ŞIRNEX - Polîsan li Cizîrê bi ser malan de girtin û zarok jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.
Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li navçeya Cizîr a Şirnexê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de zarokê bi navê Y. A., T. A. û welatiyên bi navên Mahsum Cengîz û Devran Demîrgîbî hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Hat zanîn ku 2 welatî birin Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê û 2 zarok jî birin şaxa zarokan.