ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li ser pirsa bê ka dê bi Bahçelî re hevdîtinê bikin an na wiha got: “Em dixwazin bi hemû partiyên siyasî yên li meclisê re hevdîtinê bikin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Barkihan piştî civîna koma partiya xwe ya li Meclisê bersiva pirsên rojnamegeran da.
Ji Bakirhan pirsa “Gelo hûn ê bi Bahçelî re hevdîtinê bikin an na?” hate kirin. Bakirhan jî bal kişand ser axaftina xwe ya di civînê de û wiha got: “Di esasê xwe de gotinên min pir zelal in. Heke ev nîqaş veguherin pêvajoyekê, heke şert û mercên wê hebin, em dixwazin bi hemû partiyên siyasî yên li Meclisê re hevdîtinê bikin. Heke bibe rê û heke meseleya herî mezin a Tirkiyeyê em çareser bikin, bi hevrûbûna êşên sedsalî re em ê bikarin pêş bikevin.”