RIHA - Şêx Murşid El Xeznewî ku piştî bavê wî ji hêla rejîma Baasê ve hatî qetilkirin li Norweçê bi cih bûbû û ji wir vegeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xebatên tifaqê dimeşîne, wiha got: “Ji bo tifaqa di navbera Kurdan de tu caran hêviyeke ewqas mezin çênebûbû.”
Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî di 1’ê Hezîrana sala 2005’ê de ji hêla rejîma Baasê ve hate qetilkirin. Kurê El Xeznewî, Şêx Murşid El Xeznewî jî piştî qetilkirina bavê xwe li Norweçê bi cih bûbû û piştre vegeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd xebatan dimeşîne. Ji bo ku di serdema avabûna rêveberiya nû ya Sûriyeyê de Kurd li dora heman daxwazan bibin yek, bi Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî re hevdîtin kir û xebatên hevdîtinê yên li Qamişlo û Dêrikê didomîne.
Xeznewî, hevdîtinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got ku ji bo tifaqa Kurdan hatiye û wiha got: “Ew armanc pir bi zelalî tê dîtin. Me gelek caran hewl da helwesta Kurdistanî xurt bikin. Nêrînên bi kînê hev dinihêrtin, ev feraset û ev nêzikatî cara ewil e hatin gel hev. Şikûr ku îcar hatin gel hev, bi hev re axivîn û nîqaş kirin. Hat gotin ku bi tifaqa tê avakirin re divê daxwazên Kurdan ên li Şamê yek bin û Kurd peyama yekitiyê bidin. Biryara vê hate dayin. Her wiha biryar hate dayin ku civînîên bi vî rengî bidomin.”
'HELWESTA HEMÛ PARTIYAN ERÊNÎ YE’
Di berdewamê de Xeznewî anî ziman ku hêvî û daxwaza wî jî ew e ku civînên bi vî rengî bidomin û yekitî çêbibe. Xeznewî, wiha domand: “Di hevdîtinên tifaqê de gelek hêzên Kurdistanî yên xwedî nêrîn û baweriyên cuda bi hev re şêwirîn û hemû partiyan jî gotin ku ew erênî nêzî hevdîtinan dibin. Di destpêkê de helwesta ENKS’ê ya ji bo tifaqa Kurd erênî bû lê belê li dijî banga General Mazlum Ebdî bêdeng bûn. Her yek ji wan li gorî xwe xizmet ji gelê Kurd re kiriye. Ew jî hewl didin ji bo gelên xwe siyasetê bikin. Hinek rexneyên wan hebûn, belê; lê şikûr ku ji bo tifaqa Kurd û ji bo di bin heman sîwanê de bên gel hev seknek nîşan dan. Ji vî alî ve nêzikatiya wan erênî ye. Bi vê sedemê beşdarî civînê bûn û biryar jî dan. Di wê baweriyê de me ku ev tifaq û yekitî dê bidome.”
'KURD NE KURDÊN BERÊ NE’
Xeznewî, anî ziman ku Kurd ne Kurdên berê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berevajî serdemên berê, niha xwedî wê hêzê ne ku derheqê xwe de gotina xwe bikin. Di demên berê de ji bo me fermanek hate nivîsandin. Me rojên zehmet jiyan, hatin îşkencekirin. Lê belê Kurd îro polîtîk in. Ciwanên Kurd, jin-zilam li her derê ne, li her derê dixebitin. Polîtîkayê pêş dixin. Ji bo Kurdan pêşerojekê diafirînin. Îro tişta ji me kêm, tifaqa Kurdistanî ye. Dema ew tifaq pêk hat, em ê karên pir mezin bikin. Îro dostên Kurdan hene. Lê belê divê Kurd bi navxweyî hinek tiştan bikin. Heke tifaq were avakirin em ê tiştên mezin bi dest bixin. Netewe dewlet jî qîmetê didin gotina Kurdan. Îro tişta ji bo me hewce, yekitiya navxweyî ya Kurdan e. Heta niha tu caran ji bo tifaqa Kurdan hêviyeke ewqas mezin çênebûbû.”
'EM MECBÛR IN BI HEV RE JIYANEKÊ AVA BIKIN’
Xeznewî, diyar kir ku di avakirina tifaqa Kurdan de alimên olê dê roleke girîng bilîzin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê her kes di ferqa mafên xwe de be. Divê li ser vî heqî hesaba heqekî din neyê kirin. Çi Şêx be çi jî alim, rola di van meseleyan de pir girîng e. Yên ku dê ji pirsên serê gel de re bibin bersiv ew in, yên ku dê hêviyê bidin ew in. Me îro jî nîşanî gel da, pêwendiyên me bi gel re hene. Ev, mafê me yê herî xwezayî ye. Em xwedî bawerî û olên cuda ne. Heta di navxweyî de jî îdeolojî û nêrînên cuda hene. Lê tevî her tiştekî divê em hev qebûl bikin. Dema me hev qebûl kir, ev nayê wateya ‘tu jî dê mîna bijî.’ Mafên min çawa hebin ên te jî hene, tê vê wateyê. Em mecbûr in bi hev re jiyanekê ava bikin.”
MA / Ceylan Şahînlî