* Girtî “tecrîda di nava tecrîdê de” ne, di nava salekê de rastî gelek binpêkirinan hatin. Herî kêm 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, serbestberdana 8 hezar û 521 kesan hat astengkirin û hevgirtina bi girtiyan re sûc hat dîtin.
* Rêveberê PYD'ê yê Kobanê Bekir Hecî Îsa bal kişand ser êrışên Tirkiyeyê û got ku ew ê li hemberî êrışan xwe biparêzin.
* Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji ber ku di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ye di bûyere îşkenceuê ya nakeve ber demboriyê de, bi hinceta ku 7 sal di ser bûyerê re derbas bûye biryara neşopandinê da.
* Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû diyar kir ku ew ê di konferansa ku dixwazin di serê sala 2025'an de li dar bixin de girîngiya aştiyê vebêjin û ji bo gel û baweriyên di bin tehdîdê de forûmekê li dar bixin.
* Fettah Tekîn ê ku 2 zarokên xwe di têkoşîna azadiyê ya kurd de winda kirine û zarokek wî di girtîgehê de ye, ji roja destpêkê ve cihê xwe di çalakiya nobedê ya li sînorê Nisêbîn-Qamişlo de girtiye. Tekîn ê ku rengê çalakiyê ye got: “Ez hêza xwe ji hezkirina welatê xwe digirim. An em ê li ser vê xakê bimirin an jî em ê azad bibin."
* Akademîsyen Haşim Zêbarî û Kamûran Berwarî diyar kirin ku tekane derdê dewleta tirk a li Sûriyeyê hêzên Kurdan e û wiha gotin: “Tirkiye jî dizane ku Sûriyeyeke demokratîk tê wateya Rojhilata Navîn a demokratîk. Tunebûna destkeftiyên li Rojava dê bê wateya tunebûna Iraq û başûrê Kurdistanê.”
* Taybet Encu ku di Komkujiya Roboskê de birayê xwe û di têkoşîna edaletê de jî dayika xwe winda kir, wiha got: “Heke edalet hatibûya Roboskê dê pirsgirêka Kurd çareser bûbûya.”
* Danişîna 2’yemîn a doza cînayeta Narîn Guranê dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00)
* Danişîna doza nivîskarên Rojnameya Ozgur Gundemê dê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (10.00)
* HDK û pêkhateyên wê dê têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya li Taksîmê daxuyaniyê bidin. (11.00)
* Çalakiyên nobetê yên li ser sînorê Qamişlo û Kobanê dê berdewam bikin. (12.00-17.00) ZINDÎ
* Têkildarî biryara girtinê ya GOÇÎZDER’ê dê li avahiya komeleyê ya li Bahçelîevlerê daxuyanî bê dayin. (13.00)