ENQERE - Parlamenterên DEM Partî û CHP’ê di Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê de dovîzên “Qeyûm derbeyeke li dijî vîna gel e” hilgirtin.
Bûdçeya sala 2025’an a Wezareta Ciwan û Sporê ya li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê bi protestokirina qeyûman dest pê kir. Parlamenterên DEM Partî û CHP’ê di hevdîtinan de dovîzên “Qeyûm derbeya li dijî vîna gel e”, “Na ji bûdçeya qeyûm re” û “Ne qeyûm sindoq paqij dike” danîn pêşiya maseyên xwe.
Di hevdîtinên bûdçeyê de parlamenterên DEM Partî û CHP’ê xwestin ku beriya pêşkeşiya Wezîrê Ciwan û Sporê Aşkin Bak, nîqaşa usûlê were kirin.
Axaftinên parlamenterên DEM Partî û CHP’ê yên têkildarî rexnekirina tayînkirina qeyûman didomin.