MÊRDÎN - Operasyona leşkerî ya ji destpêka meha Mijdarê ve li herêma çolter a Çiyayê Bagokê hatiye destpêkirin didome. Hat zanîn ku dengê teqînan ji herêmê tê.
Artêşa dewleta tirk di 6’ê Mijdarê de li dijî herêma çolter a Çiyayê Bagokê yê Nisêbîn a Mêrdînê operasyona leşkerî da destpêkirin. Leşkerên li herêmê gef li koçerên herêmê xwarin û ji qadê derxistin û gef lê xwarin ku heta 4 rojan neyên herêmê. Hat zanîn ku li herêma Barajînê dengên zêde yên teqînan tên û gelek caran jî dengê çekan tê.
Hat ragihandin ku li herêmê xebatên lêgerînê tên kirin û leşker li dora goristanên PKK’iyan ên li Çiyayê Bagokê bi cih bûne.