Bayindir: Divê em têkoşîna xwe hêj mezintir bikin

  • rojane
  • 12:55 23 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir çû serdana Dayikên Aştiyê û di serdanê de wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê tecrîd were rakirin, Abdullah Ocalan azad bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Hewceye em têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir çû serdana endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya li Rezan a Amedê. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, hevserokên DBP’a bajar û navçeya Rezanê, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulderen Varli û endamên MYK’ê jî di serdanê de cih girtin. Dayikan, şande di derî de pêşwazî kirin. Bayindir, ji ber êrişa li dijî dayikan a li Silopiyayê hêviya başî û silametiyê kir. 
 
BERXWEDANA DAYIKAN PÎROZ KIR
 
Bayindir, di serî de berxwedana dayikan a li Silopiyayê pîroz kir û wiha got: “Berxwedana we em serfiraz kirin. Em dizanin ku dayik ne tenê li Silopiyayê, ji Meclisê heta girtîgehan li gelek cihan li ber xwe didin. Dayik pêşengtiya têkoşîna ji bo parçekirina vê pergalê tê meşandin dikin. Dayik heta ku encamekî bi dest dixin jî dev ji berxwedana xwe bernadin. Grevên birçîbûnê yên sala 2019’an jî bi saya berxwedana dayikan gihişt encamê. Em rojên zehmet dijîn lê divê em hêvî û baweriya xwe zêdetir bikin. Ev 10 sal in vê dweletê polîtîkayeke cuda daniye pêşiya xwe. Dixwazin têkoşîna kurdan vemirînin. Lê nekarîn. Di serî de dayik, jin û ciwan, gelê kurd seknekî dîrokî raber kir. Me bedelên giran da û berxwedaneke mezin raber kir. Vê serkeftin û berxwedana mezin jî pêşiya me vekir. Divê em yekitî û rêxistiniya xwe mezintir bikin û ji bo destkeftiyên şênber ên hiqûqî û dîplomatîk têkoşînê bêhtir mezin bikin. Em ê têkoşîna li Kurdistanê tu caran bi dawî nekin. Kurd tenê bi berxwedan û têkoşînê dikare bi ser keve.” 
 
'AQILEKÎ ZELAL TUNE YE’
 
Bayindir, bi domdarî gotinên Erdogan û Bahçelî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk ketiye nava çiraveke mezin. Ji hêla aborî, leşkerî û dîplomatîk ve ketiye nava çiravê. Têkoşîna gelê kurd mîna çirayekê li Rojhilata Navîn mezin dibe û her vêketî ye. Têkoşîneke pir mezin a bênavber heye. Gelê herî birêxistinkirî yê Rojhilata Navîn gelê kurd e. Heke gotinên Bahçelî û Erdogan guherîbin, sedema xwe ev e. Em heta niha jî nikarin vê weke pêvajoyeke çareseriyê yan jî aştiyê nabînin. Em jî dişopînin. Di axaftinên herduyan de jî ji bo çareseriyê aqilekî zelal tune ye. Herkes ji xwe re sînorekî diyar dike û li wir diaxive. Gelo daxwaza gelê kurd çi ye, dewlet dê li gorî van daxwazan xwe çawa biguherîne, mijara zimanê dayikê, pênaseya statûyê, rewşa li girtîgehan, tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hwd. hêj didomin. Dema li Silopiyayê êrişî dayikên me dikirin jî li Enqereyê cuda diaxivîn. Heke derdê wan aştiyeke birûmet bûya dê êriş nekirina. Ev jî durûtiya wan nîşan dide.” 
 
'ME BERSIVA HERÎ MEZIN DI MITÎNGÊ DE DA’ 
 
Bayindir, anî ziman ku dewletê li her derê ji bo mitînga “Azadiyê” ya li Amedê qedexe anîbû û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî hemû êrişan jî gelê kurd banga azadî û aştiyê kir. Israra ji bo wê mitîngê pir baş bû. Ev sekn pir girîng bû. Di 13’ê cotmehê de rêya çareseriyê hate nîşandan.  Me du peyam dan. Rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd. Ev çareserî jî bi destûra bingehîn dibe. Em dibînin ku di nava dewletê de hinek tişt diguherin û em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Dewlet ji bo xwe li rêyekê digere. Heta niha tu rêyên aştî, xwişk-biratiyê nîşan nedane. Tenê axaftine. Ev jî çareserî nîne. Divê em bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin. Têkoşîna gelê kurd ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê dibe moral. Heke ev têkoşîn were mezinkirin dê ji bo azadiyê firsendên mezin çêbibin. Çi dibe bila bibe dixwazin vê têkoşînê vemirînin. Dixwazin bi van axaftinan têkoşîna me bixin. Lê ew çi bikin jî dê têkoşîna me ya heq û hiqûqê bidome. Armanca me mezinkirina berxwedan û têkoşînê ye.” 
 
Piştre jî Dayikên Aştiyê axivîn, qala êrişa li Silopiyayê kirin û peyama “Ji bo aştiyê divê şer bi dawî bibe” dan. 
 

Sernavên din

28/10/2024
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin