Girtî Serhat: Em bi pêkanînê 12'ê Îlonê re rû bi rû ne

  • rojane
  • 09:02 15 Mijdar 2024
  • |
img
AGIRÎ- Metîn Serhat, girtiyê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Sûlûcayê ku bi binpêkirina mafan di rojevê de ye, diyar kir ku bi pêkanînên 12'ê Îlonê re rû bi rû ne.
 
Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Sûlûca ya Edeneyê ji roja ku hatiye vekirin heya niha bi binpêkirina mafan a li dijî girtiyan di rojevê de ye. Girtî Metîn Serhat di hevdîtina vekirî ya vê hefteyê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê pêk tên ji malbata xwe re vegot û banga hestiyariyê li gel kir.
 
Girtiyê bi navê Metîn Serhat di sala 2006'an de li Wanê hat binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Serhat di doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Wanê hat vekirin de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê", "propagandaya rêxistinê" û "peydakirina madeyên teqîner" 38 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Serhat di vê heyamê de sirgûnî gelek girtîgehên dûrî malbata xwe hat kirin.
 
Birayê Serhat Bûrhan Kartal wiha got: “Birayê min 18 sal in sirgûnî cihên dûrî bajarên em lê dijîn kirin. Ji ber ku ew li bajarên ji me dûr bû, me di warê hevdîtinê de zehmetî kişandin. Birayê min li Girtîgeha Girtî ya Hejmar 1 a Xarpêtê bû. Nêzî 6 salan li wir ma.  Nêzî du meh berê em pê hesiyan ku hatiye sirgûnkirin." 
 
 
GEF LI WAN HATINE XWARIN
 
Kartal bilêv kir ku roja sêşemê ji bo hevdîtina vekirî çûye girtîgehê û got ku heta ew çûye salona hevdîtinê 4-5 caran ser wî hatiye sehîkirin û ji bo her lêgerînê bi pêkanînên taybet re rû bi rû maye. Kartal anî ziman ku beriya girtiyan çûne cihê hevdîtinê û got: “Gardiyanan got, 'Ji bilî girtiyên xwe silavê nedin girtiyên din û sohbet nekin. Bi qedexeya serdanê gef li me xwarin û gotin 'Eger hûn vê bikin em ê der barê we de raporê amade bikin'. Li cihê hevdîtinê 6-7 qabîn çêkirine. Li vir her girtiyan dixin qabînekê. Hevdîtin li van qabînan tê kirin. Gardiyan, di dest wan de zabıtname wekî gefê bixwin diğerin. Mafê me yê hevdîtinê 45 deqe bû, lê em 30 deqeyî li wir man." 
 
'EM QEBÛL NAKIN'
 
Kartal gotinên birayê xwe yên der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de wiha parve kir: “Girtî di hucreyên yekkesî de dimînin û ji ber ku tu aktîvîteyên civakî nîn in em nikarin pêwendiyê bi hev re deynin. Pir kêm me derdixin hewadariyê. Tevî ku ev pêkanîn li girtiyên ku cezayên giran distînin tê kirin jî, em rastî heman pêkanînan tên. Li girtiyên siyasî poşmaniyê ferz dikin. Ji ber vê yekê hevalên me yên infaza xwe temam kirine lê berdana wan tê astengkirin hene. Kiryarên li girtîgehê hema bêje wekî yên serdema darbeya 12'ê Îlonê ne. Bi vî awayî hewl tê dayîn vîna girtiyan bişikînin. Bi taybetî jî hewldana rêveberiyê zextê li malbatan dike û dixwazin girtî poşman bibin. Bi polîtîkayên xwe yên dijmirovahî hewl didin me bêrûmet bikin. Em van pêkanînan qebûl nakin."
 
BANGAWAZÎ
 
Kartal anî ziman ku li dijî zextên li dijî mirovahiyê yên li ser girtiyan divê raya giştî hestiyar be û wiha got: “Pêwîst e rêxistinên sivîl û her mirovek xwedî wijdan binpêkirina mafan a li girtîgehê bilêv bike. Ger îro em li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên kirin dernekevin, wê sibe rewşeke xirab derkeve holê. Belê, belkî wehşeta fizîkî ya wekî 12’ê Îlonê tune be, lê tundiya derûnî li girtiyan tê kirin. Wekî malbatên girtiyan, îro ji destê kê çi tê bila bike û bila li girtiyan xwedî derkevin." 
 
