AMED - Hunermendên Kurd li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga xwedîderketinê kirin û wiha gotin: “Em xwedî li şoreşa jinê Rojava derkevin.”
Hunermendên Kurd bal kişandin ser êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û banga xwedîderketina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Hunermendan, diyar kirin ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û bi vîdeoyên kişandin gotin ku divê her kes xwedî li Rojava û jiyana li wir hatiye avakirin derkeve.
Peyamên hunermendan wiha ne:
Guler Kaya: Ji bo jinan parastina herî mezin, yekitiya jina ye. Divê em xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Weke hunermendên jin em Şoreşa Rojava silav dikin. Bijî berxwedanan Rojava.
Kasim Taşdogan: Weke hûn jî dizanin li Sûriyeyê şerê qirêjî û navneteweyî didome. Li gelek deverên Sûriyeyê şer sekinî ye lê şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nesekinî ye. Ev 10 sal in di nava şer de ye lê dîsa jî Rojava nîşaneya aramî, aştî û pêkvejiyanê ye. Divê em jî ji bo parastina vê jiyana azad, xwedî li Rojava û jiyana mînak a Rojava derkevin.
'EM Ê DEV JI PARASTIA ŞOREŞA ROJAVA BERNEDIN’
Koma Hevra: Li dijî polîtîkayên şerê qirêjî yê bi destê çeteyan li ser Rojava tên meşandin, em ê dev ji parastina Şoreşa Rojava ya ku ji bo jin û gelan bûye hêvî bernedin. Di serî de jin û ciwan, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li dijî êrişên heyî xwedî li Rojava derkevin û alîkariyê bidin. Rojava, şoreşa jinê ye.
Rojkar: Weke hûn jî dizanin dixwazin îro careke din êrişî gelê Rojava bikin. Dixwazin gelê Rojava dorpêç bikin û dawiya wan bînin. Rojava berxwedêr e, serhildêr e. Li dijî kolonyalîstan li dinyayê şerekî modern da destpêkirin. Weke rewşenbîrên Kurd, em dixwazin li cîhanê dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin wan. Rojava bi tenê nîne.
'JI BO ŞOREŞA JINÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN’
Dengbej Xalîde: Li dijî şerê li Rojava didome, werin em yekitiya xwe ya neteweyî ji bo azadiya Kurdistanê pêk bînin. Ji bo Şoreşa Jinê ya Rojava em dengê xwe bilindtir bikin.
Adil Bêrtî: Em dixwazin şerê qirêjî yê li Rojava didome bi dawî bibe, em naxwazin mirovên me, zarokên me bên qetilkirin. Em dixwazin hûn jî destê xwe deynin bin kevir û ji bo aştiyê bang li hemû gelan dikin.
Şîlan Alagoz: Rojava, şoreşa jinê ye û hêviyeke mezin dide hemû jinên cîhanê. Divê hemû jinên cîhanê ji bo vê hêviyê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.
'BI RUHÊ KOBANÊ EM XWEDÎ LI ROJAVA DERKEVIN’
Veysel Ciwan: Gelê Rojava bi tenê nîne. Divê em bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkevin. Dijminên gelê Kurd çawa bûne yek, divê em jî bibin yek. Em xwedî li gelê Rojava, xwedî li rûmeta xwe derkevin. Rojava rûmeta me ye, bi tenê nîne.
Baran Bozyel: Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye. Divê gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ava bike û deng bide gelê Rojava. Weke hunermendên jin ên Kurd, em Şoreşa Rojava silav dikin.
Kadîr Çat: Em xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Sed sal piştre Lozan hildiweşe û sînorên Rojhilata Navîn jinûve tên xêzkirin. Em, gelê xwe yê Rojava bi tenê nehêlin. Şoreşa Rojava, mirovatî ye, şoreşa jinê ye. Dibe ku çeteyên DAIŞ’ê êrişên xwe zêdetir bikin, divê gelê Kurd li her derê bêhtir xwedî li Rojava derkeve. Rojava, xeta sor a gelê Kurd e. Bijî Şoreşa Rojava.”