Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku sermuzakerevanê çareseriya pirsirêka kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Deriyên Îmraliyê vekin da ku birêz Ocalan fikrên xwe bi gel re parve bike.” 
 
4’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li Odeya Endezyaran a girêdayî TMMOB’ê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî tev li bû. Bakirhan, têkildarî kongreyê û geşedanên di rojevê de axivî. 
 
Bakirhan, ji bo kongreyê serkeftin xwest û bal kişand ser têkoşîna hevpar. Bi domdarî Bakirhan da zanîn ku li Tirkiye û cîhanê krîzeke pergalî heye û pergala kapîtalîst nema dikare hebûna xwe bidomîne. Bakirhan, got ku pergal ji bo hebûna xwe bidomîne, li her çar aliyên cîhanê şeran derdixîne. 
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ 
 
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Tu feydeyê van êrişan ji bo kesekî nîne. Bombebarankirina nexweşxaneyan weke serkeftinê pêşkeş dikin. Em îktîdarê hişyar dikin; ev çareserî nîne. Em ne piştgiriyê didin pergala ku hêzên hegemon dixwazin ava bikin ne jî didin netewe dewletê. Mîna li Rojava, em li gel pergaleke ku hemû gel, jin tê de azad dijîn re ne. Ji bo mezinkirina vê xeyal û hêviyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
‘DIVÊ RÊVEBER BIRYARÊ BIDIN’
 
Di berdewamê de Bakirhan wiha got: “Rêveberên AKP û MHP’ê her roj daxuyaniyan didin. Gelek sedemên navxweyî û derve hene. Ya herî girîng jî yekitî û têkoşîna me ye. Her wiha neçareserkirina pirsgirêka kurd û xitimîna di vê mijarê de ye. Sedema sereke pirsgirêka kurd e. Lewma jî rêya herî baş a xelasiya ji vê krîzê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. Binêrin, pirsgirêka kurd heta niha 42 serokwezîr, û 13 serokkomar bi xwe re bir. Gelek burokratên din jî. Ya herî girîng jî 3 trîlyon dolar hatin pûçkirin. Vaye pereyê ku kedkar û bindest bikarin pê jiyaneke însanî derbas bikin, weke top û gule li ser serê kurdan barandin. Lewma jî li gorî me ya herî girîng ew e ku ev pirsgirêk êdî bi rêyên demokratîk, muzakere û guftûgoyê bê çareserkirin. Divê rêveberên welat êdî biryarekê bidin. An dê bi prangayan bikevin sedsala duyemîn a komarê yan jî bi komareke demokratîk. Divê kesên ev nîqaş dane destpêkirin êdî bersivekê bibînin û parve bikin. 
 
‘DÊ GEL BI SER KEVIN’
 
Em dibêjin divê têkiliyên kurd û tirkan ên dîrokî li ser bingeheke demokratîk be. Her ku kurd qezenc dike dê tirk jî qezenc bike. Dê gelên Tirkiyeyê qezenc bikin. Ji bo aştî û çareseriyê em li benda kesekî nînin. Ya ku dê vê bike, yekitiya li vê eywanê ye. Lewma jî di mijara civakîkirina aştiyê de peywirên me hene. Bi civakîkirina aştiyê û tifaqa ji Samsûnê heta Hatayê re em ê encamê bi dest bixin. 
 
SERMUZAKEREVAN BIRÊZ OCALAN E
 
Çendek roj berê birêz Ocalan bi parlamenterê me Omer Ocalan re hevdîtin kir. Birêz Ocalan got ku heke zemîneke hiqûqî çêbibe dê ji bo çareseriyê her rolê dikare bilîze. Em ji îktîdarê re dibêjin; sermuzakerevanê vê meseleyê birêz Ocalan e. Deriyên Îmraliyê vekin û bila birêz Ocalan fikrên xwe bi gel re parve bike. Em di pêvajoyeke krîtîk de ne. Em ji xwe piştrast û bi bawerin.” 
 

