AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan ji bo krîza li Rojhilata Navîn 'navnîşana çareseriyê' ye û got, "Pêdiviya Tirkiyeyê ya herî lezgîn aştiya bi kurdan re ye."
Di sala 2024’an de li Rojhilata Navîn gelek geşedanên girîng qewimîn. Êrîşên Îsraîlê yên ku di sala 2023’an de li dijî Gazeyê dabûn destpêkirin li Lubnan, Îran û Sûriyeyê dewam kir. Rûxandina Rêjîma Esed a 61 salî û êrîşên Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SMO) yên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê geşedanên girîng ên dawiya salê bûn.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê zextên hikûmetê yên li ser gel û baweriyên cuda bi taybetî li ser kurdan, operasyonên leşkerî, hilbijartinên herêmî, krîza aborî, tecrîd, zextên li girtîgehan û binpêkirina mafan, konser û qedexekirina ziman, berxwedana jin û karkeran, nîqaşên çareseriyê tevahiya salê bûn rojev. Di nava rojevan de rojeveke girîng jî kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) wek rojevên sereke çareseriya pirsgirêka kurd ku çavkaniya sereke ya krîzên siyasî, civakî û aborî yên li welat e û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan derxist pêş. DBP'ê di nava salê de di vê çarçoveyê de pêşengiya gelek çalakiyan kir. Xebateke din a girîng a partiyê jî seferberiya rêxistinî bû ku bi dirûşma “Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike” hate destpêkirin.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar têkildarî mijarên girîng ên sala 2024'an û xebatên partiyê bersiv da pirsên me.
Em saleke ku ji siyasetê heta aborî, ji tenduristiyê heta ekolojî û dadgeriyê di gelek qadan de nîqaşan li pey xwe dihêlin. Ji bo sala 2024’an bi kurtî çawa derbas bû?
Hem ji bo Tirkiyê hem jî ji bo Kurdistanê neheqî, bêhiqûqî, krîza aborî û binpêkirina mafên mirovan di asta herî kûr de tê jiyîn; Lê em di serdemeke wisa re derbas bûn ku di siyaseta demokratîk û qadên civakî de lêgerîna rê û derketina demokratîk derket holê. Di mijara bêhiqûqiyê de tişta herî girîng tecrîd bû. Demek dirêj, tewra peyva "tecrîd" bixwe jî di tecrîdê de bû. Lê di nava vê salê de me karî zêdetir behsa tecrîd û bêhiqûqiya ku ji ber tecrîdê derketiye holê bikin.
Mijareke din a girîng jî krîza aborî bû. Mijara çima krîza aborî derket holê ji gelek aliyan ve nehat nîqaşkirin. Heta ku em behsa şer û aboriyê nekin ne mimkûn e ku em li ser aboriya Tirkiyê tiştekî bibêjin. Em ê îro jî bibêjin ku mûçeyên kêmtirîn, mûçeyên ku karmendan distînin an jî mûçeyên ku teqawît nikarin debara xwe bikin, hemû girêdayî polîtîkayên şer ên li vî welatî ne. Di vê heyamê de ji ber ku debara xwe nedikirin gelek kes întîhar kirin. Ger em behsa vî şerî nekin û li şûna şer behsa aştiyê nekin, mixabin ev rewş dê wiha berdewam bike.
Di nava salekê de jî em bi qirkirineke çandî re rû bi rû man. Piştî ku şaredarî hatin qezenckirin, li ser rê tehemulî nivîsandina peyva “Peşî pêya” nekirin. Ji dema ku me li meclîsê behsa bêtehamuliya kurdan kir, axaftinên me qut kirin. Bi tevayî, me rastiya hikûmeteke ku mafê jiyanê û siyasetê nade yên taetê li qan nakin dît. Lê îradeyek ku li hemberî vê yekê rawestiya bû hebû. Em meşiyan, em axivîn, me ew şermezar kirin, em hatin ba hev, me fikrên xwe parve kir, em li rê û rêbazên çareseriyê geriyan.
Di sala 2024’an de hilbijartineke krîtîk pêk hat û hikûmet bû partiya duyemîn. Hilbijêran çi peyam dan, hikûmetê ev peyam girt an na?
Bi baweriya min encamên hilbijartinên giştî yên berê ji bo Tirkiyê krîtîk bûn. Me rastî jî dît ku ji bo veguhertina demokratîk xeta têkoşînê ya hevpar girîng e. Di vê de hêza pêşeng gelê Kurd bû. Qadeke siyaseta demokratîk bû ku gelê kurd li ser maf û daxwazên xwe bi taybet hilbijartinan ava kir. Di hilbijartinên herêmî de civak li dijî desthilatdariyê hatin cem hev. Ev rewş hem ji bo desthilatdarî û hem jî ji hişmendiya dewletê re bû bersiveke xurt ku dixwest bi polîtîkayên şerê taybet Kurdistanê ji qada siyaseta demokratîk dûr bixe.
Di hilbijartinên herêmî de, bê guman ezmûna hilbijartinê pir girîng e. Demokrasiya rasterast yek ji wan tiştan e ku me hem teorîk û hem jî di pratîkê de pêk aniye. Ev hem ji bo kurdan hem jî ji bo siyasetê bû destpêka serdemeke nû ku karîbû gavên biçûk, wêrek ji bo naskirina hebûna kurdan bavêje.
Partiya desthilatdar yekem car di rêveberiyên herêmî de têkçûna xwe ya herî mezin jiya. Hilbijartina civakê ji hişmendiya polîtîkayên dijminatiyê yên hikûmetê ne dûr bû. Tabloyeke ku bi têkoşîna jin, kurd, ciwan, elewî û hemû kedkaran derketiye holê.
Hikûmetê dîsa li dijî civaka ku bijardeya demokratîk dipejirîne, dest bi pêkanîna rejîma qeyûm kir. Ji bo 3 serdeman qeyûman li Kurdistanê hatin tayînkirin û ev rejîm tenê bi hikûmeta AKP'ê ve nayê pênasekirin. Dema em li pêvajoyên ji Plana Îslahata Rojhilat a sala 1925’an heta hilbijartinên Osmanî yên sala 1912’an dinêrin, li dijî îradeya gelê kurd a xwerêveberiyê astengiyek pir giran heye. Me ceribandin ku em ê çawa bi têkoşînê vê dorpêçê bişkînin. Hem modela Mutabaqata Bajar bi xwe ya li rojava û hem jî rêveberiyên herêmî yên demokratîk ên ji aliyê gelê kurd ve hatin afirandin, bi xêra gel hatin pêşwazîkirin. Me hilbijartinên herêmî tenê bi serketina şaredariyan pênase nekir.
We çawa pênase kir?
Mesele ne munaqeşeya sîstemê ye, meseleya lêgerîna gel û çawaniya avakirina sîstemeke jin-navend a li dijî desthilatdariya mêr e. Siyaseta bêyî jin ne demokratîk e.
Mijar mijara nîqaşa sîstemê ye. Mijar lêgerîna gel e, li dijî desthilatdariya mêr wê sîstemeke jin di navendê de cih digire çawa bê avakirin. Belê, şaredarî amûrek e, lê xeta me ya bingehîn a têkoşînê ew e ku em têkoşîna hevpar a avakirina welatekî demokratîk û platformeke demokratîk bimeşînin. Li dijî qeyûman têkoşîneke hevpar heye. Li aliyê din qeyûm têkoşîna jinan hedef digire. Bi zîhniyeta zilam-dewletê hewl tê dayîn ku pergala hevserokatiyê were krîmînalîzekirin. Lê belê ji bo yên ku siyaseta demokratîk dihewînin, siyaseta bê jin ne demokratîk e, rêveberiya herêmî ya bê jin ne demokratîk e û di asta partiyê de bêyî jin ne demokratîk e. Ji ber vê yekê hem li dijî partiya siyasî bi xwe hem jî li dijî jinên ku ezmûna herî azadîxwaz anîne xeta têkoşînê, êrîşek heye. Lê li hemberî hemû êrîşan hevgirtina jinan heye û ev têkoşîn jî hêviyê dide mirov.
Ji serê salê vir ve di rojeva DBP’ê de her tim çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan hebû. Di bingeha xebatên we de ev her du rojev hebûn, çima?
Li Tirkiyeyê siyaset, aborî û polîtîka li gorî pirsgirêka kurd dimeşe. Gelek hikûmetên berê hewl dane sîstemekê li ser tunebûna kurdan bimeşînin. Dema em bi vê perspektîfê li sedsala borî dinêrin; ji bo hemû gelên Tirkiyeyê sedsalek winda ye. Dema ku pirsgirêka kurd siyaset û aborî ewqas navendî bû, lê fikra hevpar a me hemûyan bû ku divê çareseriya pirsgirêka kurd şênbertir û civakîtir be.
