AMED - Polîs û notirvanên dewleta tirk li navçeya Farqînê 2 welatî bi lêdanê binçavkirin.
Welatiyê bi navê Salman Aktar ê dihat îdiakirin lêgerîna wî heye, şevê din li Taxa Tekelê ya navçeya Farqîn a Amedê bi lêdanê hate binçavkirin. Malbata Aktar û hevalên wî ji bo rewşê bipirsin çûn Midûriyeta Emniyetê ya Farqînê. Hat zanîn ku notirvanan li emniyetê heqaret li malbat û hevalên Aktar kirin. Endamên malbatê jî bertek nîşan dan û rastî tundiya fîzîkî ya notirvan û polîsan hatin. Bi mezinbûna bûyerê û berteka gelê derdorê re polîsan gule li hewayî reşandin. Di êrişa notirvan û polîsan de 2 welatî birîndar bûn û welatiyê bi navê Abdullah D. jî hate binçavkirin.
Ji ber derbkirinê Abdullah D. rakirin nexweşxaneyê û hat zanîn ku di lingê wî de platîn heye. Tu agahî nedan malbatên Abdullah D. ê ji nexweşaneyê derketî û Aktar bê ka li ku tên ragirtin.