AMED - Hevberdevka Tora Mafên Zarokan a Baroya Amedê Berfîn Elçî da zanîn ku di dema pêvajoya lêpirsîna doza Narîn Guranê de delîl ji hêla malbatê ve hatin tunekirin û got ku ji bo êdî bûyerên bi vî rengî neyên jiyîn banga xwedîderketina li danişînê ku dê sibe were lidarxistin li her kesî kir.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê îlonê di Rûbarê Egertutmaz de hate dîtin. 2’yemîn danişîna doza qetilkirina Narîn Guranê dê sibe li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin. Dayika Narînê Guranê ya bi navê Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar ji ber sûcê “Bi awayekî lihevkirî zarok bi qesdî kuştine” tên darizandin û di danişîna ewil de ji bo cezayê muebbeta girankirî derheqê wan de mutalaa hate dayin. Dozger, eşkere nekir bê ka cînayet ji hêla kê ve û çawa hatiye kirin. Tê payin ku di danişîna sibê de li 4 şahidan were guhdarîkirin.
Hevberdevka Tora Mafên Zarokan a Baroya Amedê Berfîn Elçî banga tevlibûna danişînê kir û bi bîr xist ku derheqê her 4 bersûcan de bi daxwaza cezayê muebbeta girankirî mutalaa hatiye amadekirin. Berfîn Elçî, wiha domand: “Di mutalaayê de tê gotin ku bûyer di nava malbatê de qewimî ye û bi awayekî organîzeyî hewl didin veşêrin. Lê li vir ya girîng ew e ku di pêvajoya lêpirsînê de malbatê ji bo delîl neyên komkirin, bersûcan piştî bûyerê hewl dane delîlan tune bikin û derketina rastiya madî hatiye astengkirin. Endamên malbatê ji bo sûcên xwe veşêrin bi awayekî organîzeyî tevgeriyane, nehiştine rastiya bûyerê derbikeve holê û ji bo cîbicîkirina edaletê astengiyeke mezin derxistine holê. Ev rewş dê bike ku ji ber kêmasiyên di destpêka lêpirsînê û kêmbûna delîlan, cezayê li sûcdaran were birîn dereng bixe yan jî rê li ber bigire. Em ê bi tu awayî nehêlin delîl bên tunekirin û rastiya madî were veşartin. Tevî hemû astengkirinan jî em ê ji bo edaletê têbikoşin.”
BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ KIR
Berfîn Elçî, got ku xwedîderketina li doza Narîn Guranê ne tenê ji bo Narînê lê ji bo ewlehî û mafên hemû zarokan pir girîng e. Berfîn Elçî, herî dawî jî wiha got: “Ji bo pêşîlêgirtina bûyerên bi vî rengî û cîbicîbûna edaletê em mecbûr in hewl bidin. Lewma xwedîderketina li doza Narîn Guranê peywira me tevan e. Divê em tev li danişînan bibin, dengê xwe bidin bihîstin û edaletê pêk bînin. Tevlibûna danişînê dê veguhere têkoşîna ji bo hemû zaorkan. Heke em bixwazin pêşerojeke bitendurist û biewle ji zarokan re bihêlin, divê em bikevin nava tevgerê. Ji bo faîlên Narîn Guranê bên tespîtkirin û cezakirin, em ê dosyayê bişopînin. Em banga xwedîderketina li dosyayê li hemû raya giştî dikin. Em ji bo Narîn Guranê edaletê dixwazin.”
MA / Rûkiye Adiguzel