RIHA - Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed diyar kir ku dê li dijî polîtîkayên qirkirinê bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" têbikoşin û wiha got: “Jehrkuja polîtîkayên şer, têkoşîna jinan û azadbûn e. Bi reçeteya modernîteya demokratîk re dê pergala mêr li seranserî cîhanê tune bibe.”
“Şoreşa Rojava” ku ji bo jin û gelên Rojhilata Navîn pergaleke nû ye, ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî û karektera sedsala nû diyar dike. Hêza bandorê ya şoreşê jî bêguman jinên li dijî DAIŞ’ê şer kirin in. Ji siyasetê heta aborî û parastinê, jin di her qadên jiyanê de cih girtin û nûnertiya wan a di nava Rêveberiya Xweser de derket ji sedî 52’yê.
Bi saya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku jinên Kurd, Ereb, Ermen, Tirkmen, Suryan û Çerkez lê lihev civiyane, zincîrên mêrê serdest şikandin. Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed têkildarî artêşbûna jinan û xweparastinê axivî.
‘JIN HER TIM HEDEF BÛ’
Ruksen Mihemed diyar kir ku zîhniyeta mêr-dewletê ji Xwişkên Mîrabalan heta Sakîne Cansizan polîtîkayên qirkirinê domandinê û wiha got: “Em dizanin ku dewletên mêr li seranserî cîhanê polîtîkayên qirkirinê li dijî jinan dimeşînin. Li gel cînayetan, her wiha jin bi polîtîkayên şerê taybet jî hedef tên girtin. Di şexsê jinan de dixwazin demokrasî, edalet û pêkvejiyanê tune bikin. Bi qetilkirina jinê re hewl didin van têgehan di nava civakê de tune bikin. Pergala kapîtalîst, her tim jin hedef girt û hêj jî digire. Jin li dijî vê ne tenê di 25’ê Mijdarê de, divê di ferqa wê de be ku tundî encama zîhniyeta mêr e û li dijî vê hewceye têbikoşe û berxwedanê xurt bike.”
ÎDIAYA JIN Û CIVAKA AZAD
Bi domdarî Ruksen Mihemed sedema hedefgirtina jinê ya ji hêla zîhniyeta mêr ve vegot û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku jin çavkaniya jiyanê ye. Yên ku dê demokrasî û aştiyê bînin, jin in. Lewma kesên dixwazin xakê dabeş bikin, demokrasî û edaletê tune bikin êrişî jinan dikin û wan hedef digirin. Heke em îro bikarin qala şoreş, demokrasî, aştî, edalet, azadî, çand û ziman bikin, ev yek bi saya jinê hate kirin. Heke polîtîkayeke me ya mîna xweparastinê tune be, em ê her roj rastî êrişan bên û bi tunebûnê re rû bi rû bimînin. Lewma xweparastin yek ji tiştên herî girîng e. Heke îdiaya me ya jin, civak û jiyana azad hebe, ji bo vê divê em xwe biparêzin. Divê jin di pergala nû de li ser bingeha xweparastinê bicih bikin. Heke asta xweparastinê neyê paratin, dê mêtingerî her ku diçe zêdetir bibe.”
GIRÎNGIYA XWEPARASTINÊ
Ruksen Mihemed bi lêv kir ku divê di her qadê de xweparastin were pêşxistin û wiha got: “Em ê zîhniyeta ku hewl dide jiyanê di şexsê jinê de qetil bike wiha hêdî hêdî ji holê rakin. Em ê nasnameyeke jinê ya ku bi xwe dizane, xwe nas dike û xwe diparêze ava bikin. Di vê serdema ku Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tê meşandin de em xweparastinê pir girîng dibînin. Di vê pêvajoyê de xweparastin, jiyanî ye. Heke xweparastin neyê mezinkirin dê êriş jî mezintir bibin.”
POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ YÊN JINAN
Di berdewamê de Ruksen Mihemed bal kişand ser zêdebûna qirkirina jinan a li Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî destkeftiyên jinan di hedefê de ne. Ewqas qetlîam li Tirkiyeyê zêde bûne, gelo ev nûnertiya çi dike? Di esasê xwe de pergala hovane ya Tirkiye nûnertiya wê dike îfade dike. Li bakurê Kurdistanê her roj jin tên qetilkirin. Destkeftiyên jinan ên weke hevserokatiyê hedef tên girtin. Bi vê yekê re hebûna jinan a di qada siyasetê de hedef tê girtin. Aqilê mêr-dewletê hewl dide bi van êrişan xwe mayinde bike.”
‘JEHRKUJA ŞER TÊKOŞÎNA JINAN YE’
Ruksen Mihemed destnîşan kir ku li dijî qirkirin û polîtîkayên tunekirinê yên li dijî jinan ew ê bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" tevbigerin û îdiaya xwe ya sedsala jinan dîsa anî ziman. Ruksen Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Jehrkuja polîtîkayên şer, têkoşîna jinan û azadbûn e. Bi reçeteya modernîteya demokratîk re dê pergala mêr li seranserî cîhanê tune bibe. Tekane reçeteya her kesê dixwazin azad û di nava aştiyê de bijîn, ev e. Di sala 2025’an de jî em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' ala xwe bilind bikin, pergala xwe ya modernîteya demokratîk biparêzin û qada wê berfirehtir bikin. Em ê rêxistiniya xwe mezintir bikin û heta klu gefa tunebûnê li ser her jinê radibe em ê li ber xwe bidin. Xwebirêxistinkirin, ji bo hemû jinan xweparastin e.”
MA / Ceylan Şahînlî