Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê

  • rojane
  • 14:45 4 Kanûn 2024
  • |

RIHA - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Pirsûsê li ser sînorê Kobanê di meşê de axivî û got: “Di berxwedana Kobanê de rê nedan dagirkeriyê û dê rê neyê dayin.” 

Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya li ser sînorê Kobanê bi meşekê tên protestokirin. Welatiyên bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Elîgor ê girêdayî Pirsûsê hatin gel hev, bi konvoyê ber bi Pirsûs-Kobanê ve ketin rê. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayndir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî tev li meşê bûn. Girseyê li vir daxuyanî da. Di çalakiya protestoyê de dovîzên “Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava xeta me ya sor e” hatin hilgirtin. 
 
BAYINDIR: EV HÊVÎ DÊ TESLÎMÎ TARÎTIYÊ NEBE 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çalakiyê de axivî û wiha got: “10 sal berê em ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd bi mehan li vir bûn. Bi rojan me li ber xwe da. Îktîdara AKP-MHP’ê dixwaze îro jî me vegerîne wan rojan. Bila li 10 sal berê binêrin; modêla pêkvejiyanê wê demê çawa ji bo gelên cîhanê bûbû hêvî, em ê îro jî bi heman awayî li ber xwe bidin. Em ê li her qadê berxwedanê mezin bikin. AKP-MHP dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyê bikin. Lê belê ev ne qedera gelên mazlum e. Dev ji vê polîtîkayê berdin. We 10 sal berê bi hemû hêza xwe êriş kir lê we nekarî bi ser kevin û dê dîsa bi ser nekevin. Hemû gelên cîhanê bi Rojava re ne. Bi milyonan kes ji bo Rojava li ser pêyan e. Qedera gelê Rojava û ya gelên Kurdistanê yek e. Kesên komkujiyê li gelê Rojava ferz dikin, nikarin destê aştiyê dirêj bikin. Bila baweriya gelên cîhanê bi berxwedana gelên Rojava hebe. Di berxwedana Kobanê de bi tu awayî rê ji dagirkeriyê re nehate dayin û dê neyê dayin. Heta ku wekhevî û azadî tê dê berxwedana me bidome. Li dijî dagirkeriyê em ê bi qasî sûrên Amedê bibin sûreke stûr. Ruhê berxwedanê her tim heye. Em li vir hêzên tarî hişyar dikin; van lîstikên xwe yên qirêjî careke din dubare nekin. Dê hemû hesabên we bi berxwedanê bên têkbirin. Rojava îro bûye hêviya cîhanê û ev hêvî û ronahî dê tu caran teslîmî tarîtiyê nebe.” 
 
 

Sernavên din

06/12/2024
11:17 Li Geverê operasyoneke din a leşkerî hate destpêkirin
10:14 Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin
09:59 Amed di nava mijê de ma
09:52 ‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin
09:51 Dayikên Aştiyê: Şer çareserî nîn e
09:21 Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:03 Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne
09:02 Salih Muslîm: Em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin
09:01 Li Nisêbînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê vedibe
09:00 ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2024’AN
05/12/2024
21:49 Êrişî Minbicê hat kirin: 2 xwişk û bira hatin qetilkirin
21:42 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 34 partiyan daxuyanî
19:50 Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin
18:47 Hêzên rejîma Sûriyeyê vekişiyan, HTŞ ket Hamayê
16:39 Li Minbicê bîlançoya êrişan
16:32 Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome
15:38 Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin
14:59 Dayikên Aştiyê li dijî şer banga têkoşînê kirin
14:26 DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin
14:18 Li Wanê berteka li dijî êrişan: Sînorên we yên çêkirî nikarin me ji hev qut bikin
14:12 Ayşegul Dogan: Heke hûn xwedî polîtîkaya şer nebin wê demê guftûgoyê bidin destpêkirin
14:03 Bertek nîşanî zextên ser fuara pirtûkan dan: Em sepanên faşîzan red dikin
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Nehiştin Aşkan tev li şîna dayika xwe bibe
13:06 AYM: Nabe ku tenê li gorî îfadeyên şahidên nepen biryar were dayin
12:40 Ji bo rojnameger Oruç biryara beraetê hat dayin
12:03 DEM Partiyê têkildarî Zeydan daxuyanî da: Dev ji lîstikên siyasî berdin
11:37 Di 10 rojan de 147 kes hatin binçavkirin
11:32 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana DÎSK’ê
11:08 Waniyan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan: Em vê neheqiyê qebûl nakin
10:53 Der barê hevşaredarên hedef hatibûn nîşandan de biryara neşopandinê
10:42 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê: Em ê rê nedin ku şaredariyê xesp bikin
10:24 Prz. Ozlem Gumuştaş: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were
09:53 Biryara ÎGK’ê: Dê mehekê ji cezayê dadgehê dayî zêdetir di girtîgehê de bimîne
09:38 Li girtî Geylanî ‘rawesta amadeyî’ ferz dikin
09:27 EHP û SYKP: Divê em li dijî êrişên li ser Rojavayê bitêkoşin
09:24 Li Îranê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
09:20 Hunermend: Li dijî qeyûman divê li her derî têkoşîn bê xurtkirin
09:03 Amedî baweriyê bi nêzîkatiya desthilatê ya li 'çareseriya pirsgirêka kurd' nayînin
09:02 Dayikên Aştiyê: Wê çete li ber felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' têk biçin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2024’AN
08:56 Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî Helebê
08:37 Meteorolojiyê ji ber barîna berfê bakurê Kurdistanê hişyar kir
04/12/2024
23:15 Nahît Eren: Mînakên por û mûyan ên li ser Narînê bi DNA'ya mîtokondriyal ên dayikê û bira re li hev dikin
20:39 Ji ber NY'yê bang kirin: Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin
19:44 Bi SÎHA'yan êrişî Dêrikê hat kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
19:40 Jinan guh neda astengiyan, xeleka jiyanê çêkirin û meşiyan
19:34 Ji bo Rojava banga piştevaniyê: Yên xwe disipêrin çeteyan wê têk biçin
17:13 Weşangerên kurd bertek nîşanî zexta polîsan dan
17:12 Li Miksê nobeda li dijî qeyûm didome
17:06 Amedspor di qupayê de derket tura 5’emîn
17:00 Dê biryara Dadgeha Bilind a derheqê Zeydan de li Wanê bê protestokirin
16:58 Doza Ayşegul A. ku bi tiryak û fihûşê bûbû rojev hate taloqkirin
16:35 Polîs li fûarê derketin nêçîra pirtûkan: Weşanxaneyê bertek nîşan da
16:33 DEM Partî çû serdana TURK-ÎŞ’ê
16:32 Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin
16:31 Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
14:45 Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
14:28 Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
13:56 Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
13:55 ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
13:47 Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
13:40 Pitikekî li Şehbayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:41 DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?
11:55 Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din
11:25 Dadgeha Bilind biryara li ser Abdullah Zeydan xera kir
11:24 Ji Weşanxaneya Aramê banga hevgirtinê
09:48 Zeydan: Em lîstika wan xera bikin
09:26 Gundên Minbicê hatin topbarankirin
09:12 Baîerê ku ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye
09:11 Di dema AKP'ê de pergala perwerdehiyê: Gendelî û bêliyaqatî
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
03/12/2024
20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye