ÎZMÎR - Îdianameya derheqê rojnameger Semra Turan, Tolga Guney û Melîke Aydin hate qebûlkirin. Biryara şertê kontrola edlî ya rojnamegerên ji ber xebatên pîşeyî tên sûcdarkirin nehate betalkirin.
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Tolga Guney û Delal Akyuz, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû û xebatkara DEM Partiyê Funda Akbulut di 13’ê sibatê de di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Rojnameger di 16’ê sibatê de sewqî dadgehê hatin kirin. Rojnameger Aydin, Guney, Akyuz û Akpinar bi şertê hefsa malê hatin berdan. Rojnameger Turan û Başakçioglû jî bi şertê her du hefteyan carekê îmzeyê biavêjin hatin berdan.
Piştî 8 mehan ji bo Başakçioglû biryara neşopandinê hate dayin. Îdianameya derheqê Akpinar de ji 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê re hate şandin. Dadgehê, îdianame ji 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê re şand. Lêkolîna têkildarî Akpinar hêj didome.
DÊ HEFSA MALÊ BIDOME
Îdianameya derheqê Akyuz de hêj nehatiye amadekirin lê îdianameyên têkildarî Turan, Guney û Aydin hatin amadekirin û ji hêla 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê ve hatin qebûlkirin. Her sê rojnameger jî bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin û danişîna dozê dê di 10’ê sibata 2025’an de bê lidarxistin. Bi hinceta “berhevkirina delîlan”, biryara şertê kontrola edlî ya derheqê rojnamegeran de nehate betalkirin.
NÛÇE WEKE SÛC HATIN NÎŞANDAN
Di îdianameyan de cih dan îfadeyên şahidên eşkere Buse Aslan û Umît Akbiyik. Hevdîtinên rojnamegeran bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan û di navbera xwe de kirine di îdianameyê de cih girtin. Her wiha qeydên têkildarî nîqaşên li ser nûçeyan jî di îdianameyê de weke sûc hatin nîşandan. Di îdianameyê de ev îdiayên balkêş cih girtin: “Daxuyanî/çalakî/xwepêşandanên li Îzmîrê hatine şopandin, operasyonên li Îzmîrê hatine kirin şopandine, têkildarî van mijaran nûçe çêkirine.”