* Di nava 6 mehan de dewleta tirk bi êrişên xwe yên bi SÎHA’yan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê zarok jî di nav de herî kêm 77 kes qetil kir.
* Hat destnîşankirin ku her çend endamê KESK'ê Îsmet Aslan ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5'an a Marmarayê girtî ye bi nexweşiya Mycosis Fungoides (MF) a cureya penceşêra çerm ketiye jî, dermanên wî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayên dayîn.
* Fehîm Tûrgay anî ziman ku li Wanê niha tenê ew şewqeyan çêdike û wiha got: “Serdem, dem, kevneşopî û çand guherî. Êdî wekî berê tahm û kêfa pîşeyê nemaye."
* Rojnamevan Mehmet Emîn Mûtlû diyar kir ku pêşeroja gelên Sûriyeyê di xeta "Rêya Sêyemîn" de ye û têkildarî êrişan wiha got: "Şoreşa Rojavayê şoreşa şoreşger, demokratîk û enternasyonalîstan e jî. Xwedîderketina wan a li şoreşa xwe dê di paşeroja Sûriyê de diyarker be."
* Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li gelek bajaran bên protestokirin. (11.00-17.00)
* Şaxa OHD’a Wanê dê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê dê serî li Dadgeha Îdareyê bide. (13.00)
* Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê di çarçoveya kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re de ji endama komeleyê Hatîce Onaran re pereyan bişîne. (13.30)
* Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (15.00-18.00)