RIHA - Ji ber ku Sûriye derbasî qonaxeke nû dibe, hêzên cîhanî û herêmî ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe hewl didin. Wisa xuya dike ku bêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareserî ne pêkan e, êrîşên li dijî elewî û xiristiyanan zêde bûn û ev jî hişmendiya hikûmeta ku were avakirin destnîşan dike.
Di sala 2024’an de li Sûriyeyê geşedanên girîng qewimîn. Pevçûnên ku di sala 2011’an de destpê kir ku berjewendî û hesabên DYA, Îran, Rûsya, Îsraîl, Tirkiye û gelek dewletên Kendavê hene, îsal jî bênavber berdewam kir. Di dawiya salê de rejîma Baas a 61 salî hilweşiya, rengên nexşeyê li qadê bi lez guherî û tabloyeke nû li herêmê derket holê.
ŞER Û XÎZANÎ
Erdheja ku di 6’ê sibata 2023’an de bandora xwe li gelek bajarên Sûriyê kir û hê jî birîn nehatin pêçan. Li gel vê yekê eli gelek navendan şer û pevçûn dewam kir.
Ji ber şer û pevçûnan xizanî kûrtir bûye. Di rapora lêkolînê ya sala 2023'an a Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) de, hat diyarkirin ku ji sedî 90'ê Sûriyeyê di bin sînorê xizaniyê de ne. Xizanî li vir bi bandora şerê Îsraîl-Fîlîstînê ku di cotmeha 2023'an de dest pê kir û her ku diçe tundtir dibe, hîn zêdetir zêde bû.
JI ESAD RE BANGA DIYALOGÊ
Tirkiye ku ji destpêka xwe ve rasterast tevlî şerê li Sûriyeyê bûye, di tevahiya salê de bi destê komên paramîlîter êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê domand. Li aliyê din Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan li hemberî Beşar Esad ku di salên derbasbûyî de weke ‘kujer’ bi nav kir, polîtîkaya “nermbûnê” meşand. Erdogan gelek caran bang li Esed ê ku di bin bandora Îran û Rûsyayê de ye, li ser heman maseyê rûnen. MHP jî piştgirî da bangên Erdogan. Li ser van bangan Esad û ekîba wî ji Tirkiyeyê xwest ku herêmên di bin kontrola xwe de vala bike. Her wiha xwest komên çekdar ên li Sûriyeyê bên belavkirin.
LI IDLIBÊ SERHILDAN
Erdogan di 28’ê hezîranê de got, "Ti sedem tune ku bi Sûriyeyê re têkiliyên dîplomatîk ji nû ve neyên destpêkirin. Em dikarin wekî berê dîsa têkilî deynin. Niyeta me tune ku em destwerdana karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê bikin. Em dikarin werin gel hev, hevdîtina malbatî pêk bînin, ji bo em weke berê bi birêz Esed re hevdîtin pêk bînin tu hincet nîn e. " Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) û komên din ên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê piştî peyama Erdogan serî hildan. Li Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Idlibê êrîşî baregehên Tirkiyeyê kir. Alên tirk hatin daxistin, wesayîtên bi plaqeya tirk hatin hedefgirtin. Li ser vê yekê Tirkiyê sewqiyatên leşkerî yên nû derbasî herêmê kirin.
Erdogan di wêneyê Civîna Bilind a Awarte ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî û Komkara Erebî ya ku di 11’ê mijdarê da li Riyada paytextê Erebistana Siûdî hat lidarxistin de bi serokomarê Sûriyeyê Beşar Esad re di heman çarçoveyê de xuya kir. Erdogan piştî serdanê di 13’ê mijdarê de daxuyanî da û got, "Ez hê jî ji Esed bi hêvî me." Hevdîtina ku Erdogan dixwest pêk nehat, piştî 26’ê mijdarê li herêmê tabloyeke cuda derket holê.
ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ
Piştî êrîşên xwe yên li ser Şerîda Gazeyê, Îsraîlê vê carê jî berê xwe da Lubnanê. Îsraîla ku polîtîkaya ji bo bidawîkirina hebûna Îranê ya li Rojhilata Navîn dimeşîne, Hizbullaha Lubnanê kir hedef. Serokê Hizbullah Nasrallah jî di nav de hemû kesayetên payebilind hatin kuştin. Îsraîlê di 27’ê îlonê de bi Lubnanê re agirbest îmze kiribû. Di vê heyamê de jî Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Sûriyê berdewam kir.