Li dijî tecrîdê di meha sibatê de bi tevlîbûna parlamenterên DBP û DEM’ê, saziyên demokratîk û komên civakî meşek hat lidarxistin. 15 rojan em li Kurdistanê bajar bi bajar, navçe bi navçe, gund bi gund geriyan û li ser çareseriya pirsgirêka kurd nîqaş kirin û di çareseriyê de muxatabê sereke birêz Ocalan e. Me di 13’ê cotmehê de li Amedê mîtîngek li dar xist. Birêz Ocalan 26 sal in tê tecrîdkirin. Demeke ku nîqaşa tecrîdê jî qedexe bû me ji bo azadiya birêz Ocalan mîtîngek li dar xist. Ev serkeftin tenê serkeftina qada siyaseta demokratîk nîn e. Ya rastî îradeya gel e ku bi salan girîngiya fikrên birêz Ocalan zane û li dora vê fikrê dest ji têkoşîna xwe bernedaye. Em rastî gelek astengiyan hatin. Ew roj li dijî qedexeya walîtiyê û astengiyan ji çar aliyên Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê gel herikî Amedê. Ev hesreta aştiyê bû û ev yek bû yek ji tespîtên ku fikrên birêz Ocalan wê di çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkkirina welat de çiqasî bi bandor in.
Xebatên we ku di çarçoveya her du daxwazan de teşe girtin encamên çawa derxist holê?
Dewlet ji bo krîza heyî çareser bike berê xwe da birêz Ocalan û fikrên wî meraq dikin. Ev ji çalakiyên ku 15’ê sibatê destpê kir û xebatên ku ji bo azadiya birêz Ocalan tên lidarxistin re têkildar e.
Dewlet ji bo krîza heyî çareser bike berê xwe da birêz Ocalan û fikrên wî meraq dikin. Ev ji çalakiyên ku 15’ê sibatê destpê kir û xebatên ku ji bo azadiya birêz Ocalan tên lidarxistin re têkildar e. Dewletê berê xwe da Îmraliyê, berê xwe da fikrê birêz Ocalan û îmkanên pêkanîna projeya Rojhilata Navîn a demokratîk. Tecrîd îro ranebûye, birêz Ocalan hê jî tê tecrîdkirin, lê di hevdîtina ku bi Omer Ocalan re hatibû çêkirin de peyamek pir zelal da. Bandora hêza xwe ya teorîk û pratîkî anî ziman. Lê her wiha got tecrîd didome.
Li dijî peyama Abdullah Ocalan tu gav nayên avêtin û tecrîd berdewam dike ev tê çi wateyê?
Divê çareseriya pirsgirêka kurd ji bo siberoja vî welatî weke pêwîstiyek bê dîtin. Hikûmet her tim ji vê pêvajoyê dûr ketine. Tirkiye ji bo pergala ku li ser tunebûna kurdan hatiye avakirin bidomîne di pozîsyoneke navendî de ye. Loma jî zehmet e ku dev ji vê hişmendiyê berde. Her çiqas em bangên ku di qada siyasî de tên kirin bi qîmet dibînin jî, em nebûna gavên berbiçav di vê mijarê de wek dem û serdemek wenda bi nav dikin. Ji ber vê yekê, belkî pêdivî ye ku ev yek wekî amûrek şantajê neyê bikaranîn. Divê pêvajo zûtirîn destpê bike. Dema ku niyet û pratîk negihêjin hev, ne mimkûn e ku behsa çareseriyê were kirin. Ji ber vê yekê em van gotinan bi wateyekê ji cihekê tînin ziman ku zane di têkoşîn û daxwazên mafdar ên gelê kurd ên li Tirkiyeyê de pêşketineke herî biçûk wê li tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn bi bandor be.
Divê em li gorî hêz, têkoşîn û vîna gelê kurd tevbigerin. Arguman û nîqaşên din dê me mijûl bikin û nahêlin em tiştekî bikin.
Heger projeyek tasfiyekirinê hebe yan jî taktîka mijûlkirin û xapandinê hebe, em ê li dijî vê ferasetê bisekinin. Lê divê were zanîn ku pirsgirêka kurd êdî çareseriyê ferz dike. Em niha dizanin ku ji bilî çareseriyê wekî din rê nîn in. Lê çûyîna Îmraliyê weke şantajê bi kar tînin û li gorî daxwaza xwe demê diyar dikin. Lê çi dikin bila bikin jî divê biçin Îmraliyê. Divê hem der barê Sûriyeyê hem jî der barê Rojhilata Navîn nêrînên birêz Ocalan bigirin. Ji ber ku hem di warê dînamîkên kurdan ên li Tirkiyeyê û hem jî di warê dînamîkên kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê de divê ev pêvajo neyê paşguhkirin.
Li Sûriyeyê tekane îradeya ku li ser piya maye îradeya kurdan e. Her kes neçar mna paşde vekişe. Lê îradeya kurd bi hemû mekanîzmayên xwe ve zindî ye û di çareseriya siyasî de israr dike. Ew ê hesaban bikin. Dewlet û hikûmetek ku sed sal li ser tunebûna kurdan ava bûye çawa dikare bijî? Çawa îro gihîşt vê qonaxê? Ez bawer im ku ew van hesaban dikin. Divê em li gorî hêz, têkoşîn û vîna gelê kurd tevbigerin. Arguman û nîqaşên din dê me mijûl bikin û nahêlin em tiştekî bikin. Li gorî min divê em di wê rewşê de nebin.
Bersiva peyama Ocalan, rakirina tecrîdê û afirandina şert û mercên azadiyê dê bandoreke çawa li çareseriya pirsgirêka kurd bike?
Ger hûn li gorî hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî ya ku Tirkiye îmzekarê wê mêze bikin; divê ji niha û pê de birêz Abdullah Ocalan serbest were berdan. Lê birêz Abdullah Ocalan aktorekî girîng ê têkoşîna gelê kurd û daxwazên mafdar ên gelê kurd e û dewlet ji ber xeta siyasî ya ku heta niha di çareseriya pirsgirêka kurd de xêz kiriye, nikare bi lez ber bi çareseriyê ve bibe. Wisa difikirim ku dewlet vê dibîne; li derdora fikir û xeta têkoşînê ya birêz Ocalan îradeyeke gel a bê dawî heye.
Binêrin, meseleya Îsraîl-Fîlîstînê, şerê Rûsya û Ûkraynayê... mirov mehkûmî pêşerojeke nediyar hatine hiştin. Lê fikra birêz Ocalan û projeya aştiyê ku daye pêş, ji aliyê hemû beşên civakê ve bi hêsanî tê fêmkirin. Formula jiyana hevpar li hember hemû nediyariyan dide. Ne tenê Tirkiye di krîzê de ye, Rojhilata Navîn, cîhan û pergala kapîtalîst bi xwe jî di krîzê de ye. Fikra birêz Abdullah Ocalan di rêya derbaskirina vê krîzê de navnîşana çareseriyê ye. Aştiya bi kurdan re yek ji mijarên ku herî zêde pêwîstiya Tirkiyeyê pê heye.
Em şahid in ku rejîmên ku li hemberî pirsgirêkên xwe xemsar in, tune dibin û tên hilweşandin. Em li Sûriyeyê mînaka vê dibînin. Tirkiyeyê pirsgirêk çareser nekiriye û destkeftiyên kurdan li Sûriyê dike hedef. Armanca hikûmeta tirk çi ye?
Hemû welatên ku pirsgirêkan paşguh dikin bi hilweşînê re rû bi rû dimînin. Em dikarin Misir û Lubnanê wekî mînak bidin. Mînaka herî zelal Esed e. Esed ku pirrengiya gelan red kir û nexwest bi kurdan re were gel hev, hilweşiya û neçar ma ji Sûriyê derkeve. Divê ev yek weke yek ji bersivên îradeya gel a li dijî rejîmên otorîter bê dîtin. Rûsya û Îran neçar man ji Sûriyê vekişin. Îngilîstan, DYA û Îsraîl xwedî dîzayneke nû ye ku tê de hewl didin bibin hêz. Tirkiye jî hewl dide bi kurdan re li ser çemekî (Firatê) sînoran xêz bike. Helbet di vî sînorî de rola aqilê dewletê heye. Ev jî nîşana wê yekê ye ku Tirkiye dixwaze di serdema nû ya avakirina Sûriyeyeke de kurd cih negirin.
Di navbera geşedanên Sûriyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd de têkiliyeke çawa heye?
