Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan

COLEMÊRG - Etnomuzîkolog Serdar Canan ku li ser mijara “Selîqeyan” axivî, da zanîn ku selîqe terz ango meqamê gotina stranê ye û got: “Selîqe, zêdetirî meqamê herêmê an jî deverê ye û selîqe di muzîka kurdî de bi rêkûpêkbûyîn e.”
 
Herêma Behdînanê ango herêma Colemêrgê bi çand û hunera xwe ya kevnare di nava Kurdistanê de cihekî taybet digire. Bi stran û govendên xwe, bi formên di nava stranan de, bi cil û berg û jiyana xwe ya kurdewar li ber bişaftina serdestan li ber xwe daye û hê jî li ber xwe dide. Sedema vê yekê jî qedîmbûna Colemêrgê û kevneşopiya ku jê tê ye. Her çiqas di warê çand û hunerî de lêkolînên berfireh nehatibin kirin jî çend xwemxûrên çand û hunera kurdî li ser çend mijaran lêkolîn kirine. Yek jê jî mijara “Selîqe” ye ku piranî li herêma Behdînan bi taybetî jî Colemêrg bi kar tîne. Etnomuzîkolog û hunermend Serdar Canan, li ser mijara “Selîqeyê” lêkolîn kiriye û albûmek jî bi heman navî amade kiriye. 
 
Etnomuzîkolog Canan têkildarî wateya selîqeyên li herêma Colemêrgê û bandora van selîqeyan ya li ser govendan ji ajansa me re vegot.
 
TAYBETMENDIYA MUZÎKA COLEMÊRGÊ
 
Canan di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku mirov dikare bibêje muzîkek taybet ya Colemêrgê heye. Canan destnîşan kir ku li Colemêrgê ji bo her rewşeke jiyanê stranek an jî formek muzîkê heye û got ku lawje, stran, şeşbendî, narînk, payîzok, heyranok, gazî hwd. çend mînak in ji bo vê rewşê. Canan da zanîn ku formên weke lawje û şeşbendî li navçeya Çelê û navenda Colemêrgê zêdetir stranên rûniştinê ne û wiha got: “Li Çelê û Colemêrgê lawje û şeşbendî form in. Li Gever û Şemzînanê şeşbendî dîsa form e û stranên govendî ne. Lê lawje, li Gever û Şemzînanê dibe cure û di bin xwe de gelek formên muzîkê dihewîne. Ango li Gever û Şemzînanê ji dengbêjekî lawjeyekê bixwazî, dê pisyara ‘Kîşan lawjeyê bibêjim? Lawjeyeke dîwankî an govendî hwd. bibêjim?’ bibihîzî. Her wiha şeşbendî stranên rûniştinê ne û li Çelê û Colemêrgê çend dengbêj rûdinin û li hev wergerînin ango difetilînin. Şeşbendî li Çelê û Colemêrgê nîv rîtm in. Lê li Gever û Şemzînanê bi rîtm in û govendî ne.”
 
SELÎQE TÊ ÇI WATEYÊ?
 
Canan anî ziman ku selîqe zêdetirî li herêma Behdînanê tê bikaranîn û di nava jiyana rojane de jî gelek caran peyva selîqeyê tê bikaranîn. Canan diyar kir ku selîqe, şêwe (terz) an jî meqamê gotina stranê ye û wiha domand: “Gava mirov ji yekê daxwaza stranekê dike, dibêje ‘Ka bi selîqeya Serhedê stranekê bibêje’. Ankû selîqe, zêdetirî meqamê herêmê an jî dewerê ye. Ne meqamê ku gelek caran dibêjin ‘Ûşak, Kurdî, Huseynî hwd.’ Peyva meqamê ku di muzîka kurdî de tê pênasekirin, terz an jî şêwe ye. Terzê Şakiro, terzê Eboyê Marûfî, terzê Kawis Axa hwd. Di nava jiyana me ya rojane de jî selîqe tê bikaranîn. Gava kesek bi rê ve diçe dibêjin ‘Bi selîqe bimeşe’, ankû bi rêk û pêk bimeşe. Lewma selîqe di muzîka kurdî de rêkûpêkbûyîn e.”
 
