* Çalakiyên çand û hunerê yên ku 8 sal in li Nisêbînê ji aliyê qeyûm ve dihatin astengkirin, wê bi Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê re ji nû ve zindî bibin. Hunermendên ku diyar kirin ku ew ji bo gelê Nisêbînê hatine cem hev, banga tevlîbûna vekirina komeleyê kirin ku wê di 8'ê Kanûnê de bê vekirin.
* Siyasetmedar Salih Muslim diyar kir ku komên paramîlîter nikarin li Minbicê bi pêş ve biçin û got: “Hêzên me li wir têra xwe hene. Dikarin xwe biparêzin. Li dijî êrişan em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin."
* Rojnameger Yehya Elo ku li Minbicê di eniya şer de geşedanan dişopîne anî ziman ku komên paramîlîter bi rojan e êrişî Minbicê dikin lê gavekê jî pêş neketine û wiha got: " Gelên Minbicê li derdora Meclisa Leşkerî ya Minbicê kom bûne. Minbic, 8 sal bere ji tarîtiyê hat rizgarkirin û careke din teslîmî tarîtiyê nabe."
* Aktîvîsta mafên mirovan û parêzer Margaret Owen êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke “qirkirin” nirxand û wiha got: “Li hemberî gefa li ser hebûna Rêveberiya Xweser divê hemû dinya bikeve nava hewldanê.”
* 8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê di roja 7’an de didome. (10.00-19.00)
* Meclisa Çand Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê dê 1’emîn Civîna Asayî li dar bixe. (12.00)