Tirkiye wê çawa xwe li Sûriyeyê bi cih bike, ev mijar kurdên vê derê jî eleqedar dike. Rojava yek ji parçeyek Kurdistanê ye ku berê hemû kurdan li wê derê ye. Li gorî min hemû cîhan deyndarê Rojava û têkoşîna li Rojava derketiye holê ye. Paradîgmayek, îrade û sîstemek heye ku gelan bi taybetî jinan bi kedeke mezin hem li dijî DAIŞ’ê hem jî li dijî rejîmên otorîter derxistiye holê. Divê em vê pergalê biparêzin. Ji ber ku ev pergal ne tenê di nava sînorên Rojava de ye. Serkeftineke ku mizgîniya siberoja azad dide. Pergaleke ku nasname û baweriyên cuda bi hev re dijîn heye. Divê ev polîtîkaya ku destkeftiyên gelê kurd ji ber kurdofobiya bi dest xistine dibe sedema windahiyan. Aqilê dewletê bi xwe, îqtîdar bi xwe divê were guhertin. Ya ku civak ferz dike ev e.
Bila Rojava bibe xeta sor a azadî û îradeya hevpar a jiyanê. Cihê ku gotina "Em bira ne" şênber bibe yek jî jê Rojava ye û nêzîkatiya li hemberî wê derê dê aşkera bike
Di salên 2013-2015’an de birêz Abdullah Ocalan got, “Rojava xeta me ya sor e”. Dewlet jî li gorî "xeta sor" nêzîkatî nîşan da û ji aliyê hikûmetê ve muzakereyên ku dihatin kirin ve hatin betalkirin. Wê îro Rojava bibe yek ji wan cihên ku hem tengavî (nîqaşên li ser pêvajoyê), hem jî tecrîd û daxwazên azadiyê yên gelê kurd çareser bikin. Ji ber vê yekê ew cîhek pir bi bandor e. Bila Rojava bibe xeta sor a azadî û îradeya jiyana hevpar.
Bi qasî ku em dibînin, ji 8’ê kanûnê vir ve Hêzên Sûriyeya Demokratîk di vî warî de gelek xebatên dîplomatîk dimeşîne û di çareseriya siyasî de israr dike. Cihê ku gotina "Em bira ne" şênber bibe yek jî jê Rojava ye û nêzîkatiya li hemberî wê derê dê aşkera bike. Kurd di dîrokê de her tim li vir jiyan, bedel û kedeke mezin dan. Naskirina ziman û çanda gelê kurd û çêkirina rêziknameyên qanûnî di nav mijarên sedsala 21’an de dereng mane. Ji ber vê yekê li Îmraliyê berxwedan heye. Ji ber vê yekê li Kurdistan û Rojava berxwedan heye.
Partiya we îsal girîngî da xebatên rêxistinbûyînê. Çima pêwîstî bi seferberiya rêxistinbûnê hat dîtin? Gelo di mijara seferberiyê de hûn gihiştin hedefên xwe?
Tişta ku dewlet herî zêde jê ditirse mijara birêxistinkirî ne. Hikûmetê ji Plana Çokdanînê heta îro hemû polîtîkayên xwe bi pirsa “Ez ê çawa bikim ku kurd dev ji têkoşîna xwe berdin” pêk aniye. Qada ku herî zêde êriş kir, qadên ku em lê birêxistinî bûn. Ango êrişîg qada siyaseta demokratîk kir. Armanc ew bû ku bi girtin, binçavkirinên keyfî û polîtîkayên li dijî rojnameger û dostên me yên di qada siyaseta demokratîk de xebatên xwe dimeşînin, gelê kurd xwe bi rêxistin neke. Ji bo vê yekê gelek amûr bikar anîn. Polîtîkayên şerê taybet, qeyûm, girtin, tecrîd û hwd. Ji ber vê yekê mekanîzmayên me yên rêxistinî bûn cihê ku me herî zêde bersiva van polîtîkayên zextê yên hikûmetê bide. Ji ber vê yekê me nîqaş kir ku gel çawa dikare baştir xwe birêxistin bike. Di demekê de ku hemû nîqaşên siyasî li ser pirsgirêka kurd dimeşiyan, veguherî pirsgirêka berpirsyariya rêxistinî.
Wek DBP di nav selekê de we çi pêk neanî, herî zêde di kîjan mijaran de hûn lawaz man?
