Ji bo faîlê Hîlal Kar cezayê muebbeta girankirî hat xwestin

  • jin
  • 09:51 13 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Îdianameya derheqê Mehmet Demîrhan de ku Hîlal Kar qetil kiribû, piştî 5 mehan hate amadekirin. Di îdianameyê de ji ber sûcê “Kuştina bi plankirî û biqesdî” cezayê muebbeta girankirî hat xwestin. 

Jina bi navê Hîlal Kar di 23’yê hezîranê de li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê ji hêla Mehmet Demîrhan ve hate qetilkirin. Demîrhan ê piştî qetilkirina Kar reviya û demekî dirêj nehate girtin, 4 meh piştre di 3’yê cotmehê de li navçeya Sûrê hate binçavkirin û piştre hate girtin. 
 
Derheqê faîl Demîrhan de bi sûcê “kuştina plankirî û biqesdî” îdianame hate amadekirin û îdianame ji hêla 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirin. 
 
QEYDÊN KAMERAYÊ
 
Di îdianameyê de hate diyarkirin ku du gule li Hîlal Kar ketine û rapora otopsiyê ya Saziya Tipa Edlî (ATK) hêj nehatiye amadekirin. Îfadeyên kur û xwişk-birayên Kar jî di îdianameyê de cih girtin. Hat gotin ku Demîrhan qebûl nekiriye Kar li cihekî cuda bixebite û zext lê kiriye. Di heman demê di îfadeyên kur û xwişk-birayên Kar de hat destnîşankirin ku Demîrhan û Kar bi demê re cuda jiyane, Kar li cem xwişka xwe ma ye û rojek beriya bûyerê anku di 22’yê hezîranê de Demîrhan çûye cihê şûştina wesayîtan a Kar lê dixebitî, gefa kuştinê lê xwariyê û kamerayên têkildarî bûyerê jî di dosyayê de cih girtin. 
 
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku çeka Demîrhan Kar pê qetil kiribû nehatiye dîtin. Hat destnîşankirin ku faîl Demîrhan hatiye ber mala Kar lê dijiya, li ber wê kêmîn daniye, dema Kar ji malê derketî bi milê wê girtiye û xwestiye wê bi darê zorê bibe û dîmenên kamerayan ên van kêliyan hene. Di îdianameyê de hat daxuyandin ku di roja bûyerê de Kar li dijî Demîrhan li ber xwe daye lê faîl piştî qetilkirina Kar bi lez û bez ji cihê bûyerê reviyaye û di 3’yê cotmehê de hatiye girtin. 
 
AJOKARÊ TEXSIYÊ FAÎL TEŞHÎS KIR
 
Îfadeyên kurê Kar ê bi navê A. jî di îdianameyê de cih girt. A., di îfadeya xwe de got ku Demîrhan gef li dayika wî dixwar. Îfadeyên ajokarê texsiya ku dema Demîrhan direviya lê siwar bûbû yê bi navê O.O. jî di îdianameyê de cih girt. O.O., di îfadeya xwe de got ku di roja bûyerê de kesekî di nava tirs û xofê de û dileriziya li wesayîta wî siwar bûye û li devera girtîgeha berê paya bûye û Demîrhan teşhîs kir. 
 
QALIKÊN GULEYAN HATIN DÎTIN
 
Di îdianameyê de hat gotin ku di encama lêkolîna cihê bûyerê de 2 qalikên 7,65 mm hatine dîtin. Îfadeyên faîl Demîrhan ê hatibû binçavkirin jî di îdianameyê de cih girt. Demîrhan, cînayet vegot û got; “Ez poşman nînim.” 
 
'BI PLANKIRÎ QETIL KIR’
 
Di beşa nirxandinê ya îdianameyê de hate gotin ku faîlî cînayet ji şev ve plan kiriye û Kar bi awayekî plankirî qetil kiriye. Hat diyarkirin ku faîl Demîrhan roj beriya cînayetê gefa “kuştinê” li Kar xwariye, bi vê jî bisînor nemaye û bi şev plana cînayet kiriye, di sersibeha bûyerê de xwe li ber mala Kar veşartiye û li benda derketina Kar maye, dema derketî bi milê wê girtiye û xwestiye bi darê zorê bibe, li naverasta kolanê bi çekê qetil kiriye û cînayeteke plankirî ye. 
 
Dozger, di îdianameyê de cih da îçtîhadên Dadgeha Bilind jî. Piştî rêzkirina îçtîhadan, dozger got; “Li dijî jinê sûcê kuştina biplankirî û biqesdî” hatiye kirin. 
 
