AGIRÎ - Welatiyên Agiriyê ji ber fatûreyên zêde gazinên xwe kirin û bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê dan.
Li bajarên Herêma Serhedê bi sarbûna hewayî re fatûreyên gaza xwezayî jî zêde tên. Welatiyên Agiriyê gotin ku tevî ku kombiyên xwe zêde venakin jî fatûreyên wan pir zêde tên.
Welatiyê bi navê Abîdîn Kartal ku di demsala havînê de bi firotina fêkî û zebzeyan û di zivistanê de jî bi firotina masiyan debara xwe dike, wiha got: “Di demsalên havînê de fatûreyên gaza xwezayî derdora 150 û 170 lîre dihatin. Di Mijdarê de li gel ku ez pileya wê zêde nakim jî 2 hezar lîre fatûre hat. Di kanûnê de dibe ku bibe 3 hezar TL. Tevî fatûreyên bilind jî em germ nabin.”
Kartal, destnîşan kir ku zivistanên bajar pir dirêj û zehmet derbas dibin û ev tişt anî ziman: “Şeş ferdên malbata me hene û pereyê ez qezenc dikim tenê bi têrî lêçûnên mitbaxê dikin. Wezîrê Xizîne û Darayî Mehmet Şîmşek dibêje ku dê aborî pir baş bibe û ji her tiştekî bacê distîne. Dê bibêjî qey em tenê ji bo bacan dixebitin.”
'EM Ê BI VÎ PEREYÎ ÇAWA DEBARA XWE BIKIN?’
Karkerê înşaetê Ahmet Anak jî got ku di mehên zivistanê de fatûreyên gaza xwezayî derdikevin 2 hezar û 500 TL'an. Anak, wiha domand: “Bi hatina zivistanê re karên înşaetê sekinîn. Heta biharê tu kar nînin. Bi pereyê xwe yê havînê em zivistana xwe derbas dikin. Mehane lêçûnên me yên mitbaxê derdora 35 hezar lîreyan e. Heta 5 sal berê jî her tişt wiha ewqas giran nebû. Heke wiha bidome em ê nekarin debara xwe bikin. Her roj zeman dkin. Ji kolanê bipirsin, her kes birçî ye. Dibêjin dê kêmtirîn mûçeyê derxînin 23 hezar lîreyan. Ma bi vî pereyî em ê çawa debara xwe bikin? Divê kêmtirîn mûçe 40 hezar TL be ku mirov bikarin debara xwe pê bikin. Kîloyeke goşt li cem qesaban 600 TL ye. Em êdî nikarin goşt bixwin.”
Dilaver Agli jî anî ziman ku ji ber fatûreyên zêde ew serginê dişewitînin û wiha pê de çû: “Yên welêt birêve dibin di dizin û li keyfa xwe dinêrin. Ez jî ne dikarim komirê ne jî êzingan bikirim. Lewma ez ji bo sotinê serginê bi kar tînim. Dewlemendên Agiriyê û hikûmet bila ji xwe şerm bikin. Nikarim fatûreya ceyranê bidim lewma yan ceyrana min dibirin an jî faîz diavêjin ser. Yên dewlemend dewlemend bûn û yên xizan jî hêj xizantir bûn. Sedema vê bihabûnê jî ew e ku kes û rêveberiyeke baş nîne. Ev bihabûn dê nekeve û dê hêj zêdetir bibe. Heke serê kaniyê şolî be, her tişt qirêjî dibe.”
'DIVÊ EV SIYASET BIGUHERE’
Ayhan Yildiz ê debara xwe bi sewalkariyê dike û ev tişt anî ziman: “Di havînê de fatûreya me derdora 500 TL’an dihat. Di zivistanê de jî derket 2 hezar û 500 lîreyan. Zivistana vê derê 6 mehan didome. 7 ferdên malbata me hene û ez tenê dixebitim. 40 hezar lîre lêçûnên mitbaxê dibin. Zivistanê karekî mirov bike jî tune ye, sewalkarî tune bûye. Erdogana gel tune kir. Kîloya bacanekê bûye 600 TL. Xelk nikare debara xwe bike. Tenê rêyeke çareseriyê heye, ew jî guherîna vê siyasetê ye.”
‘RÊYA SERERASTBÛNA ABORIYÊ AŞTÎ YE’
Welatiyê teqawid ê bi navê Ahmet jî da zanîn ku ew hewl dide bi pereyê teqawidiyê sexbêra 7 endamên malbata xwe bike û wiha go: “Fatûreya gaza xwezayî hezar û 800 lîre tê. Dema tu pileya wê pir kêm digirî jî ev fatûreye tê. Ew ê di mehên kanûn û sibatê de fatûre bibin 3 hezar TL. Sedema bihabûnê rêveberî ye. Heta ku dizî bidome dê aboriya Tirkiyeyê sererast nebe. Rêya sererastbûna aboriyê, aştî ye. Heke aştî nebe dê aborî xerabtir bibe.”
MA / Mehmet Guleş