Di sala 2024’an de rojev pir dagirtî bû. Me li ser her mijarên ku DBP'ê weke rojeva sereke destnîşan kir, xebatek meşand. Lê helbet kêmasiyên me hene. Di serî de hem di têkoşîna me ya li dijî tecrîdê de hem jî ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan dikaribû xebatên dîplomatîk ên berfireh bihatana kirin. Em di vê mijarê de lawaz bûn. Me diyar kir ku xebatên rêxistinî û perwerdeyî ji bo me pêwîst in. Dibe ku me di vî warî de roleke çalaktir bigirta ser xwe. DBP'ê bi israr xwest rojeva xwe bişopîne. Lê em her tim bi rojeva hikûmetê re rû bi rû man. Her çend me hewlek girîng da ku bersivê bidin ajandayên ku ji hêla hikûmetê ve hatine ferz kirin, lê di cîbicîkirina ajandayên xwe de qelsiyên me hebûn. Em îdia dikin ku em formûleke ku di serdema nû de vê kêmasiyê ji holê rabike hildiberînin û li ser bixebitin.
Di ajandaya DBP'ê ya sala 2025’an de çi heye?
Piştî seferberiya rêxistinkirinê me 2 atolye li dar xistin. Em ê di demeke nêz de kongreya xwe li dar bixin. Em êdî naxwazin tecrîda li ser azadiya Birêz Abdullah Ocalan nîqaş bikin. Ji niha û pê ve pêwîste rola birêz Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û mijarên azadiyê yên ku peywira xwe tê de bi cih bîne were nîqaşkirin. Ev jî di konferansê de derket pêş. Di komxebatê de pirsa "Em çawa dikarin rêxistinek bihêztir û hişyartir bixebitin?" Me li ser mijarê nexşerêyek diyar kir. Bi hemû hevalên xwe re di asta rêveberiyê de, li hemû bajar û navçeyan, bi hemû beşên ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet re hewl dide ji zemîna rêxistinî derbixe, mijarên hevgirtinê hatin nîqaşkirin.
Yek ji mijarên girîng ên ku di konferansê de hat rojevê, statûya gelê kurd bû. Li Rojava ezmûneke bi hêz derdikeve holê. Me biryar da ku em ê çawa daxwaza statûyê ya gelê Kurd xurt bikin, çawa bidin xuyakirin, em ê çawa bixin meriyetê.
Di bernameya partiya me de yek ji mijarên herî girîng jî perwerde ye. Ji aliyê hikûmet û dewleta mêr ve astengî heye. Astengiyek heye ku heqîqetê dadiqurtîne û hewl dide rastiya ku aîdî civakê ye ji civakê qut bike. Li hemberî vê yekê rojeva me ya sereke wê xebatên me yên perwerdeyê bin ku ji têkoşîna jinê heta têkoşîna kedê heta roja îro mîrateya dîrokî ya gelê Kurd bigihînin me. Em partiya jinan in, keda jinê yek ji hêmanên me yên pêwîst e. Em dixwazin çalakiyên hişyarkirinê yên ku wê bi heman sernavê bi eslê xwe jinê pêk bînin, akademiyên jinan ava bikin û têkoşîna derxin asteke jortir.
Qirkirina çandî amûra herî mezin a dewletê ye. Hem di siyasetê de û hem jî di jiyanê de bikaranîna zimanê dayikê, di mekanîzmayên îdarî yên li erdnîgariya ku hûn lê dijîn de, vî zimanî di mekanîzmayên îdarî de xuya bike... Perwerdehiya bi zimanê dayikê, her wiha zimanê kurdî bibe zimanê fermî, ji mijarên ku em ê li ser bixebitin in.
Di sala 2025’an de pêvajoyek çawa li benda gelan e?
Em di serdemek pir krîtîk de dikevin sala 2025’an. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Li Rojhilata Navîn gelek pêkhateyên bi hêz bi êrîşa hêzên hegemonîk ên li derdora Îsraîlê kom bûne re rû bi rû man. Wisa difikirîm ku tabloya derdikeve holê wê gel, civak û bingeha siyaseta demokratîk bi hêztir li dora nirx û têkoşînê ya demokratîk bên cem hev. Ji ber ku hemû desthilatdariyan êrişa dîrok û têkoşîna gelan kirin. Lê gel tu gav paşde neavêtiye. Serdema nû banga berfirehkirina xeta hevpar a têkoşînê li me ferz dike. Serdema nû li me ferz dike ku em dîrok, ziman, çand û têkoşîna xwe biparêzin. Serdema nû li me ferz dike ku em statûya ku li Rojava derketiye holê biparêzin. Bila sala 2025’an bibe sala ku em bi nasnameya xwe bijîn. Azadiya birêz Abdullah Ocalan ku em wî di vê mijarê de aktor û muxatabekî girîng dibînin, azadiya wî ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn pir girîng e.
MA / Bêrîvan Altan - Mujdat Can