ENQERE - AYM’ê cezayê tenê ji ber îfadeyên şahidê nepen li Y.T. hatiye birîn nirxand û bi sedema “Nabe ku tenê ji ber îfadeyên şahidê nepen biryar were dayin” û biryara binpêkirinê da.
Di pêvajoya 2013-2015’an de ku di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şandeyan de hevdîtin dihatin kirin, kesê bi navê B.G. ê ku tê gotin ji tev li HPG’ê bûbû û piştre veqetiyaye, derheqê şivanê bi navê Y.T. de îfade dabû. Li ser vê îfadeyê, derheqê Y.T. de lêpirsîn hate destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Giyadînê jî di vê çarçoveyê de serî li îfadeyên şahidê nepen ê bi navê “Turkmen” da. Di pêvajoya lêpirsînê de li telefonên Y.T. hate guhdarîkirin û axaftinek meke delîl li dosyayê hate zêdekirin. Derheqê Y.T. de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hate vekirin û îdianame ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê ve hate qebûlkirin. Y.T., di hemû danişînan de îdiayên tên kirin red kir.
Şahidê nepen “Turkmen” ê derheqê Y.T. de îfade dabû, bêyî parêzer amade hebe li îfadeyên wî hate guhdarîkirin. Şahidê nepen di îfadeya xwe ya li dadgehê de îdia kir ku Y.T. koçer e û xwarinê dide HPG’iyan. Dadgehê jî îfadeyên B.G. yê li derveyî welat bi rêya îstînabê girt. B.G., di îfadeyên xwe de got ku Y.T. nas nake û îfadeyên di pêvajoya lêpirsînê de tê îdiakirin aydê wî ne jî qebûl nekir. Di encama darizandinê de dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Y.T.
Dadgehê di biryara xwe ya bihincet de ne îfadeya B.G. ya di hizûra dadgehê de lê îfadeya tê îdiakirin di pêvajoya lêpirsînê de hatiye girtin û yên şahidê nepen esas girt. Di biryarê de hat destnîşankirin ku îfadeyên tê îdiakirin B.G. di dema lêpirsînê de daye rast tên û ev îfade û yên şahidên nepen hev digirin. Dadgehê, îfadeya B.G. ya bi rêya îstînabê hatiye girtin jî jêbawer nedît.
DADGEHA BILIND ERÊ KIR
Parêzerê Y.T. li dijî biryarê serî li Dadgeha Îstînafê da. Dema îstînafê daxwaz red kirî, îcar serî li Dadgeha Bilind da. Dadgeha Bilind jî di 9’ê hezîrana 2021’ê de biryar di cih de dît û îtîraz red kir.
SERÎ LI AYM’Ê DA
Piştî biryara Dadgeha Bilind, Y.T. weke şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Serlêdan, bi sedema binpêkirina mafê darizandina adilane hate kirin û AYM’ê di 6’ê kanûna 2021’ê de serlêdan qebûl kir. AYM’ê, biryara binpêkirinê da. AYM’ê, di biryara xwe de got ku veşartina nasnameya şahidan û sedemên weke tirsê nabin hinceta wê ku di hizûra dadgehê de lê neyê guhdarîkirin.
DADGEH NEKETE NAVA HEWLDANAN
AYM’ê, got ku di danişîneke ku Y.T. beşdarbûyî de li şahidê nepen Turkmen nehatiye guhdarîkirin û dikariya bi rêbazên cuda li şahidê nepen bihata guhdarîkirin. Dadgehê got ku dadgehê di vê mijarê de tu hewldan nekiriye. AYM’ê, got ku îfadeya B.G. ya di dema lêpirsînê de esas hatiye girtin lê ya bi rêya îstînabê esas nehatiye girtin. AYM’ê got ku di tu danişînan de Y.T. şahidê nepen “Turkmen” û B.G. bi hev re beşdar nebûne û lêpirsîneke baş nehatiye kirin. AYM’ê, got ku tevî yekê jî dadgehê tenê îfadeyên şahidê nepen esas girtiye û biryara xwe daye û ev jî ji hêla darizandina adilane ve kêm e.
AYM’ê, di biryara xwe de destnîşan kir ku pêbaweriya şahidê nepen nehatiye piştrastkirin û îfadeyên wî nikarin bibin misogeriya biryara hatiye dayin. AYM’ê, diyar kir ku ji bo dayina biryarê îfadeyên şahidê nepen esas hatiye girtin û bi vê yekê re mafên bersûc ên li gorî rêgezên darizandina adilane esas nehatine girtin. AYM’ê biryar da ku Y.T. bi awayekî adilane nehatiye darizandin û ji bo jinûve were darizandin, dosya ji 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê re şand.
MA / Mehmet Aslan