AGIRÎ - Li Agiriyê welatiyên ku ji bo danûstendinê diçin bazarê destvala vedigerin malê. Xwendekarek tenê bacanek reş kirî û ev jî rewşa aborî ya welat nîşan dide.
Israra di polîtîkayên şer de qeyrana aboriyê kûrtir dike. Bajarê ku qeyrana aborî bandorê lê dike yek jî jê bajarê Agiriyê ye. Welatiyên ku diçin danûstandinê, bi awayekî vala vedigerin malê, esnaf jî ji ber ku nikarin firotinê bikin gazinan dikin.
Welatiyê bi navê Kasim Demîrkan li çemê Mûradê nêçîrvaniya masiyan dike û li bazarê masiyan difroşe. Demîrkan got ku ji ber qeyrana aborî nikare masiyên xwe bifroşe. Demîrkan diyar kir ku sala par masî derdora 25-30 TL’yî dihat firotin, îsal jî navbera 50 û 70 TL’yî tên firotin û wiha got: “Kesên ku sala par 4 kîlo masî dikirîn îsal tenê kîloyekê dikirin. Li gorî salên berê qezenca me pir kêm bûye.”
REWŞA ABORÎ HÊVIYÊ NADE
Demîrkan da zanîn ku zarokekî wî li zanîngehê dixwîne wiha got: "Ez carna 4-5 hezar TL mehane ji kurê xwe yê li zanîngehê dixwîne re dişînim. Mesrefa min a mutbexê mehê 20 hezar TL ye. Fatûreya gaza xwezayî ku par 600 TL bû, îsal gihîşt hezar û 200 TL'yî. Buhayê elektrîkê jî bi heman rengî tê. Hîç hêvî nîn e ku aborî baş bibe.''
‘GER DIZÎ NEBE DÊ TÊRA HERKESÎ BIKE’
Welatiyê bi navê Salîm Ozmen yê 71 salî ku teqawit bûye, destnîşan kir ku 18 hezar TL mûçeyê teqawitbûnê digire û wiha got: “Em ji malbatê 5 kes in û tu kes naxebite. Eger xaniyê me bihata kirêkirin, ev pere têra me nedikir. Divê meaşê teqawît ji 25 hezarî kêmtir nebe. Sedema vê lêçûnê jî hikûmet e. Eger dizî nebe û gere tirsa xwedê hebe, ji bo her kesî têra xwe pere heye. Na, heke dizî berdewam bike, aborî baş nabe. Bi her roja derbas dibe re aborî her ku diçe xerabtir dibe. Tu bendewarî û hêviya min ji hikûmetê nîne. Eger li Tirkiyeyê dizî neyê kirin, li vî welatî pereyê têra 200 mîlyon mirovî dike heye."
‘GEN AŞTÎ PÊK WERE DÊ ABORÎ BAŞ BIBE’
Esnafê bi navê Îrfan Ulutaş li bazarê penêr difroşe û diyar kir ku ji gundan kiloya penêr 150 TL’yî dikire li bazarê 155-165 TL’yî difroşe û wiha axivî: “Em ji penîr her kîloyê di navbera 5 TL û 15 TL qezenc dikin. Em neçar in bifiroşin. Ev 30 sal in ez di karê penîr de me, lê min saleke evqas xerab nedîtibû. Heta 10 sal berê karê me pir baş bû. Lê belê niha pere di nava gel de nîne. Divê mirov pereyan ji ku derê bînin? Serê sibehê saet di 07:00 de digihêjim û heta êvarê li vir dimînim. Heta êvarê tenê dikarim 8 kîlo mast bifiroşim û qezenca min jî 80 TL ye. Ev pere têra pereyê min ê çayê nake. Meaşek min tune ku bi wî meaşî debara xwe bikim. Carinan em bi xwarina nanê tisi xwe têr dikin. Dewlet ji me re dibêje '3 zarokên çêbikin', lê 9 zarokên min hene û ew hemû birçî ne. Eger aştî pêk were wê ev der bibe bihuşt. Naxwe wê hîn bêhtir mirin çêbibin û xizanî çêbibe.”
‘SEDEM DEWLET E’
Welatiya bi navê Mîne Kiyant got ku li bazarê tenê 4 kîlo pirteqal kiriye û ji bo wê ji 300 TL daye û wiha axivî: “Sedema vê xizaniyê dewlet bi xwe ye. Kî tê ser kar heman tiştî dike. Her tişt ji binê Tayyîp derket, wê aborî têk bir.”
TIŞTEK NEKIRÎ Û DESTVALA VEGERIYA MALÊ
Zemzem Besk ji ber buhabûnê bêyî ku tiştekî bikire destvala vegeriya malê û wiha got: “Her tişt pir biha ye. Nanek bûye 9 TL. Min dê pîvaz, kartol û bacan ji bazarê bikiriya, lê ji ber buhayê zêde ez nikarim wan bikirim. Buhayê du bacanan 50 TL ye. Li gorî sala borî biha pir zêde bûne, sala borî kîloya îsotê li sûkê 15 TL bû îsal bûye 45 TL. Li markete bûye 80 TL'yî. Rewşa aboriyê gelekî nebaş e, mirov nikarin debara xwe bikin. Niha divê ev buhabûn bisekine. Mirovek ji bo mehekê dixebite û pereyê ku digire têra lêçûnên 10 rojan nake. Destê xwe deynin ser wijdana xwe.”
Xwendekarek zanîngehê ku ji bo danustendinê hatibû bazarê tenê bacanek reş kirî. Xwendekarê ku nexwest navê xwe bide û bi tenê kirîna bacanek reş vegeriya malê û ev rewşa aboriyê radixe ber çavan.
MA / Mehmet Guleş