Li gorî SOHR; di êrîşên ku Îsraîl di navbera 26’ê îlonê û 26’ê mijdarê de pêk anî de 199 leşkerên Şamê mirin û 129 leşker jî birîndar bûn. Her wiha hat diyarkirin ku 11 jê zarok 12 jin 41 sivîl hatine qetilkirin.
Sûriye li hemberî van êrîşan bêbersiv ma. Derbên giran ên Îranê li Rojhilata Navîn ku hişt ku rejîm li ser piya bimîne û xitimandina Rûsyayê di şerê Ukraynayê de weke sedemên sereke yên vê rewşê hatin binavkirin.
REJÎMA BAAS HILWEŞIYA
Rejîma Esed di sala 2016’an de piştî destpêkirina şerê navxweyî bi piştgiriya Rûsyayê li Helebê "serkeftin" bi dest xist. Ev rewş heta sala 2024’an berdewam kir. Rejîma Baas a 61 salî piştî rûxandina stûnên ku rêjîma Esed li Sûriyê (Rûsya û Îran) li ber xwe da û planên hêzên cîhanî yên li ser herêmê rûxiyan. Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku di lîsteya "teror" a Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digire, di 27'ê mijdarê de ji Idlibê ber bi Helebê ve dest bi pêşveçûnê kiribû. HTŞ di demeke kin de gihîşt Şamê, rejîma Baas di 8’ê kanûnê de hilweşiya
SALEKE BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
Di nav mijarên destwerdanên hêzên cîhanî û herêmî yên li ser Sûriyê de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin pêş. Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi salane gel û baweriyên cuda di bin pêşengiya kurdan de bi hev re dijîn, bi taybetî di sala 2024’an de bû hedefa êrîşên Tirkiyeyê.
Erdogan di salekê de di bangewaziyên xwe yên ji bo Esad re diyar nekiribû ku dê li ser "maseya hevpar" kîjan mijar bên gotûbêjkirin. Lê belê medyaya alîgirê hikûmetê û gelek kesayetên hikûmetê gelek caran diyar kirin ku di hevdîtinên muhtemel de dê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe mijara muzakereyê.
ÊRÎŞÊN TIRKIYE Û ŞAMÊ
Di dema ku gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê qet naqediyan de, bi taybet li Efrînê ku di bin kontrola komên paramîlîter de ye komkujî, revandin, destavêtin û tacîz berdewam kir. Li gorî agahiyan, di 6 salên dawî de li Efrînê 10 hezar û 332 kes hatin revandin, 463 kes hatin qetilkirin û 142 jin rastî destdirêjiya zayendî hatin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê raporên xwe yên têkildarî mijarê ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî re şandin.
Tirkiyê di 10 mehên ewil de 2 êrîşên esmanî yên mezin birin ser herêmên Rêveberiya Xweser. Binesaziyê, depoyên genim, tesîsên elektrîkê û saziyên xizmetê hatin hedefgirtin. Gelek sivîl hatin qetilkirin. Di rapora ku Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê di 10’ê kanûnê de ragihandibû de, hate gotin ku di sala 2024’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di binpêkirinên li dijî sivîlan de 162 kes hatine kuştin û 194 kes jî birîndar bûne.
Komên girêdayî Şamê jî gelek caran herêmên di bin rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hedef girtin. Herî dawî koma Dîfa El Wetanî ya girêdayî Şamê di 9’ê tebaxê de bajarê Dêrezorê kir hedef. Li herêmên cuda yên Dêrezorê bi rojan pevçûn rû dan. Di êrîşan de 6 jê zarok 13 kes mirin. Serokên eşîran û raya giştî di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) anîn ziman.
BÎLANÇOYA DAIŞ’Ê
Ji ber êrîşên li ser Rêveberiya Xweser li herêmê DAIŞ xûrtir bû û têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê lawaztir bû. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku DAIŞ’ê di 6 mehên destpêkê yên sala 2024’an de li Sûriye û Iraqê 153 êrîş pêk anî.
SOHR’ê diyar kir ku endamên DAIŞ’ê êrîşên xwe yên li herêmên cuda yên çolên Sûriyeyê yên di bin kontrola hikûmeta Şamê de didomînin. SOHR’ê da zanîn ku heta meha mijdarê 208 şer û pevçûn li herêmên cuda yên Dêrezorê, Reqa û çolên Humsê ku di bin kontrola hikûmeta Şamê de ne, qewimîn û di encamê de DAIŞ’ê 585 kes kuştin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 4’ê mijdarê de “Odeya Operasyonên Ewlekariya Daîmî” ava kirin. Li dijî Kampa Holê ya Kantona Cizîrê çalakiyek hate lidarxistin. Hêzên Odeya Çalakiyan bi daxuyaniyekê bidawîbûna operasyona 7’ê mijdarê ragihand ku operasyona ji bajarê Holê heta sînorê Iraqê, ji Til Hemîs heta Hesekê û Şedadê hatibû destpêkirin bi dawî bûye. Hat ragihandin ku di operasyonê de zêdeyî 50 endamên DAIŞê dîl hatine girtin û gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.
