ENQERE - Li gorî daneyên Wezareta Dadê tehliyeya 8 hezar û 521 girtiyan ji aliyê Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên Girtîgehan ve hatine astengkirin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen got: “Biryarên tên dayîn ne ehlaqî, ne hiqûqî ne û qet jî ne wîjdanî ye.”
Di bersiva Wezareta Dadê ya têkildarî Desteya Rêveberî û Çavdêriyê de ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) di civîna Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê ya 12’ê Hezîranê de anîbû rojevê, agahiyên girîng hatin eşkerakirin. Li gorî girtekên Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê, Desteyên Îdare û Çavdêriyan ên Girtîgehan ji sala 2021’an ve di dewrê de ye. Ji ber biryarên van desteyan tehliyeya 8 hezar û 521 girtiyan hatiye astengkirin. Li gorî bîlançoya ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bi xwe agahî dane di vê heyamê de 199 hezar kes ji ber “halê baş” serbest hatine berdan, berdana 8 hezar û 521 kesan jî bi îdiaya “halê nebaş” hatiye taloqkirin.
'BI BIRYARÊN RAZBER BERDANA GIRTIYAN TÊ ASTENGKIRIN’
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen astengkirina berdana girtiyan nirxand û destnîşan kir ku ev desteyên navborî ji karûbarên girtîgehan berpirsiyar in û got: “Mafê azadiya girtiyan ji aliyê van desteyan ve tê astengkirin. Bi van astengkirinan re pirsgirêkên pir mezin derketin holê.”
Çevîrmen diyar kir ku tehliyeya girtiyan bi hincetên razber û subjektîf ji aliyê Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên Girtîgehan ve bi sê mehan, şeş mehan, neh mehan tê astengkirin û got: “Serê ewilî periyodên salekî nebûn, di demên dawî de berdana girtiyan ji bo salekî tê taloqkirin. Li gorî serlêdanên ji bo saziya me, bêtirîn girtiyên polîtîk berdana wan tê astengkirin. Mexdûriyetek pirr mezin diqewime. Van desteyên girtîgehan xwe dixin şûna dadgehan û adeta wek dadgehek paralel dixebitin.”
'YEK JI ZEXTÊN DESTHILATDARIYÊ YE’
Çevîrmen anî ziman ku van desteyên navborî yek ji amûrên otorîteya desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê ye û wiha got: "Rejîma girtîgehê hatiye avakirin. Em vê yekê di demên cuda de dubare dikin, lê rewş bi rastî vê yekê eşkere dike. Li girtîgehan sirkulasyonek pir zêde heye. Di 404 girtîgehan de 36 hezar girtî hebûn, ev hejmar gihiştiye 362 hezarî. Sîrkulasyona li girtîgehan bênavber didome. Girtiyek ku 30 salan di girtîgehê de maye û êdî dema berdana wî hatiye lê belê dema ku dîroka berdana wî tê desteyên girtîgehan tehliyeya wan asteng dikin. Taloqkirina tehliyeyan bi hinceta ‘halê nebaş’ tên astengkirin.”
'POŞMANIYÊ LI GIRTIYAN FERZ DIKIN’
Çevîrmen da zanîn ku girtiyên ku dibin cem desteyan pirsên siyasî ji wan tên kirin û poşmaniyê li girtiyan ferz dikin û pirsa “Gelo hûn poşman in” ji girtiyan tê kirin. Çevîrmen diyar kir ku li hin girtîgehan bêyî ku girtî bibin cem desteye tehilyeya wî asteng dikin û bi periyodên cuda tehliye tê astengkirin. Çevîrmen anî ziman ku piştî 30 salan carek din bi biryara astengkirina desteyan girtî tên mexdûrkirin û bi heman hincetê tên darizandin. Çevîrmen destnîşan kir ku tişta ku desteyên girtîgehan tînin serê girtiyan ne li gorî tu hiş û mantiqê ye û got: “Ne pêkan e ku ev were ravekirin. Em nizanin ku wê ev zîhniyetek çi lê bê. Biryarên astengkirina berdana girtiyan ne ehlaqî ye, ne hiqûqî ye û qet jî ne wîjdanî ye. Em bi pêkanînek ku nayê qebûlkirin re rû bi rû ne. Ev pirsgirêk mezin in û divê bi awayekî balê bikişînin ser vê. Heke balê nekişînin ser van pirsgirêkan mixabin wê ev wisa bidome û wê azadiya mirovan carek din ji destê wan bê girtin.”
MA / Omer Gungor