DANIŞÎNA EWIL DI 27’Ê ÇILEYÊ DE YE
 
Dozger xwest ku Demîrhan bi sûcê muebbeta girankirî were cezakirin. Danişîna ewil a dozê dê di 27’ê çileya 2025’an de li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin. 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

15/11/2024
09:00 Rojnamevan Duran: Tirkiye muzakereyê nake, dibêje 'teslîm bibin yan na em ê bişewitînin'
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2024’AN
14/11/2024
21:23 Gemîcîoglû hat berdan: 21 roj in li nexweşxaneyê ye
16:48 Baroyên bakurê Kurdistanê li Mêrdînê ne: Qeyûman paşve bikişînin
16:02 Li Wanê di 10 mehan de 10 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
16:01 Şaredariyên Wan û Tûşbayê li dijî tundiyê belgeya helwestê îmze kirin
15:32 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Amerîkaya Latîn kampanya hat destpêkirin
15:07 Danişîna doza ‘Meşa azadiyê’ hate taloqkirin
14:48 Ji bo jinên hatin qetilkirin şitil hatin danîn
14:36 DEM Partiyê bang kir: Werin ji bo aştiyeke birûmet em berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:09 Li Êlihê ji bo 17’ê mijdarê bang: Ji bo parastina azadiyê em li qadan bin
13:46 Bi hinceta konserê derheqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
13:45 Tîryakî: 11 roj in hêj biryara qeyûm nehatiye teblîxkirin
13:20 Berxwedana Xelfetiyê ya li dijî qeyûm didome
12:56 Tehliyeya Karak ê 29 sal in girtî ye 6 salên din taloq kirin
12:49 DAD: Bila cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin
12:33 Ji baroyan berteka hevpar: Qeyûm ne hiqûqî ne ne jî rewa ne
12:20 Li pêşiya Wezareta Karên Hundir çalakî: AKP’ê derbe kir
11:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:39 Sekreterê Yekîtiya Partîzanên Îtalyayê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:14 Diljen Ronî ku konsera wî hat betalkirin: Dest ji vê helwesta dudilî berdin
09:04 Wê qeyûm li Stenbolê bi hevdîtina gel bê protestokirin
09:03 Serokê Giştî yê ÎHD'ê Kuçukbalaban: Ji bo biçin Îmraliyê dê serlêdanê bikin
09:01 Amadekariyên mîtînga 'azadiyê' didomin: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2024'AN
13/11/2024
21:43 Li Cenevreyê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
16:17 Li Dêrsimê polîsek mir
16:07 ÎHD’ê kampanyaya ‘şandina pereyan a ji girtîgeh re sûc nîne’ da destpêkirin
15:15 Li gelek bajaran banga ‘bûdçeya ji bo ked û edaletê’ hate kirin
14:54 Têkildarî kuştina Çitay 3 polîs ji peywirê hatin dûrxistin
14:45 ‘Sîxûriya tesîrkirinê’ ji pêşniyarqanûnê hate derxistin
14:32 Baroya Wanê têkildarî tundiya li zarokan hatiye kirin serlêdana sûc kir
13:53 Di berxwedana Êlihê de ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang hate kirin
13:36 Li Sêweregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:33 Lêkolîna qadê: Hilbijêrên kurd qeyûm naxwazin
13:30 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
13:21 DEM Partî: Zimanê kurdî xeta jêneveger e û divê bibe zimanê perwerdeyê
13:01 Ji Dîlokê bo piştevaniyê hatin Xelfetiyê
12:58 Girtiyan name şandin: Sewqên me nayên kirin, gef li me tên xwarin
12:51 Hevşaredaran starta kampanyaya ‘Gotina me xelas nebûye’ dan
11:15 Rapor nedan girtiyê ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin
10:58 Mamosteya li dijî xespkirina îradeyê têdikoşe: Ez xwedî li dengê xwe derdikevim
10:20 AYM’ê redkirina serlêdana ‘şertên nebaş’ weke ‘binpêkirin’ qebûl kir
09:51 Ji bo faîlê Hîlal Kar cezayê muebbeta girankirî hat xwestin
09:37 Ji ber ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ doz li 29 kesan hate vekirin
09:36 Dosyeya rojnameger Tara û Behadîn radestî Nûnertiya YE’yê hate kirin
09:34 Demîrel: Ma hûn dê bi tayînkirina qeyûman pirsgirêka kurd çareser bikin?
