. û M.Y. tevî ku gotin 'polîsên Kenan Bîlgîn ji hucreyê girtin' jî dikarin bên naskirin jî, li ser vê yekê tiştek nekirin. Dûvre terfî kirin û bi nivîsandina raporek 3 rûpelî ku şahidan bi îdiayên derew bi mebesta şermezarkirina polîs û dewletê kirine doz girt. Piştî ku di DMME'yê de hat qeydkirin ku di raporê de heqîqet nayê nîşandan, terfî kirin û bû endamê Dadgeha Bilind."
 
‘EM Ê DEST JI DAXWAZA EDALETÊ BERNEDIN’ 
 
Arcan, anî ziman ku dema ji hiqûqa navxweyî ti encam nehat girtin malbatê serî li DMME'yê da û got ku DMME’yê lêkolîn kir, li şahid, dozger û wezîfedarên polîsan guhdarî kir û diyar kir ku Kenan Bîlgîn ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin, lê tu qeyd tune. Li ser vê yekê hatin girtin û bi yekdengî dengê xwe da Tirkiyeyê. Arcan, wiha dewam kir: “Tevî ku DMME’yê diyar kir ku îdiayên malbata Bîlgîn ew qas zelal in ku cihê gumanê nehêle jî, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê got, 'Tu daneyên ku nîşan bidin Kenan Bîlgîn birin girtîgehê nehatin dîtin. Yek ji navendên binçavkirinê yên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Enqereyê ye û bi hinceta ku dosyayê neşopîne biryar da. Li dijî biryarê jî nerazîbûn hatin redkirin. Bi kurtasî, her çend di hiqûqa navxweyî de hemû rêyên hiqûqî yên berdest hatin bikar anîn jî, ti encam bi dest neket. Lê Tirkiye hem wekî alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û hem jî li gorî xala 90'emîn a Destûra Bingehîn mecbûr e ku bi tevahî biryarên DMME’yê bi cih bîne. Divê meqamên edlî biryarên DMME’yê li ber çavan bigirin. Em daxwaza xwe ya ji bo aşkerekirina aqûbeta Kenan Bîlgîn û lêpirsîneke bi bandor li ser gumanbarên vî sûcê li dijî mirovahiyê tê zanîn dubare dikin. Çiqas sal derbas bibin jî; Em ê dev ji daxwaza edaletê ya Kenan Bîlgîn bernedin, em ê ji bo hemû windahiyên me dest ji daxwaza edaletê bernedin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
 
JI BARIYERAN ŞERM BIKIN 
 
Birayê Kenan Bîlgîn, Îrfan Bîlgîn ê di çalakiyê de axivî, bertek nîşanî barîkatên polîsan dan û diyar kir ku bi mirovên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin serbilind in. Bîlgîn, wiha domand: “Em vê dibêjin hûn çi dikin bikin ev mirov rûmeta me şerefa me ne. Em bi wan serbilind in, tiştên ku wan difikirin, difikirîn, tiştên ku dixwazin bikin dikin. Hûn jî ji van bariyerên li piştê şerm bikin. Vê şermê rakin, van bariyeran rakin.”
 
AQÛBETA NARÎNÊ HATE PIRSÎN  
 
Dayika Mûrat Yildiz ê di bin çavan de hatiye windakirin, Hanîfe Yildiz jî aqûbeta Narîn Guran a 8 salî ku 18 roj in winda ye pirsî û wiha got: “Bila dewlet bibîne, derxîne holê. Em ne kevirê sebrê ne. Kevirê sebrê jî şikest.”
 
Herî dawî qurnefîlên sor danîn cihê ku di binê dorpêçê de ye.
 

