NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê bi çekên giran êrişî gundê Cadê yê li başûrê Kobanê kirin. Di êrişê de zarokek a 12 salî û dayika wê hatin qetilkirin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter gundê Cadê yê başûrê Kobanê ya Kantona Firatê topbaran kirin. Di encama topbaranê de zaroka bi navê Nasîm Xelîl ya 12 salî û dayika wî ya bi nav Sewsen Xelîl ya 35 salî hat qetilkirin.