ENQERE - Girtiyê bi navê Hakan Buzhane têkildarî şert û mercên nebaş ên li girtîgehê serlêdan kiribû û ev serlêdan hatibû redkirin. AYM’ê, redkirina serlêdana Buzhane weke “binpêkirin” qebûl kir.
Girtiyê bi navê Hakan Buzhane ê li Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Sîlîvriyê tê ragirtin, di 8’ê cotmeha sala 2018’an de ji ber ku li qawîşa kapasîteya wê 21 kes 48 kes tên ragirtin, xwarin kêm tê dayin, xizmetên tenduristiyê baş nayên kirin û hwd. serî li Dadgeriya Înfazê dabû. Dadgeriyê jî îdia kiribû ku mijarê behsa xeberê têkildarî karûbarê rêveberiya girtîgehê ye û nakeve ber qada peywira wî. Dadgeriyê, lêkolîna têkildarî esasê jî red kir. Dadgeriyê ev biryara xwe jî spart xala 4’emîn a qanûna dadgeriyê. Dadgeha Cezayên Giran a Sîlîvriyê jî ev biryar li gorî usûl û qanûnan dît û erê kir.
XELETIYA DADGER TESPÎT KIR
Buzhane, di 3’yê çileya 2019’an de jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê di 4’ê tîrmehê de biryar nirxand û tespît kir ku dadgeriyê sedema redkirina serlêdanê baş îzah nekiriye. Her wiha AYM’ê got ku mewzûata ku dadgeriyê weke hinceta redkirina serlêdanê nîşan daye, lêkolînkirina xisûsên di serlêdanê de qedexe nake.
BIRYARA BINPÊKIRIN Û TAZMÎNATÊ
AYM’ê diyar kir ku naveroka serlêdana behsa xeberê bi sernavê muameleya xerab hatiye dayin lê ji ber ku nehatye lêkolînkirin, mafê serlêdanê hatiye binpêkirin.
AYM’ê biryar da ku ji Buzhane re 100 hezat TL tazmînat jî were dayin.