RIHA – Helbestvan Ferhad Merdê û lîstikvanê şanoyê Cûma Xelo (Bavê Teyar) li hemberî êrîşên li ser Rojava banga piştgiriyê kirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Di êrîşên dawîn ên bejayî û hewayî yên ku Tirkiye û hêzên paramîlîter ên SMO’yê yên ku piştgiriya wê dike de gelek kes di nav de zarok û jin jî hebûn. Li hember vê yekê, bertek û çalakiyên piştevaniya bi Rêveberiya Xweser re li seranserê Kurdistanê berdewam dikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2’ê kanûnê de li dijî zêdebûna êrîşan seferberî ragihand. Her ku piştgiriya ji bo seferberiyê zêde dibe, hunermend û rewşenbîr jî di nav de gelek kes banga tevlîbûna li vê seferberiyê dikin. Helbestvan Ferhad Merdê û lîstikvanê şanoyê Cûma Xelo (Bavê Teyar) ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, bi rêya Ajansa Mezopotamyayê (MA) bang li hemû kurdan kirin ku xwedî li Rojava derkevin.
Helbestvan Ferhad Merdê diyar kir ku bakurê Kurdistanê qada berxwedanê ye û wiha axivî: “Bakur warê bindestan, şîn û mazlûman e. Bakur heta îro tu carî bêdeng nema. Divê îro ji berê bi dengekî bilindtir Rojava biparêzin. Rojava pişta xwe dide Amedê. Divê ciwan, hunermend û jin bêdeng nemînin. Divê em perdeya tirsê hilînin. Got: êdî bese!”
Şanoger Cûma Xelo bi nasnav Bavê Teyar di banga xwe de ev tişt got: “Hezar car silav li cangoriyên me yên şerker ên ku li çeperên xwe li ber xwe didin. Em gelê xwe yê welatparêz silav dikin. Em hemû gelê xwe, di serî de hevalên xwe yên hunermend ên li çar parçeyên Kurdistanê dijîn û li berxwe didin silav dikin. Îro dema wê ye ku her kes ji bo Rojava seferber bibe. Divê her kes Rojava biparêze. Em gelê xwe yê li Bakur bi taybetî silav dikin. Çawa ku di sala 2014’an de gelê me yê Bakur ji bo Kobanê li ber xwe da, îro jî ev tişt ji me tê xwestin. Çawa ku me li dijî DAIŞ’ê rawestiya, dem hatiye ku em li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava jî bisekinin. Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê didomin. Bila Rojava bi tenê nehêlin. Rojava ya hemû gelê kurd e. Bijî Rojava bijî Kurdistan.”
MA / Emrullah Acar