 

Sernavên din

19/11/2024
13:36 Şaredariya Cizîrê xeta ‘Alo Şîddet’ê vekir
13:33 Bakirhan: Firsendeke dîrokî heye, divê Ocalan biaxive û muzakere dest pê bikin
12:43 Tulay Hatîmogûllari: Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bi saya berxwedanê li cîhanê belav bû
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:35 Ji bo dayika Aklîme Hanas bi lezgînî xwîn lazim e
11:26 Qedexeya derketine derveyî welat a 20 rojnamegeran ranekirin
10:39 Dema bi kurdî axivî telefon qut kirin: Qede ye!
10:16 Li Tatosê projeyên ji bo jinan
09:52 Mutlu Çîvîroglû: Dibe ku li Rojhilata Navîn ji bo kurdan firsendên nû çêbibin
09:25 Meteorolojiyê ji ber barînan bakurê Kurdistanê hişyar kir
09:02 'Dawiya dawî dê vîna vî gelî bi ser bikeve'
09:01 Parlamenterên arjantînî: Em azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan diparêzin
09:01 Ji ber 'silavdayînê' der barê parêzerê girtî de lêpirsîn
09:00 Rewşa xwedîkirina qazan nebaş e
09:00 ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2024’AN
18/11/2024
16:41 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin binçavkirin
16:37 Şîna Eser bi girseyî hate ziyaretkirin
16:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tayînkirina qeyûman hêsantir bike
15:40 Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê: Bila GGM bên girtin
15:02 Cîhan Oral ê 3 kes qetil kirî bû 8 meh hêj nehatiye girtin
14:43 Berxwedana Xelfetiyê di roja 15’an de didome
14:23 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin
14:07 Zubeyde Zumrut: Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîn bidome
13:31 Meclisa Jinan a DBP’ê rapora atolyeya ‘Şerê taybet’ eşkere kir
12:03 Ji bo Ahmet Ozer dê serî li AYM’ê bidin
11:58 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê de girtin
10:52 Kesên tev li mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ bûn: Muxatab Ocalan e
10:25 Şaredariya Peyasê dê 10 hezar şitlên darên fêkiyan belav bike
10:24 Jinên Wanî: Kolan biewle nînin, çima faîl nayên cezakirin?
09:58 Ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyarî hate kirin
09:46 Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 11 kes hatin kuştin
09:41 Sûlava Hewagê bi rengên payîzê xemilî
09:35 Li emniyetê gefa êrişa zayendî li binçavkiriyan xwarin
09:05 Xwebûn bi manşeta ‘Komara Qayûman’ derket
09:00 ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2024’AN
17/11/2024
16:55 Li Esenyurtê çalakiya 25’ê Mijdarê: Bûdçeya ne ji bo şer, ji bo jinan
16:48 Kampanyaya li dijî qeyûman: 376 kes û saziyan piştgirî dan
16:27 Piştî mitîngê meş hat lidarxistin
16:00 Hatîmogûllari: Heke hûn jidil bin, ji ewil deriyên Îmraliyê vekin
15:29 Ayla Akat Ata: Gel dixwaze dengê Abdullah Ocalan bibihîse
14:57 Bayindir: Çareserî Abdullah Ocalan, navnîşan Îmrali ye
14:39 Davutoglû û Ahmet Turk hevdîtin kir: Pirên guftûgoyê ne hilweşînin
13:49 Botaniyan astengî nas nekirin û ber bi Êlihê ve dimeşin
13:40 Li Êlihê mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ hat lidarxistin
13:31 Dayika Aklîme Hanas di qezaya trafîkê de birîndar bû
13:13 DEM Partiyê bertek nîşanî Tekîn de: Em ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşvegavê naavêjin
13:08 Jin ber bi qada mitînga ‘azadiyê’ ve dimeşin
13:01 Gel diherike qada mitîngê ya Êlihê
12:38 Partiyên DEVA û Pêşerojê ji bo çareseriyê çi difikirin?