Sernavên din

11/09/2024
09:16 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet: Ocalan, nasnameyeke ku sînor derbas kirine ye
09:09 Tundî zêde dibe: Divê xeleka xweparastinê hêj bêhtir bê mezinkirin
09:07 19 meh in ji bo xizmên xwe yên winda têkoşîna edaletê dide
09:06 31 salên di zindanê de vegot: Li dijî zordestiyê berxwedan afirî
09:04 Li Botanê dema berhevkirina çiloyê dest pê kir
09:02 Gundê Qurçikê li benda xizmetê ye: Nexweş bi hespan diçin û tên
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
10/09/2024
22:36 Qetilkirina Narîn Guranê hat şermezarkirin
22:34 Bahtiyarê ku got cenazeyê Narînê xistiye çem hat girtin
21:38 Ji bo xwişka Narîn Guranê ya bi guman jiyana xwe ji dest dabû lêpirsîn hat destpêkirin
18:20 Meclisa Şaredariyê ji bo Narîn Guranê deqeyek rêz girt
17:04 Piştî 15 salan di doza Ûytûn de biryara keşif kirinê
16:47 ‘Em ji bo Narînê edaletê dixwazin’
16:39 Cenazeyê Dagdelen ê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:28 Li rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hat kirin
15:55 Girtiya ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da
15:49 Du kujer hatin cezakirin lê hê jî kujerê sereke nehatiye girtin
15:27 Li dozgeriyê dest bi îfadeya Bahtiyar ê cenazeyê Narînê xistibû robar hate kirin
15:19 Şandeya Sûriyeyê Hakan Fîdan protesto kir
15:05 Heta kesên ku komkujî pêk anîne bên cezakirin dê çalakiya wê bidome
14:59 Doza keçika êzidî hat taloqkirin
14:46 Ji bo Narînê serî li Meclisê dan: Bila Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:32 Koçyîgît: Rastiyên li pişt mirina Narînê aşkere bikin
14:26 Li Agiriyê ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê meşiyan
14:24 Ahmet Kaganarslan 32 sal şûnve tehliye bû: Me serî netewand
13:48 Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
13:45 Doza zaroka êzidî: Em dibêjin êdî bes e
13:29 Li Amedê ji bo Narîn Guran şîn hate danîn
13:28 NY: Tirkiye li Sûriyeyê sûc dike!
13:21 26 rêxistinan mafên mirovan ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
12:12 Şanoya Şaredariya Amedê bi Don Kîxot perdeya xwe vedike
11:46 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:31 Bav kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt
11:30 Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ji sedî 26,5 e
10:53 Dema binçavkirinê ya gumanbarên lêpirsîna Narînê hat dirêjkirin
10:41 Li Stenbolê dê Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin
10:27 Di 23 salan de 34 hezar cinayetên kar: Divê karker ji bo mafên xwe xwe birêxistin bikin
09:59 Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê
09:58 Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
09:34 Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin
09:33 Gelê Wanê bertek nîşanî qetilkirina Narînê da: Divê ev pergal bi dawî bibe
09:32 Nivîskar Aysû: Di çandiniyê de rojên xirabtir li benda me ne
09:08 Di 2023’yê de zêdetirî 40 hezar dosyayên sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin
09:07 Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin
09:05 'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'
09:02 Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li NÇM’ê qeydên qursan dest pê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN
08:52 Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin
08:51 ‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’
09/09/2024
22:27 Ji bo Narînê Guranê çalakî: Bila îfadeya Ensarîoglû bê girtin
17:34 Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe
17:16 Tecrîd şermezar kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin
16:38 Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min
16:22 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê îfade nedan dozger
16:22 Ji bo Narînê çalakî: We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir
16:02 Omer Ocalan: Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin
15:59 DEM Partiyê têkildarî kuştina Narînê pêşniyazname da Meclisê
15:32 Navên cihên ji bo destpêkirina çalakiya Meşa Dirêj, diyar bûn
15:08 Polîsî gef li karkerên di çalakiyê de xwar: Zarokên we nikarin bixebitin
14:59 Hatîmogûllari: Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin
14:41 Sendîka û komeleyên ziman: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:01 Girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narînê de derket holê
13:51 Emîne Şenyaşar 19 roj in li Meclisê li ‘edaletê’ digere
13:21 Hewldana definkirina Narînê ya li gundekî cuda encam negirt
13:06 Gundên Binarê Qendîlê bi balafirên şer hatin bombebarankirin
12:30 AKP’iyan di cenazeyê Narînê de wêneyê komî kişandin
11:53 Li Sûdanê di êrişek li bazarê de 21 kes mirin
11:53 Li Nîjeryayê qezaya tankerê: 48 kes mirin
11:51 Narîn Guran hate definkirin
11:03 Li Garê pevçûn derket: Serpelek hate kuştin
10:43 Dibistan vebûn: Nabe ku hûn zimanê dayikê yê gel weke zimanê hilbijarî bidin
10:42 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa 2 roj man
10:24 Cenazeyê Narîn Guranê ji ATK’ê hate wergirtin
10:19 Yilmaz Guney gotibû: Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e
10:05 Du telgrafên nû: Enqere naxwaze dibistanên kurdî bên vekirin!
09:43 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna baranê
09:01 ‘Zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin’
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN
08:50 7 binçavkiriyên ji bo Narînê çalakî li dar xistin hatin berdan
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Peymana qirkirinê’ derket
00:42 Wesayîta mamê Narînê ji gund hate derxistin
08/09/2024
23:59 Olûç: Ev desthilata ku di neçareseriyê de israr dike ye
23:45 Karûbarên otopsiyê yên Narînê temam bûn: Dê sibê were veşartin
23:31 Çawişên pispor bi wesayîtan li ciwanekî dan: Ciwan rakirin beşa lênerîna awarte
21:49 Li Pulurê wesayîta leşkerî qeza kir: 4 leşker mirin
21:40 Ji bo Narîn Guranê çalakî: Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?
21:25 Serokê Baroya Amedê Eren: Dibe ku faîlên Narînê li derve bin
20:13 Li Amedê meşa ji bo Narînê: Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP
19:55 Panela ‘şer û çareseriyê’: Ocalan muzakeravanê sereke ye
18:28 MED-DER: Bila kurdî bibe zimanê fermî
17:53 Lêpirsîna Narîn Guranê: 21 kes hatin binçavkirin
16:32 Parêzer Ozdemîr: Divê têkildarî windakirina cenazeyê lêpirsîn bê destpêkirin
16:19 Rojnamegera girtî Serunaz Ehmed dest bi grevê kir
15:43 ARÎ-DER’ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:36 Sutpak û Kolanç bi girseyî hatin ziyaretkirin û pêşwazîkirin
15:26 Li Tekîrdagê hevdîtina ‘Nan û Edaletê’
15:02 ‘Divê îktîdar ji ber mirina Narînê hesabê bide’
14:11 Dê qetilkirina Narîn Guran bê protestokirin
13:43 Li Kobanê wesayîtek bi SÎHA’yan hedef hat girtin