AMED - Li gorî ankêta Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê, mezintirîn pirsgirêka welêt “krîza aborî ye” û piraniya beşdaran gotin ku çavkaniya hemû pirsgirêkan, pirsgirêka kurd e.
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê, têkildarî pirsgirêkên sereke yên welêt û geşedanên piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li 19 bajaran lêkolîn kir. Anket di navbera 27’ê cotmehê û 15’ê mijdarê de li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Aydin, Êlih, Dêrsim, Amed, Xarpêt, Colemêrg, Qers, Mêrdin, Mêrsîn, Mûgla, Sêrt, Riha, Şirnêx, Wan û Zonguldakê bi hezar û 358 kesan re hate kirin.
PIRSGRIRÊKA SEREKE KRÎZA ABORÎ YE
Ji beşdaran pirsa “Li gorî we pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çi ye?” hate kirin. Ji sedî 38,9’ê beşdaran gotin “krîza aborî-bêkarî”, ji sedî 9,5’an got pirsgirêka kurd, ji sedî 9,4’ê got nebûna pergala hiqûqê, ji sedî 9,1’ê got nebûna demokrasiyê, ji sedî 8,8’an jî gotin rewşa pevçûn û tundiyê. Li gorî anketê, her ku temen dikeve, hejmara “krîza aborî-bêkariyê” weke pirsgirêka sereke dibînin zêdetir dibe û piraniya kesên pirsgirêka kurd weke pirsgirêka sereke dibînin jî temenê wan di navbera 55-64’ê de ye.
BANDORA PIRSGIRÊKA KURD
Bi domdarî pirsa “Gelo bandora meseleya kurd a li ser pirsgirêkên sereke yên welêt çi ye?” hate kirin. Ji sedî 47’ê beşdaran gotin bandorê li pirsgirêka krîza aborî-bêkariyê dike, ji sedî 43,6’an got bandorê li ser pergala hiqûqê dike, ji sedî 53,4’an got bandorê li ser pevçûn û tundiyê dike û ji sedî 54’an jî got bandorê li ser pirsgirêka polîtîkaya derve dike.
Ji bo pirsa “Li gorî we polîtîkayên pevçûn û tundiyê û operasyonên derveyî sînor bandorê li krîza aborî dike yan na?” jî ji sedî 37,3’yê beşdaran got “Erê”, ji sedî 22,1’an got “Na”, “ji sedî 22’yan got “Qismek” û ji sedî 18,4’an jî gotin “Bêbiryar im.”
SILAVDAYIN ‘ERÊNÎ’ HATE DÎTIN
Bi domdarî di anketê de wiha hate gotin: “Balkêş e ku ji sedî 79,2’yê hilbijêrên MHP’ê gotin ku polîtîkayên pevçûn û tundiyê û operasyonan li ser krîza aborî nîne. Piştî MHP’ê jî herî zêde hilbijêrên Partiya Îyî û Zaferê wisa difkirin.”
Ji bo pirsa “Hûn silavdayina Devlet Bahçelî ya koma DEM Partiyê çawa dinirxînin” ji sedî 43,7’ê beşdaran gotin “Erênî”, ji sedî 27,1’an got “Neyînî”, ji sedî 28,9’an jî got “Bêbiryar im.” Ji sedî 46,9’ê beşdarên dengê xwe dane AKP’ê, ji sedî 51’ê MHP’iyan, ji sedî 53,1’ê hilbijêrên YSP-HDP’ê, ji sedî 31,4’ê CHP’iyan silavdayina Bahçelî “erênî” nirxandin.
BAWERÎ BI MHP’Ê NAYÊ
Ji beşdaran ji sedî 27’an ji bo pirsa “Gelo li gorî pêkan e ku piştî daxuyaniyên Bahçelî di pirsgirêka kurd de pêvajoya çareserî û muzakereyan dest pê bike?” gotin “erê”, ji sedî 30’an gotin “Na”, ji sedî 19’an got “Qismek”, ji sedî 14’an got “Bêbiryar im”, ji sedî 8’an got “Pirsgirêkeke wiha tune ye”, “Ji sedî 2’yan jî got “Fikrekî min tune ye.” Ji sedî 39,8’ên gotin “Na” CHP’î, ji sedî 27,3’yan Partiya Îyî, ji sedî 26,4 jê MHP’î, ji sedî 25 YSP-HDP û ji sedî 22,1 jî AKP’î bûn.
DEM PARTÎ DENGÊ XWE ZÊDE DIKE
Di anketê de pirsa “Di hilbijartinên giştî yên 14’ê gulana 2023’yê de we dengê xwe da kîjan partiyê?” hate kirin. Ji sedî 32,7’an got AKP, ji sedî 28,2’yan got CHP, ji sedî 9,4’an got YSP-HDP, ji sedî 7,8’an got MHP, ji sedî 4,9’an got Partiya Îyî, ji sedî 0,9’an got YRP, ji sedî 0,7’an got TÎP, ji sedî 0,4’an got Partiya Zaferê û ji sedî 14,9’an jî gotin “Min dengê xwe neda.”
Ji bo pirsa “Heke vê yekşemê hilbijartin çêbibe hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” jî ji sedî 27,9’an got AKP, ji sedî 25,7’an got CHP, ji sedî 10,3’an got DEM Partî, ji sedî 6,8’an got MHP, ji sedî 5,3’an got Partiya Îyî, ji sedî 1,2’yan got YRP, ji sedî 0,9’an got Partiya Zaferê, ji sedî 0,8’an got Partiya Saadetê, ji sedî 0,7’an got Partiya DEVA’yê, ji sedî 0,7’an got TÎP, ji sedî 0,6’an got Partiya Pêşerojê, ji sedî 0,2’yan got HUDA-PAR, ji sedî 7’an got “Bêbiryar im” û ji sedî 11,9’an jî gotin “Ez ê dengê xwe nedim.”