CUDAHIYA SELIQEYAN: HEMAN EŞÎR IN LÊ SELIQEYÊN WAN CUDA NE
 
Canan destnîşan kir ku her herêmeke Kurdistanê selîqeyeke xwe heye. Canan diyar kir ku her wiha deverên di nava wan herêman de jî seliqeyên xwe hene û mînaka Colemêrgê da. Canan bi lêv kir ku li Colemêrgê her eşîrekê, di nava van eşîran de jî her gundekî selîqeyên cuda hene û wiha berdewam kir: “Di nava eşîra Doskiyan de seliqeyên gundên Şuke û Kinyaniş ji Doskijoriyên ku nêzîkî bajarê Geverê ne, cudatir e. Kinyaniş, ji ber ku nêzî Çelê ye, piranî selîqeya wan dikişe ser Çelê, li ser eşîra Pinyanişiyan.  Her wiha ew formên lawjeyan, heyranok, payîzok, şeşbendî hwd. taybetî yên eşîra Pinyanişiyan in. Selîqeya strangotinên Pinyanişiyên Çelê û Colemêrgê û Pinyanişiyên Gever û Elbak a Wanê jî, ji hev gelek cuda ne. Heman eşîr in lê selîqeya wan yekser ji hev cuda ne. Mirov nikare sedema vê yekê jî pênase bike.”
 
BANDORA SELÎQEYAN YA LI SER GOVENDAN
 
Canan bal kişand ser bandora selîqeyan ya li ser govendên Colemêrgê û da zanîn ku gelek govend hene ku bi navê stranê tê zanîn. Canan çend mînakên van stanan da û diyar kir ku govendên Zêrînê, Hicrokê, Ehmed Beg, Elo Dîno, Sincanê hwd. gelek govend bi strana ku tê gotin, teşe girtiye. Canan destnîşan kir ku peywendî di nava stran û zimanê bedenî de gelek e û wiha pê de çû: “Yan muzîkê li ser zimanê bedenî bandor kiriye yan jî zimanê bedenî li ser muzîkê bandor kiriye baş nizanim. Lê Jean-Paûl Sartre di nivîseke xwe de dibêje ku ‘heke miletek bindest nekarî serdestên xwe, hestên xwe bi zimanê bedenî nîşan dide. Ankû bi govend û reqsên xwe dide nîşandan.’ Wêca mirov dikare bibêje ku bindestiyê li ser govendên me û muzîka me bandor kiriye. Lewma li tevahî Kurdistanê bi hezaran cureyên govendê hene. Hema min tenê 84 govendên Colemêrgê tomar kirine.”
 
‘STRANBÊJÊN DIÇIN DAWETAN RESENIYA STRANAN XERA DIKIN’ 
 
Canan diyar kir ku stranbêjên li dawet û şahiyan derdikevin ser dikê stranên bi selîqeyên cuda tên gotin, bi heman selîqe û rîtmê dibêjin û da zanîn ku ev yek reseniya stranan ji holê radike. Canan, bang li stranbêjan kir û wiha got: “Dengbêjên li herêma Colemêrgê jî ji vê rewşê aciz in. Ez bang li stranbêjan dikim ku bila biçin ba dengbêjan tomarkariyê bikin û stranên kevin jî bibêjin, lê bila zêde xerab nekin. Ez stranbêjên Colemêrgê gelek zîrek û çalak dibînim. Niha gelek ciwanên me hene konservatûaran dixwînin. Bila bala van ciwanan li ser muzîka kurdî be û ne tenê muzîka Colemêrgê ya hemû Kurdistanê agahdar be. Zêde bila tirkî nebêjin, tirkî hewcehî bi ciwanên me nîne, lê kurdî hewceyî heye. Luksa muzîkjenekî kurd nîne ku muzîka kurdî nezane. Bi tirkî xwendin ne hincet e, bila muzîka kurdî û yên miletên din bidin ber hev û ferq û cudahiya di navbera wan de hîn bibin.”
 
