DÊRSIM - Di serdegirtinên malan ên li Dêrsimê de 4 kes hatin binçavkirin.
Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li Dêrsimê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Ahmet Yildiz, Feramuz Zeytîn, Alî Haydar Amaç û Mûsa Kiliç hatin binçavkirin. Hat zanîn ku welatî bi hinceta çalakiyên li dijî qeyûm hatine binçavkirin.