AMED - Welatiyên meşvanên “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” ber bi Enqereyê ve oxir kirin anîn ziman kul navnîşana çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.
Platforma Saziyên Demokratîk, di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dan destpêkirin. Starta meşê duh li navçeya Rezanê ya Amedê hate dayin û dê meş li Enqereyê bi dawî bibe. Welatiyên tev li oxirkirina meşvanan bûn, diyar kirin ku çareseriya pevçûnên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e.
'GEL, BI RÊBERTIYÊ RE XWE NAS KIR’
Tahir Baran, diyar kir ku armanca ji êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku Kurd nebin xwedî statû û ev tişt anî ziman: “Lê Kurd ne diqedin ne jî asîmîle dibin. Êdî Kurd xwe nas dikin. Sedema tecrîda li ser Rêber Apo jî ew e klu Rêber Apo rêberê hemû gelên bindest e. Hemû dewlet jî bi vê dizanin. Fikrên wî ji bo hêzên emperyal dibin derd. Lewma li Girava Îmraliyê digirin û hewl didin fikrên wî hefs bikin. Her çende Rêbertî li Girava Îmraliyê bê ragirtin jî, fikrên wî di nav gel de ne û vî gelî bi saya fikrên Rêbertiyê xwe dît û xwe nas kir.”
'BILA NEBÊJIN QEY DIKARIN KURDAN BIXAPÎNIN’
Nedîm Esmer jî got ku Tirkiye ji bo Kurd nebin yek û statûya wan asteng bikin dest bi êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye û got: “Em li vir bang li Serokkomar dikin; bo xwe wan hêviyan çêneke. Naskirina statûya Kurdistanê dê ji bo Tirkiyeyê erênî be. Ji hêla fikr, raman û ferasetê ve tu kes ser birêz Abdullah Ocalan nakeve. Ew ji bo hemû gelan daxwaza demokrasî, edalet û azadiyê dike. Bi tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan re zilmê dikin, mafên wî binpê dikin. Pirsgirêka Kurd, bi axaftina bi Abdullah Ocalan re dikare bê çareserkirin. Azadiya gelan, girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e.”
'EM Ê LI BER XWE BIDIN’
Nasîre Haram jî anî ziman ku gelê Kurd bi êrişan tune nabe û wiha derbirî: “Em dizanin ku di mijara berdana birêz Abdullah Ocalan de dûrist nînin. Dixwazin dîsa Kurdan bixapînin. Divê Kurd li dijî wan bibin yek.” Sîbel Kurul jî got ku armanca ji êrişên ser Rojava jî têkbirina Kurdan e lê dê nekarin bi ser kevin û ev tişt anî ziman: “Rêberê me her tim azad e û ji me dixwaze em li ber xwe bidin. Em jî dê li ber xwe bidin.”
'ÊDÎ BES E’
Şadiye Hayme jî bi lêv kir ku êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser hemû Kurdan e û wiha got: “Em îro ji bo Rojava hatin. Dema em tiştên li wir dibînin, em nikarin li malên xwe bisekinin. Bila destên xwe ji Rojava bikişînin. Çi karê Tirkiyeyê li Rojava nîne. Bila êdî ev şer û komkujî bi dawî bibin. Ji zilm, heqwaret û komkujiyên wan re êdî bes e. Rêya aştiyê, muzakereyên bi birêz Abdullah Ocalan re derbas dibe. Nifteya aştiyê li Girava Îmraliyê ye. Nahêlin bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Ev, mafekî insanî ye.”
‘FIKRÊN ABDULLAH OCALAN LI HER DERÊ NE’
Ayşe Batkî jî bal kişand ser berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî êrişan û wiha got: “Tu şoreş bêyî berxwedan nabin. Gelê kurd ne gelê berê ye, berxwedana xwe nîşanî hemû dinyayê dan. Heke ev êriş û komkujî bidomin, dê kesek bêdeng nemîne. Dê neyê qebûlkirin. Em dixwazin her kes heqê xwe bistîne. Fikrên Abdullah Ocalan di nava gel de ne. Gel dibêje ‘bi xwîn, bi can em bi te re ne ey Serok.’ Êdî tu wateya girtina wî ya li Girava Îmraliyê nema ye. Divê hevdîtin tavilê bên kirin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe.”
'EM Ê HER LI QADAN BIN’
Şehmûs Gokdemîr jî anî ziman ku Tirkiye hewl dide bi komên paramîlîter destekeftiyên Kurdan ên li Rojava tune bike û wiha axivî: “Beriya niha gotin; ‘Kobanê jî ha ket ha dikeve.’ Lê tiştek bi dest nexistin û dê niha jî bi dest nexin. Ew jî vê dizanin. Dizanin dê bi ser nekevin lewma hevkariyê bi çeteyan re dikin. Dê gelê Kurd li dijî van êrişan bêdene nemîne. Tirkiye li rexekî hevdîtinan dike li rexa din jî êrişî Rojava dike. Stratejiyeke wiha didomîne û em tevek pê dizanin. Dê di dawiya dawî de Abdullah Ocalan berdin. Divê ji bo çareseriyê gavan biavêje. Heta bi wî re hevdîtinê nekin dê çareserî pêş nekeve. Heta ku daxwazên gelê Kurd tên qebûlkirin em ê li qadan bin.”
'MÛXATABÊ ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’
Mahmût Yokuş jî got ku îktîdar hebûna Kurdan red dike û wiha got: “Kurd hene û pirsgirêka Kurd jî heye. Heke jiyaneke demokratîk li vî welatî hebûya, heke azadiya xweîfadekirinê hebûya, dê her tişt cuda bûya. Çavkaniyên binerd û sererd ên vî welatî bi têrî her kesî dikin. Lê ew bi şev û roj bombeyan dibarînin. Teqawid nikarin debara xwe bikin û sedema vê jî ev şerê qirêjî ye.”
Yokuş, got ku tekane kesê dikare pirsgirêka Kurd çareser bike Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku hem dinyayê, hem Kurdan hem jî Tirkan baş nas dike. Pirsgirêk, bi qasî ya Kurdan ewqas jî ya tirkan e. Heta Kurd mafên xwe bi dest dixin dê krîza aborî û bêkarî bidome. Lewma divê her kes biaqilane tevbigere. Divê heqên Kurdan bên dayin. Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd jî birêz Abdullah Ocalan e. Divê her kes baş bi vê bizane.”