09:04 Çiyayên Cûdî û Gabarê bi dînamîtan tên tunekirin
09:04 Banga ji bo meşa li Kolnê: Em ê vîna gelê kurd nîşanî cîhanê bidin
09:04 Girtiyên jehrî bûn nehatin dermankirin
09:02 Banga ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê: Em tecrîdê bişikînin û qeyûm bişînin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2024'AN
12/11/2024
19:26 Edîp Solmaz hat bibîranîn: Ruhê berxwedanê li qadan e
16:34 Di doza ‘biaxive tu ji ku yî?’ de biryara beraetê hate dayin
15:59 Dadgeha Bilind biryara ‘Doza Qontaxê’ erê kir: Polîs hate girtin
15:37 Nobetên li dijî xespkirina îradeyê yên li Êlih û Xelfetiyê didomin
15:28 Ji bo bîranîna Narîn, Rojîn û Şirînê şitil hatin danîn
15:20 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê alîkarî da Samandagê
15:17 Bakirhan: Em dixwazin bi hemû partiyên siyasî yên li Meclisê re hevdîtinê bikin
15:12 Li 10 navçeyên Wanê berteka li dijî qeyûm: Em têkoşîna hevpar mezin bikin
14:27 Demîr piştî 30 salan hate berdan
13:50 Girtiyê nexweş Gemîcîoglû êdî bîra xwe winda dike
13:24 PSD’ê bertek nîşanî qeyûm da: Bi sedemên siyasî tên tayînkirin
13:15 Li Mêrdînê bi hinceta ‘ewlehiyê’ nahêlin gel biçe parkê
12:48 Bakirhan: Çareserî li Amed û Enqereyê ye
12:38 Emîne Şenyaşar tev li nobeta li dijî qeyûm a li Xelfetiyê bû
12:31 Êrişên ser Çapemeniya Azad dê li Tunela Taksîmê bên protestokirin
12:30 Li Girtîgeha Şirnexê malbat nikarin silavê bidin girtiyan
12:15 Parêzerên doza Narîn Guranê: Nakokiyên heyî nehatin zelalkirin
11:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:21 Muzîkjen Wecker ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir
11:15 Qeyûm bi pereyê xelkê Mêrdînê rêyên Kirklareliyê çêkiriye
10:41 Doza aktîvîstên TJA’yê hate taloqkirin
10:40 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûm, MARSU xistiye nav çirava deynan!
10:14 Rojnameger Ulug: Li Rojhilata Navîn kurd hêzeke sereke ne
09:52 Berteka li dijî zextên li ser rojnamevanan: Bêdengî erêkirin e
09:03 Nîzamettîn Kabaîş: Bila rapora otopsiyê ya Rojînê bê eşkerekirin
09:02 Ên govend gerandin jî û yên negerandin jî 'sûcdar' in
09:00 Bi 12 kesan hat parastin, bi hezaran kesan hat rizgarkirin
09:00 ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2024’AN
08:55 Ciwanan li Cizîrê qeyûm protesto kirin
08:53 Ji bo gelek bajarên Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
11/11/2024
16:49 Li Şirnexê starta 25’ê Mijdarê hate dayin
16:01 Li Amedê loqenteyeke din a gel hate vekirin
15:58 Li Amedê bi tevlibûna gel civîna meclisa şaredariyê hat kirin
15:47 Tunç têkildarî ‘Mafê hêviyê’ got: Mijarên li Meclisê tên axaftin in
15:41 Hevşaredar Karayilan bertek nîşanî Erdogan da
14:56 Tundiya polîsan xistin rojeva Meclisê
14:50 Silava Abdullah Ocalan gihand berxwedêran
13:41 Nobeta li Xelfetiyê di roja 8’an de ye: Ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang kirin
13:34 Ozturk: Ji bo aştiyeke birûmet em di 17’ê mijdarê de li qadê bin
Uçar: Tekane hêviya welêt pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan in
13:31 Temellî: Qeyûm, derbeyeke li dijî demokrasî û aştiyê ye
13:12 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke nû hate destpêkirin
12:36 Ahmet Turk ji Erdogan re got: Kesên kes nizane bê kî ne îradeya gel xesp dikin
12:30 Li Esenyurtê qeyûm hat protestokirin: Wekîlên CHP’ê ketin hundir
12:01 Deklarasyona ‘Demokrasî û Azadiyê’: Muxatab Ocalan e
11:31 Ji bo îşkencekirina dayika 64 salî biryara neşopandinê hate dayin
10:30 Hevjîna dozgerê Ozer girtî tayînî SPK’ê hate kirin
10:21 Li dijî zextên PDK’ê yên li ser HDP’iyan daxuyaniya hevpar
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Li ber xwe bidin’ derket