NAVENDA NÛÇEYAN - Di hinceta biryara beraetê ya der barê Rojnameger Dîcle Muftuoglûyê hat dayîn de, ji bilî îfadeyên şahidan tu delîlên ku "endamtiya rêxistinê" piştrast dikin tune ne.
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ji doza ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "avakirin û birêvebirina rêxistin" dihat darizandin, beraat kir. çalakiyên pîşeyî. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê sedema biryara xwe ya 24'ê Cotmehê eşkere kir.
Di biryarê de hat diyarkirin ku ji bilî şahidê bi navê Kerem Gokalp û îfadeya şahidê veşartî ku dibêje Dîcle Muftuoglû “navê kod bi kar aniye, bi talîmata rêxistinê tevgeriyaye, xebatên rêxistinî pêk aniye û di nava hiyerarşiya rêxistinê de cih digire" tu delîl tune ne.
Di biryarê de hat destnîşankirin ku tu delîlên ku îfadeyên şahidên vekirî û veşartî piştrast bikin tune ne û di qeydên telefonê de rastî "naverokeke rêxistinî" nehatiye û "pereyê transefrî hevpîşeyên xwe kiriye" jî ne "xebateke rêxistinî" ye.
Kararda, Dicle Müftüoğlu'nun yurtdışına çıkış tarihi ile tanık Gökalp'in bahsettiği tarihlerin de uyuşmadığına vurgu yapıldı. Kararda, "(...) Yargıtay'ın istikrar kazanmış kararlarında örgüt üyesi olmak için aranan, süreklilik, çeşitlilik ve yoğunluk unsurlarını barındırmadığı, sanığın da bahsi geçen eylemlerin gazetecilik faaliyeti kapsamında olduğunu beyan ederek üzerine atılı suçlamayı kabul etmediğin göz önüne alınarak sanığın silahlı örgüte üye olmak suçundan cezalandırılması için yeterli her türlü şüpheden uzak, somut, kesin ve inandırıcı delillerin bulunmadığı anlaşılmakla sanığın üzerine atılı suçtan beraatine karar verildi" denildi.
Di biryarê de hat diyarkirin ku dîroka çûna Dîcle Muftuoglû ya derveyî welêt û rojên ku şahid Gokalp behs kirine li hev nakin.