'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin'

  • rojane
  • 10:08 14 Îlon 2024
  • |
img
STENBOL - Parêz Rezan Gezer diyar kir ku di rapora wan de ya der barê sedemên êrişên nijadperest ên di demên dawî de bi taybetî mafê darizandina adil derketiye pêş û got: "Tekane tişta dixwazin mafên ji bo welatiyan tên sepandin ji bo wan jî bê sepandin." 
 
Komîsyona Koçberî û Penaberan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê rapora "Li Tirkiyeyê li dijî penaberan nijadperestî û binpêkirina mafan" di 30'ê Tebaxê de weşand. Di raporê de li ser êrişên nijadperestî yên di navbera 1'Ê çileya 2020'î û 31'ê kanûna 2022'yan de pêk hatine hatiye sekinandin. 
 
Di beşa encamê û nirxandinê ya raporê de ku 675 binpêkirinên mafan tê de hene, îşaret bi bêcezatiyê hatiye kirin. Ji Komîsyona Koçberî û Penaberiyê ya komeleyê Rezan Gezer têkildarî raporê axivî. 
 
LI NAVENDA PAŞVEŞANDINÊ TECAWIZ
 
Gezer da zanîn ku ji bo fêm bikin ku êrişên nijadperest ên di demên dawî de çawa zêde bûne rapor amade kirine û got ku di raporê de derketiye holê ku bi taybetî mafê darizandina adil a penaberan hatiye binpêkirin.  Gezer got: “Me di heman demê de der barê encamên hin bûyerên ku li ser gelek kesan qewimîn û di çapemeniyê de cih girtin de lêpirsîn da destpêkirin. Di raporê de bûyera ku herî zêde bala min kişand dosyeya jineke îranî ye ku li Navenda Vegerê (GGM) rastî tecawizê hat. Piştî ku efser hatin darizandin dosye hat eşkerekirin. Hat diyarkirin ku di dosyeya jina îranî de ku ji aliyê 3 efseran ve rastî êrîşê hat 2 efser hatin darizandin. Ji ber vê yekê derket holê ku mafê darizandina adil yê jina penaber hatiye binpêkirin." 
 
Gezer diyar kir ku çapemeniyê jî ji dûr ve cih daye penaberan û got ku bûyera 3 penaberên li Îzmîrê hatin şewitandin tenê di hin organên çapemeniya muxalîf de cih girtiye. Gezer bal kişand ser zimanê nefretê yê çapemeniyê û her wiha astengkirina mafê darizandina penaberan û got: “GGM saziyên cemaweriyê ne. Di van dezgehên giştî de gelek tişt diqewimin, rêveberên saziyan, karmend û ya herî girîng jî rêveberiyên koçberiyê yên bajaran berpirsiyar in. Ji ber vê yekê, divê dewlet ji ber binpêkirina mafên mirovan rasterast bê darizandin. Lê dest ji dewletê berdin, kesên berpirsyar jî nayên darizandin. Di sala 2021’ê de li GGM’yan xwekuştinek komî pêk hat. Lê, sedema vê xwekuştina komî, kesên berpirsiyar an jî darizandin çêbû yan na bi tu awayî di çapemeniyê de rû neda. Dema penaberên li vir giliyê saziyan dikin, gava paşê difikirin wê çi bê serê wan bi tu awayî giliyê meqama edlî nakin. Jixwe di warê ewlehiyê de pirsgirêka wan heye." 
 
'DARIZANDINA ADÎLANE'
 
Gezer destnîşan kir ku ji bo penaber li Tirkiyeyê di bin binçavkirina îdarî de bin û gava lêpirsîn bê destpêkirin demildest der barê wan d ebiryara dersînorkirinê bê dayîn qanûneke taybet hatiye çêkirin. Gezer destnîşan kir ku penaber tenê dixwazin dema tiştek bê serê wan bes bila darizandineke adil pêk bê û got: "Tekane tişta ku penaber dixwazin mafên ji bo welatiyan tên sepandin ji bo wan jî bê sepandin." 
 
Gezer anî ziman ku bandoreke berfireh a siyasetmedar, peywirdarên cemaweriyê û bikarhênerên medyaya dîjîtal heye û xwest ku dest ji axaftinên nijadperest bê berdan. Gezer anî ziman ku berê giliyên li hin siyasetmedaran dihat kirin û got: "Lê bersiva van giliyan nehat. Ên hatin jî biryara 'neşopandinê' bûn. Serlêdanên komeleya me esas nayên girtin û em baş dizanin tu serlêdanên penaberan jî esas nayên girtin." 
 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

18/09/2024
11:46 DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
11:46 Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
11:35 Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
11:19 Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:24 Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
10:06 Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
10:05 Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
10:00 Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
09:51 Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
09:01 Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
09:01 Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
09:00 Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
09:00 Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN
08:34 Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:27 Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
17/09/2024
23:45 Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir
16:21 Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê
15:49 Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
15:47 Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!