NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji ber tayînkirina qeyûman, daraz pîroz kir.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî serdanên Kirgizistan û Macaristanê, di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivand. Têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Erdogan gotinên xwe yên her carê dubare kir û got: “Biryardariya me ya têkildarî kûrahiya 30-40 km’an a nav sînor ve didome.”
JI BER TAYÎNKIRINA QEYÛMAN DARAZ PÎROZ KIR
Pirsa têkildarî tayînkirina qeyûmên di bin rêveberiya DEM Partiyê de û Şaredariya Esenyurtê de jî Erdogan wiha bersivand: “Me di kampanyaya hilbijartinê de gotibû; ‘Teqez ên heq dikin dê li meqamê rûnin û yên heq nakin dê bedela wê bidin.’ Daraz, serdozger û dozgeran di vê mijarê de seknekî baş raber kirin. Ez wan pîroz dikim. Bi van gavên xwe baweriya gel a ji xwe xurtir dikin.”