NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî got ku ew ji hilweşîna rejîma despotîk a li Şamê re şahidiyê dikin.
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî hilweşîna rejîma Şamê li ser hesabê medya dîjîtal daxuyaniyek da û got: "Em îro li Sûriyeyê di kêliyên dîrokî de ne. Em şahidiyê ji hilweşîna rejîma despotîk a li Şamê re dikin. Ev yek firsendê pêşkêş dike ku Sûriyeyeke nû ya ku xwe dispêre edalet û demokrasiyê û mafên hemû Sûriyeyiyan ewle dike, bê avakirin. Ev guherîn ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo tevahiya herêmê işaretê bi serdemeke hêviyê dike."