SERDAR CANAN KÎ YE? 
 
Serdar Canan di sala 1986’an de li navçeya Gevera Colemêrgê hatiye dinê û perwerdehiya xwe ya heta lîseyê li vir qedandiye. Piştre li Zanîngeha Hunerên Bedew a Mîmar Sînanê beşa Etnomuzikolojiyê qezenc kiriye û li heman beşê lîsansa bilind qedandiye. Di sala 2019’an de teza xwe ya bi navê “Li Colemêrg û Derdora Wê Kevneşopiya Lîstikên Gelêrî û Taybetmendiyên Muzîka Vê Kevneşopiyê” xelas kiriye. Nêzî pênc mehan jî di Zarok TV de karê dublaja kurdî kiriye.
 
 MA / Bazîd Evren 
 

Sernavên din

21/09/2024
09:39 Dîcle Anter: Kekê min deriyê bavê min her tim vekirî hişt
09:05 Xizmê girtî: Em jî tên cezakirin
09:04 Hozan Kazo behsa dîmenê xwe yê bi Apê Mûsa re kir: Ew ji bo me îlham bû
09:00 39 sal in nav û têkoşîna wê nehatiye jibîrkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2024'AN
20/09/2024
21:45 Li Elbakê ji ber lehiyê mal di bin avê de man
18:56 Li Botanê ciwan civiyan
16:42 Emîne Şenyaşar bû mehek li Meclisê daxwaza edaletê dike
16:34 Doza Necmettîn Fendîk hate taloqkirin
15:47 Ji bo nêçîra pezkoviyan ‘îhale’ hat vekirin
15:42 Der barê rojnamevanê girtî Yalçin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:36 Tuncel: Divê em pêşengtiyê ji guherîn û veguherînê re bikin
14:20 Di lêpirsîna Narîn Guranê de li dijî girtinan îtîraz hate kirin
14:14 Girtiyê li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê: Em hatine tecrîdkirin
14:08 Anter Anter dê li Zivingê were definkirin
14:04 Komîteya Wezîran Tirkiye hişyar kir: Heke gav neyê avêtin dê biryara navberê bê nîqaşkirin
13:26 Hatîmogûllari: Karesata herî mezin a bi serê vî welatî hatî AKP ye
12:43 Encamnameya Sempozyûma Çandiniyê hat eşkerekirin
12:22 Doza siyasetmedaran ji bo temamkirina parastinan hat taloqkirin
11:46 Kurê Apê Mûsa, Anter Anter jiyana xwe ji dest da
11:27 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li gorî qeymeqamê Pirsûsê 'guncav' nîne navê ‘Mem û Zînê’ li parqê were kirin
11:06 Apê Mûsa li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Me pênûsa te li erdê nehişt
10:59 Li xizmên xwe yên ku di pevguherandinê de winda kiriye digere
10:29 DSÎ'yê newal paqij nekir û mal di bin avê de man
10:23 Li gelek bajaran dê barîneke zêde bibare
10:03 ‘Dixwazin Tirkiye xwe ji Sûriyeyê vekişîne û li Iraqê qadekî bidin SMO’yê’
10:02 Der barê wêneyên Jîna Emînî û Narîn Guran de lêpirsîn hat destpêkirin
10:00 ‘Em li bendê ne ku di Mitînga Azadiyê de beşdariyeke mîna ya Newrozê çêbibe'
09:46 Li Dîlokê mirina biguman a jinekê
09:44 ATK: Narîn Guran bi xeniqandinê hatiye kuştin
09:39 Metîna hate topbarankirin
09:38 Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê de 4 tîm derketin nîvefînalê
09:37 32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî sibê dest pê dike: Em ê bersivê bidin hemû cîhanê
09:19 'Generalên Biçûk' pênûsa wî li erdê nehiştin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2024'AN
19/09/2024
16:56 Bakirhan: Pirsgirêk dê bi şandina îktîdarê çareser bibin
16:52 Bîranîna Jîna Emînî: Li dijî tecawiz û komkujiyan em xwe bi rêxistin bikin
16:40 Doza HDP û HDK’iyan: Parastinên dawî dê sibê bên wergirtin
14:44 Emîne Şenyaşar a çalakiya wê hate astengkirin rakirin nexweşxaneyê
14:35 Komên paramîlîter li Efrînê 10 welatî revandin
14:23 Emîne Şenyaşar li Meclisê hate astengkirin
14:00 Li Stenbolê ji bo mitînga karkeran a mezin bang hate kirin
13:40 Rêveberiya dibistanê ji zarokan heqê klîmayê xwest
13:34 Danişîna ewil a cînayeta Bahar Karabagê hate taloqkirin
13:27 Amedspor dê ji ber xelasnekirina tadîlata sehaya xwe gilî bike
13:26 Li gorî anketa Sarosê DEM Partiyê dengê xwe zêde kiriye
12:01 Girtiyê nexweş Tuzun: Li Girtîgeha Kirşehîrê îşkence li me tê kirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:49 Meşa Ciwanan a ‘Ji Ocalan re azadî’ di roja 4’emîn de ye
11:34 Rapora Girtîgeha Karabukê: 17 girtî nayên tehliyekirin
11:11 Apê Mûsa 32 sal berê hate qetilkirin: Kevneşopiya wî didome
11:05 Xizmên girtiyan: Em hemû tên tecrîdkirin
11:02 Li ser pêşniyara herêman modêleke nû ya rêxistinkirinê hat pêşxistin
10:00 Ji bo Şahîn a polîsekî ew qetil kir, têkoşîna edaletê didome
09:58 Fatma Sumelî ya ku bi tirkî nizanibû nehat tedawîkirin
09:55 Balafirên şer gundên Qendîlê bombebaran kirin
09:54 Başkurt ê li Licê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
09:53 Bi hinceta biryara 'qada Sîtê' nahêlin şênî biçin gundê xwe
09:52 Ferzkirina ‘Malbata pîroz’ a AKP’ê: Destkeftiyên jinan tên hedefgirtin
09:30 Karker xwe ji bo boykotkirina hilberînên Polonezê amade dikin
09:04 Komkujiya ‘Vegera li Jiyanê’: Ji bo serlêdana sûc a têkildarî Tantan û 2 kesan de biryara ‘bêrayetiyê’ hate dayin
09:04 Ji bo mitînga 'azadiyê' ya Amedê seferberî: Em ji vê rewşa heyî re bêjin 'bes e'
09:03 Behsa Îbrahîm Ayhan kir: Gotin û pratîka wî yek bû
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2024'AN
08:42 Ji bo 30 bajaran hişyariya barîna barana zêde
18/09/2024
23:59 Encamên Xelatên Apê Mûsa diyar bûn: Di warê wêneyê de MA bû yekemin
20:57 Malbatan cenazeyên Taş û Başkûrt wergirtin
15:54 Talebanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye
15:50 Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da
15:22 Liv û tevgera leşkerî ya li Licê zêde bû
15:16 Li ber girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Tecrîdê rakin
14:40 Hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de mirîn zêde bû
14:16 Biryar hat dayîn ku ‘Tifaq Ked û Azadiyê’ were berfirehkirin
13:58 Danişîna jinên girtî ya têkildarî cezayên dîsiplînê hate lidarxistin
13:14 7 kesên ku tecawizî jina astengdar kirin hatin girtin
13:10 Hatîmogûllari çû serdana Baroya Amedê
13:00 Bakirhan: Ya ku tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye
12:41 Di doza rojnamevan Kaya de cerdevan dev ji gilîkirina xwe berda
12:15 Cezayê hefsê dan Farisogûllari
12:10 Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin
12:03 Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin
11:54 Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin
11:46 DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
11:46 Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
11:35 Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
11:19 Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:24 Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
10:06 Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
10:05 Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
10:00 Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
09:51 Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
09:01 Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
09:01 Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
09:00 Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
09:00 Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN
08:34 Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:27 Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
17/09/2024
23:45 Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir