ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer da û wiha got: “Dixwazin li ser Ozer peyamê bidin Lihevkirina Bajar û Stenbolê.”
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Dogan, bertek nîşanî binçavkirin û girtina Ozer û tayînkirina qeyûm da. Dogan, diyar kir ku biryar dane ku Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û parlamenterên wan li Stenbolê bicivin û bi gel re li pêşiya şaredariyê bicivin. Dogan, wiha domand: “Heke em bi hev re ji qeyûm re nebêjin na, heke em dengekî xurt dernexînin dê bêhiqûqtî, newekhevî û bêedaletî mezintir bibe û ji jiyana me tevan bidize. Xwezî em neçar nemabûna ku me bi bîr xista lê mixabin îro ji Colemêrgê heta Esenyurtê, ji sala 2016’an heta niha em bi heman lîstikan re rû bi rû ne. Dîsa di sersibehekê de derî tên şikandin û operasyon tên kirin. Çi bû? Heke derheqê Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer de lêpirsîneke hiqûqî û li gorî demokrasiyê bihata kirin, her tişt dê cuda bûya. Êdî em tevek dizanin ku ne wisa ye.”
‘DIXWAZIN PEYAMÊ BIDIN LIHEVKIRINA BAJAR’
Dogan, got ku Esenyurt mezintirîn navçeyê Tirkiyeyê ye û milyonek û nîv însan lê dijîn. Dogan, wiha pê de çû: “Kesê hedef hatiye girtin, şaredarekî bi rêya Lihevkirina Bajar hatiye hilbijartin e. Lewma divê mirov ji gelek aliyan ve binirxîne. Dixwazin hem peyamê bidin Lihevkirina Bajar hem jî bidin Stenbolê. Naxwazin muxalefeta demokratîk xurt bibe.”
‘DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN’
Dogan, anî ziman ku karîneya bêgunehiyê ji holê hatiye rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jixwe nebû lê ew tiştên pir biçûk jî tune kirin. Ya hatye kirin xespkirina îradeyê, wêranî û talan e. Divê em tevek bi hev re dengê xwe derxînin, nerazîbûna xwe nîşan bidin û li ber xwe bidin. Divê em li dijî vê têbikoşin. Divê em wan bidin zorê ku li gorî hiqûqê tevbigerin. Çima Esenyurt û çima Şaredarê Esenyurtê? Çima ev pirs tên kirin; ji ber ku pêdiviyeke mezin bi lihevkirina civakê û aştiyê heye. Di serdemeke wiha de ji bihêzbûna muxalefeta demokratîk ditirsin. Bi vê tirsê jî dikevin nava operasyonên siyasî û dibêjin qey bi qelskirina muxalefeta demokratîk dê Tirkiye qezenc bike. Lê Tirkiye wiha qezenc nake.”
‘HERKES LI DIJ E’
Dogan, bal kişand ser gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û ev tişt anî ziman: “Divê ji paşerojê ders bihatina girtin û ew rêbaz bihatina terikandin. Li rexekê qala hevhembêzkirinê dikin li rexa din jî mistê nîşan didin. Li rexekî dê qeyûm tayînî mezintirîn navçeyê Tirkiyeyê bikin li rexa din jî dê ji ber kurdbûna wî, şaredarê wê bigirin. Ev nayê qebûlkirin. Ev ne tenê DEM Partî û CHP’ê eleqedar nake. Her kesên daxwaza lihevkirina civakî û aştiyê dikin li dijî vê ye û dixwazin ev biryar were betalkirin.
HEDEF RUHÊ PÊKVEJIYANÊ YE
Hedefgirtina şaredarekê ku dengê tevahiya derdorên civakê girtî, hedefgirtina ruhê lihevkirina bajar e. Hedefgirtina pêkvejiyanê û modêla rêvebirinê ye. Ji kerema xwe herin li hesabên Şaredariya Esenyurtê û yên Ahmet Ozer binêrin bê ka çi xebat kirine û modêleke çawa xistiye meriyetê. Modêleke piranîparêz, derfireh, gelparêz û demokratîk xistiye meriyetê. Ya ku jê aciz bûn jî ev e. Demokrasiya herêmî. Naxwazin em vê nîqaş bikin.
EM LÎSTIKA TÊ LÎSTIN DIBÎNIN
Weke DEM Partiyê em vê lîstika tê lîstin dibînin. Bi sala ye rastî heman nebaşiyê tên. Ev lîstik, hesabên biçûk bi Tirkiyeyê didin windakirin. Yên van tiştan dikin bila bînin bîra xwe bê ka me şaredariyên qeyûm lê tayin kirin çawa yek bi yek ji wan standin.
KOMARA KÊ YE?
Serokkomar duh digot cihê hiqûq lê tune be, edalet nabe. Ma êdî dê bêhiqûqtiyeke çawa hebe. Nûçeya tayînkirina qeyûm û kitekitên operasyonê em li ser medyayê hîn dibin. Dibêjin ev komar bi qasî ya tirkan ya kurdan jî ye. Lê hêj saet bi ser re derbas nebûn ku careke din nîşanî me dan ku komar tenê ya çînekê, komekê, mezhebekê û etnîkekê ye.
LIHEVKIRIN Û GUFTÛGO WIHA NABIN
Polîtîkayên înkar, tunehesibandin, pişaftin û ewlehiyê didomin. Aştiya civakî, lihevkirin û guftûgo bi vî awayî nabe. Ma jidilbûna we ev e? Ma hûn dê bi tayînkirina qeyûm welêt birevê bibin û hevhembêzkirina civakî ma dê wiha bibe?”
NIFTE ÇI YE: DERFET
Piştre jî Dogan pirsên rojnamegeran bersivand. Dogan, bal kişand ser gotinên Bahçelî yên têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotinên Erdogan ên têkildarî “Muxatabên esil” û ev nirxandin kir: “Di esasê xwe de muxatabê vê bangê birêz Ocalan e. Bi mehan piştre hevdîtinek hate kirin. Serlêdanên parêzer û malbatan bi rêk û pêk didomin. Em li bendê ne ku tecrîd bê rakirin.” Dogan, peyama Abdullah Ocalan jî xwend û wiha got: “Nifteya di vir de, derfet e. Ji bilî gotinên Erdogan û Bahçelî tu rewşeke ku em weke pêvajo pênaes bikin tune ye. Fikar zêde dibin. Divê tenê bi bangawaziyan bisînor nemîne. Ez careke din dibêjim; nifte şert û merc in.”
BERSIVA MUXATABIYÊ
Dogan, axaftina xwe wiha qedand: “Pirsgirêkeke me ya di mijara muxatabiyê de tune ye. Di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de muxatab diyar e. Ji bo bi rêyên aştiyene were çareserkirin muxatabê sereke birêz Ocalan e. Em qala rewşeke piraktorî dikin. Weke DEM Partiyê em kirdeyeke çalak in. Em hêza rêxistinkirî ya derdorên civakî ne. Partiya me xwedî sekna herî hevgirtî ye ku xwedî bername û nexşerêyekê ye.”