NAVENDA NÛÇEYAN - Bersûcên di doza Narîn Guranê de girtî anîn edliyeyê.
Danişîn duyemîn a doza qetilkirina zaroka 8 salî Narîn Guranê dê îro were lidarxistin. Bersûcên dozê yên girtî beriya danişînê anîn edliyeyê. Dayika Narîn Guranê, Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar ku bi daxwaza cezayê muebbeta girankirî tên darizandin, dê îro cara duyemîn derkevin pêberî dadger.
Di danişînê de yek jê girtî bi giştî dê li 3 şahidan were guhdarîkirin. Beriya danişînê, eywana dadgehê û derdora edliyeyê hate dorpêçkirin.
Danişîn dê saet di 09.00’ê de dest pê bike.