Sernavên din

31/10/2024
10:42 Doza Emîne Şenyaşar hat lidarxistin
10:27 Platforma Saziyên Demokratîk li dijî qeyûm banga berxwedanê kir
10:25 MYK’a DEM Partiyê li Stenbolê dicive
10:24 Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê mezin dibin, dê bi berxwedanê bi ser kevin!
10:01 Berdana 8 hezar û 521 girtiyan hatiye astengkirin: Biryar ne hiqûqî ye
09:48 Îdianameya rojnamegerên di hefsa malê de hate qebûlkirin
09:27 Îfadeya Ahmet Ozer: Îradeya gel tê xespkirin
09:26 Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hate kirin
09:03 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê: Divê cîhan deynê xwe bide
09:01 Amediyan ji bo çareseriyê îşaret bi meclisê kir: Divê em nexapin
09:01 Berwarî: Ji ber binpêkirina qada hewayî divê giliyê Tirkiyeyê bê kirin
09:01 Ji ber fabrîqe û makîneyan karê necariyê tune dibe
09:00 Rojnamevan Koyluoglû: Ji bo avakirina hikûmeteke nû YNK yekane alternatîf e
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2024’AN
30/10/2024
23:55 Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer hat girtin
23:07 DEM Partî: Hevserokên me yên giştî û endamên MYK'ê wê li Stenbolê bin
23:02 Rojnameger Degerê giliyê kesên ku gefan lê dixwin kir
21:46 Şaredarê Esenyûrtê Ozer bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
20:59 Hevşaredara Dêrikê ya berê Sabahat Çetînkaya hat girtin
19:54 'Nobeta Azadiyê' di hefteya 645’an de ye
18:20 Kaplan ê ku emeliyat bû bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:24 Mele Reşît Irgat jiyana xwe ji dest da
16:16 Parêzerê Ahmet Ozer: Tevî biryara sînordarkirinê jî agahî li çapemeniyê hatin belavkirin
16:00 Li ber Şaredariya Esenyûrtê binçavkirina Ozer hat protestokirin
15:29 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ were pêkanîn
14:54 Ji bo Hatîce Onaran a girtî banga ‘bikevin nava liv û tevgerê’ hate kirin
14:18 Erdogan û Tunç pirsa ‘mafê hêviyê’ bêbersiv hiştin
14:07 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir
13:34 Encamên fermî yên hilbijartina Herêma Kurdistanê hatin aşkerekirin
13:32 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:23 AYM’ê ji bo girtiyan biryara ‘binpêkirina azadiya derbirînê’ da
13:21 Li Cizîrê 5 kes bi lêdanê binçavkirin
13:09 Bakirhan: Tecrîdê rakin bila birêz Ocalan bi awayek azad tevbigere
12:52 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
12:42 Cenazeyê girtiyê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû dan malbata wî
11:37 DEM Partiyê û CHP’ê bertek nîşanî binçavkirina Ahmet Ozer dan
11:33 Medenî Ferho: Aqilê marjînal nikare pirsa kurd çareser bike
10:48 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
10:33 Weqfa Mezopotamyayê kursa folklor û edebîyata gelêrî li dar dixe
09:57 Ji bo girtina 19 kesan îdiaya ‘îstîhbarî’ kirine hincet
09:49 Cûdî, Gabar û Besta ji şîrketan re tê pêşkeşkirin
09:24 Bi vegotina Abdullah Ocalan pergala 'îşkenceyê' ya Îmraliyê
09:20 Jin dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
09:18 Gulseren Yolerî: ‘Mafê hêviyê’ bi guhertina qanûnî pêkan e
09:16 Rojnamevan Mehmûd: Bi êrişan jiyana hevpar hedef tê girtin
09:15 Şêniyên Wanê: Şer were sekinandin dê krîza aborî jî çareser bibe
09:02 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2024'AN
08:52 Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
29/10/2024
16:53 Girtiyê gotibû ‘Dê min bikujin’ bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:53 Werîşe Mûradî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir
15:53 Dayikên Aştiyê serdana Emîne Şenyaşarê kirin
15:28 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
15:15 Kesê dê bibe serokê Hîzbullahê hate diyarkirin
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê