Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin

  • rojane
  • 15:02 23 Îlon 2024
  • |
AMED - Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn projeyên xwe yên ji hêla Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê ve hatine astengkirin yek bi yek vegotin. 
 
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn ji bo derbarê xebatên xwe yên 5 mehên dawî de biaxivin, bi rojnamegeran re hatin cem hev. Hevdîtin li Konaxa Îskenderpaşayê hate kirin û gelek rojnameger tev li hevdîtinê bûn. Hevdîtin bi nîşandana sînevîzyonê dest pê kir. 
 
Serra Bûcak a pirsên rojnamegeran bersivandiye, destnîşan kir ku derbarê gelek xebatên ku ew kirine de mufetîş hatine peywirdarkirin. Bucak bal kişand ser xizmeta pir zimanî ya “Zarokîstanê” û da zanîn ku ji ber vê yekê jî 2 mufetîşên mulkiyeyê hatine peywirdarkirin û wiha got: “Wek şûrê Demokles bi ser serê me disekinin. Em ji vê yekê aciz in.”
 
WEZARET KIRÎNA OTOBUSAN ASTENG KIR
 
Bûcak pirsa têkildarî guhezbariyê bersivand û wiha got: “Dil dixwest ku em hejmara wesayîtên guhezbariyê zêde bikin. Me xwest em 150 otobusên nû bistînin lê belê Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê dibêje ku hûn tenê dikarin li şûna 14 otobûsên dibin xorde 14 otobûsên nû bistînin. Ma 14 otobûs têrî vî bajarî dikin?”
 
‘EM HEWL DIDIN KU TRAMVAYÊ BÎNIN’
 
Bûcak derbarê pirsa çêkirina tramvayê de wiha got: “Ev pargel dikare pirsgirêkên gelê me çareser bike. Niha projeya me di destê Bernameya Razemeniyê Serokkomariyê de ye. Ji bo em di vê projeyê de bimînin, divê hemû xebatên amadehîyê em bi dawî bikin da ku di bernameya sala 2025’an derbikeve. Em ê teqez tramvayê bînin li vî bajarî.” 
 
‘KERKERÊN QEYÛM KAR GIRAN DIKIN’
 
Hevserok Dogan Hatûn jî da zanîn ku a niha herî zêde mijara paqijiyê wan dide zorê. Hatûn anî ziman ku ew dixwazin vê pirsgirêkê bi îhaleyekê çareser bikin lê belê wezaret ji wan re astengiyê derdixe. Herwiha Hatûn diyar kir ku karkerên paqijiyê yên di dema qeyûm de ketine kar, kar giran dikin, kêm kar dikin.” 
 
Hatûn bi bîr xist ku kesên di dema qeyûm de ketine kar bi mehan bêyî ku bixebitin mûçe stendine û axaftina xwe wiha domand: “Me raporên ku wan stendine şandin şandeya hakeman û me dît ku derbarê wan de tu kirarî nehatine kirin. Gelek xebatkarên qeyûm ên ku 7 saetên xebatê qebûl nakin hene. Derveyî van em dizanin ku tim gotegotên tayînkirina qeyûman berbelav dikin.” 
 
PROJEYÊN HATINE ASTENGKIRIN
 
Bûcak herî dawî derbarê xizmetên xwe yên ku xwestine di nava 5 mehan de pêk bînin û projeyên ku hatine astengkirin rêz kirin. 
 
“*Ji bo cihên rawest û guhezbariyê yên wesayîtên guhezbariyê, me ji Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê re nivîs şand lê mixabin veger çênebû. 
 
* Me ji bo depoya tramvayê ya ku ev demekî dirêj e di rojeva me de ye, ji bo zeviyekî li aliyê Talaytepeya girêdayî Şaredariya Peyasê ye were tahsîskirin, ji Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê re nivîs nivîsand lê belê du caran bersiv neyînî hat. 
 
* Ji bo çêkirina kompleksekî werzîşê ya pir armancî me daxwaza zeviyekî li aliyê Talaytepe ya girêdayî Şaredariya Peyasê kir lê belê bersiv neyînî hat. 
 
* Li taxa Cevdetpaşa ya navçeya Sûrê zeviyek heye û xizmetên civakî ji bo ciwanên bêyî kar werin îstîhdamkirin, xwest kursên perwerdeya pîşeyî bide. Lê belê mixabin me ji bo vê yekê jî ji Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê bersivêkî neyînî girt. 
 
* Birca Keçikê ya ku bi protokolekî dane Serokatiya Daîreya Çandê heye. Nûkirina bircê şaredariyê kir û em dixwazin vê bircê dîsa bidin şaredariya me. Lê belê Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê vê yekê red kir. 
 
* Me xwest di hêla paqijiyê de em barê 4 navçeyên navendî sivik bikin û me xwest em vegerin ser protokolên 6 û 2014’an û îhaleyê jî mezin bikin. Ji bo îhaleya wesayît û personelan hat gotin ku li gorî madeya 49’emîn a Qanûna Bajarê Mezin karûbarên paqijiyê şaredariya navçeyê dike û ev daxwaz hate redkirin.  
 
* Me ji bo taxa Rezan a navçeya Sûrê goristanek xwest. Milkê goristanê aîdê xizîneyê ye. Me bi caran nivîs şand lê belê me tu bersiv negirtin. Ji bo kirêya 20 salan a giha mîlyarek 148 mîlyon pere hatiye razandin. Ji Walitiyê destûr hatiye stendin, lê belê em ji bo dewrkirina tapuyê li benda nivîsa Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê ne. Heke li vî bajarî pandemiyek çêbe em nizanin bê ka em ê çi bikin. Me têkildarî vê yekê jî bi qada lezgîn daxwaza hevdîtinê kir lê belê ev daxwazên me jî tên astengkirin û bêyî bersiv tên hiştin.” 
 

Sernavên din

27/09/2024
10:14 Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin
10:08 Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin
09:33 Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin
09:04 Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin
09:04 Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin
09:03 Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!
09:02 Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê
09:02 Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin
09:01 Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
09:03 Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
09:02 Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
09:01 Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN
25/09/2024
22:46 Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
19:27 Ji bo kurdî banga seferberiyê
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN
08:33 Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
24/09/2024
20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
16:17 Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir
16:05 Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê
16:05 Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
16:03 Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
13:50 AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
13:32 Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
12:48 Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
12:14 Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
12:00 Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin
11:50 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:41 Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
09:02 Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin
09:01 Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN
08:54 Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin
08:23 Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir
08:06 Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin
23/09/2024
21:41 Eker piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:38 'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin'
17:01 Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin
16:34 Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
16:15 Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin