ÎZMÎR - Medyaya alîgiriya îktîdarê dike piştî êrişên HTŞ’ê bi nûçeyên xwe şer sor dike û pirsgirêkan kûrtir dike. Akademîsyen Mûrat Buyukyilmaz got; “Weşangeriyeke pirsgirêka kurd kûr dike dikin, ev yek rast nîne.”
Heyet Tehrîr el Şamê (HTŞ) di 26’ê Mijdarê de êriş da destpêkirin û di 8’ê Kanûnê de rejîma Baasê ya 61 sal bû hikûmranî dikir hilweşiya. Koma paramîlîter a SMO’yê ku girêdayî dewleta tirk e jî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişan kir.
Êrişên hatine destpêkirin hêj jî berdewam dikin û piştî êrişên HTŞ’ê, medyaya îktîdarê derbasî Sûriyeyê bû. Medyaya îktîdarê bi nûçeyên diweşîne re şer sor dike û pirsgirêkên heyî kûrtir dike. Sepanên dermirovî yên komên paramîlîter weke “şoreş” pêşkeş dike û êrişên ser gelan jî hewl dide rewa nîşan bide.
'HEKE ÇAPEMENÎ AZAD NEBE MEJÎ JÎ AZAD NABIN’
Akademîsyen û rojnameger Mûrat Buyukyilmaz têkildarî nûçeyên medyaya îktîdarê derheqê Sûriyeyê de parve dike nirxand. Buyukyilmaz, anî ziman ku medyaya îktîdarê ya derdorê hêzên aborî bi weşangeriya xwe mafê agahîgirtinê yê civakê asteng dikin û wiha got: “Heke çapemenî azad nebe, mejî û fikr jî azad nabin. Lewma jî xwe nêzkirina îktîdarê, derketina ji rojnamegeriyê ye. Ji ber vê yekê propaganda û ajîtasyon vediguhere dezenformasyonê. Ev rewş jî li pêşiya mafê agahîgirtinê û xwegihandina heqîqetê dibe astengî.”
'AGAHIYÊN XELET ZIRARÊ DIDIN AŞTIYÊ’
Buyukyilmaz, diyar kir ku dezenformasyona di çapemeniyê de dibe sedem ku baweriya gel a ji medyayê zirar bibîne û wiha pê de çû: “Medya, xizmeta xwe gihandina agahî û daneyan a cemaweriyê ye. Heke ev xizmet bi rêya ajîtasyon û propagandayê were kirin, wê demê vediguhere dezenformasyonê. Rojnamegeriya bi vî rengî ya li Sûriyeyê tê kirin ne tenê zirarê dide aştiya navxweyî ya li Sûriyeyê, her wiha zirarê dide aştiya cîhanê jî. Di vê pêvajoya ku bandorê li jiyana bi milyonan kesan dike de divê rojnameger heqîqetê vebêjin. Saziyên çapemeniyê yên cuda, piştî pêvajoya nû derbasî Sûriyeyê bûn. Piraniya van rojnamegerên profesyonel in. Weke welatiyekî ez dixwazin ji ewil geşedanên li Sûriyeyê hîn bibim û fikrên xelkê wê derê mereq dikim. Ez bûma dê min daxwaz û pêdiviyên xelkê Sûriyeyê derbixista pêş. An jî dê min fikrên hêzên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê yên ji bo pêşerojê bipirsiya. Divê weşangerî têkildarî guftûgoya di navbera aliyan de bê kirin. Divê weşanegeriyeke li ser şopa heqîqet û civakê were kirin.”
Buyukyilmaz, axaftina xwe wiha qedand: “Hinek weşanên li herêmê tên kirin pirsgirêkan mezintir dikin. Bi şerên li herêmê re pirsgirêka kurd hîn bêhtir biwate û girîng bû. Komara Tirkiyeyê sedsala xwe ya ewil derbas kir û ket sedsala duyemîn. Heke Tirkiye bixwaze di vê sedsalê de bi aştiyê were bibîranîn, mecbûr e vê pirsgirêkê çareser bike. Lê mecbûr e hîn bileztir çareser bike. Ya ku divê rojnameger bikin jî ew e ku di vê çarçoveyê de nûçeyan çêbikin. Ne rast e ku weşangeriyeke şer û pirsgirêka kurd bêhtir kûr dike, dikin.”