12:13 Gelo Akşener dibe cîgira Erdogan?
12:00 Ji bo mitîngê bi rê ketin
11:44 Bi gotina ‘were vir walî’ bûbû rojev: Em ê têkoşînê bi ser bixin
11:16 Li Xurmatoyê teqîn
10:40 Rojnameger Karwan: Tirkiye ji PDK’ê hikûmeteke ji wê re xizmetê bike daxwaz dike
10:05 Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê ji bo çareseriyê bingeha pêwîst were amadekirin
09:19 Hejmara 90'emîn a Kovara Jinê derket
09:02 Schlotthauer: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:01 Jin li Mexmûrê bi neteweya demokratîk re wekheviya zayendî ya civakî ava dikin
09:00 17’Ê MIJDARA 2024’AN
16/11/2024
16:08 Di nobeda li dijî qeyûm de banga ji bo mîtînga Êlihê
16:01 Dayikên Şemiyê ji bo Alî Tekdag doza edaletê kirin
15:57 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi Serokê TBB’ê re civiyan
15:48 Banga 'bila girtiyên nexweş bên berdan'
15:39 Çîroka 3 windayan
13:09 Li Kolnê beriya mîtînga 'azadiyê' meş
12:31 Îmamoglû hat Mêrdînê
10:27 Li Îmraliyê şert û mercên 'Darbeya 17'ê Mijdarê' didomin
09:42 'Em dixwazin bajarên li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin'
09:26 'Ji bo çareserkirina tundiya li ser zarok û jinan, guherîneke pergalî divê'
09:24 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Azadiya jinê azadiya civakê ye
09:04 Li Xelfetiyê di 7 mehan de 34 milyon deyn hat dayîn
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2024’AN
15/11/2024
16:27 Cihê mitînga Êlihê hate guherandin
15:50 DEM Partiyê hevdîtina xwe ya bi Partiya Saadetê re taloq kir
15:49 7 pêşnûmeyên têkildarî ziman û perwerdeyê heman rojê hatin redkirin
15:36 Ji girtiyên jin re qert hatin şandin
15:31 Ji bo mitînga ‘Demokrasî û azadiyê’ derî bi derî xebat meşandin
15:26 Dayikên Aştiyê ji bo Werîşe Mûradî bang kirin
15:21 Bîranîna Seyîd Riza: Cihê gorê wî eşkere bikin
14:38 Girtiyê destek û lingekî wî tune ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin
14:17 Ji ber ku nexwest biçe ‘qawîşa kesên serbixwe’ tehliyeya wê taloq kirin
14:08 Xelkê Êlihê li dijî xespkirina îradeyê meşiya: Em ê bi ser kevin
13:55 Hevşaredaran bersiv dan îdiayên ‘xerckirinan’: Qeyûm bi rêya derewan hewl dide xwe rewa bike
13:15 24 roj in cenazeyan nadin malbatan
12:47 Berxwedana Xelfetiyê di roja 12’an de didome
12:38 Li Bagokê liv û tevgera hewayî heye
12:36 Karasu ‘hevdîtina bi telefonê ya bi Qendîlê re’ derewand
12:25 Dosyayên parêzbendiyê yên 5 wekîlan li Meclisê ne
12:14 Seyîd Riza li Dêrsimê hate bibîranîn: Ên daxwaza wan aştî divê bi komkujiyê re hevrû bibin
11:24 Li Meletiyê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
11:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 Çakmak: Hevdîtinek nayê wateya bidawîbûna tecrîdê
10:19 Li Stenbolê zarokek hate girtin
10:17 Bayindir: Divê kesên azadî û demokrasiyê dixwazin tev li mitîngê bibin
09:52 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:51 Hevserokê KON-MED’ê Gok: Ji bo azadiyê em tev li mitînga Kolnê bibin
09:36 Di Doza Qontaxê de polîs hatibû girtin: Ji dozgerê Dadgeha Bilind daxwaza ‘awarte’
09:03 'Dosyeya ku di sala 2019'an de wekî sedema tayînkirina qeyûm hat nîşandan bi beraetê bi encam bû'
09:02 Girtî Serhat: Em bi pêkanînê 12'ê Îlonê re rû bi rû ne
09:01 Sonuk: Armanc birêvebirina civakeke yekreng, yekzayend û yekaqilî ye
Demîr: Qeyûm polîtîkaya dijminatiyê ya li hemberî kurdan e