ÊRÎŞA LI SER MINBICÊ
Di geşedanên piştî 26’ê mijdarê de, bi bidawîbûna rejîma Esad re, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke nû hate destpêkirin. Tirkiye û SMO bi sûdwergirtina ji geşedanên li herêmê, dest bi dagirkirina herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de kirin. Şehba û Til Rifat ên ku hatibûn dorpêçkirin, ji bo sivîl neyên qetilkirin, QSD’ê ev der vala kirin. Komên paramîlîter di 6’ê kanûnê de êrîşî Minbicê kirin. Hêzên QSD’ê ji bo ku li wir jî ji bo sivîl neyên kuştin, vekişiyan bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê.
GEFÊN LI DIJÎ KOBANÊ
Li Minbicê alozî hê jî berdewam dike, li Bendava Tişrîn û Pira Qerekozaqê jî pevçûn dijwar bûn. Tirkiye û SMO tevî hemû êrîşan nekarîn li herêmê pêş bikevin. Berovajî wê derbên mezin xwar. Di serdema ku êrîş zêde bûn û hewl hat dayîn derbasî Kobanê bibin, bi rêya hêzên koalîsyonê bi Tirkiyeyê re ji bo peymanên agirbestê muzakere hatin kirin. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di 17’ê kanûnê de got, “Em careke din biryardariya xwe ya ji bo pêkanîna agirbesteke berfireh li seranserê Sûriyeyê piştrast dikin. Di vê çarçoveyê de em radigihînin ku em amade ne ji bo avakirina herêmeke bêçek li bajarê Kobanê bi dabeşkirina hêzên ewlehiyê yên di bin çavdêrî û hebûna Amerîkayê de pêşniyarekê pêşkêş bikin. Armanca vê însiyatîfê ew e ku fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê çareser bike û li herêmê aramiya mayînde pêk bîne."
2 ROJNAMEGER HATIN QETILKIRIN
Lê Tirkiyeyê agirbest qebûl nekir. Tevî ku pevçûn dijwar bûn jî, herêm di bin kontrola QSD'ê de ma. Di pevçûnan de gelek sivîl hatin kuştin. Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li vir geşedan dişopandin, di 19’ê kanûnê de li nêzî bajarokê Sirrînê di wesayîtên xwe yên ku li ser peyva “çapemenî” nivîsandibû, di encama êrîşa balafirên şer ên tirk de hatin qetilkirin.
Welatiyên Kobanê ji ber êrîşên li ser bendavê bi rojan bê ceyran man. Tirkiye jî hewl da bajarê Kobanê dorpêç bike. Rêveberiya Xweser li hember rewşê seferberî ragihand. Bi taybet li navenda bajarê Kobanê li gelek cihan gel li dijî êrîşan serî hilda.
Pevçûnên li herêmê hîn bi tundî dewam dikin. QSD’ê herî dawî li ser sînorê Kobanê-Minbicê pêngaveke nû da destpêkirin. Gelek gund hatin rizgarkirin.
LI DIJÎ ÊRÎŞAN AVAKIRIN DEWAM KIR
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên Tirkiye, rejîm, komên paramîlîter û DAIŞ’ê xebatên avakirinê bênavber didomin. Di Şoreşa Rojava de ku ketiye sala xwe ya 12’emîn, Rêveberiya Xweser di qadên civakî û siyasî de gelek gav avêtin. Piştî ku di sala 2023’an de Peymana Civakî hate qebûlkirin, Rêveberiya Xweser dest bi amadekariyên Peymana Jinan kir.
Dihat plankirin ku hilbijartinên herêmî di 11’ê hezîranê de bên kirin. Lê belê ji ber êrîşan hilbijartin hat taloqkirin.
PÊŞEROJA SÛRIYEYÊ
Bi geşedanên dawiya sala 2024’an re li Sûriyê serdemek nû dest pê kir. Nezelaliya ji bo pêşeroja herêmê didome. Dewletên netewe li rêzê bûn da ku bi serokê HTŞ’ê Ebû Muhammed el-Golanî, ku ew hîn jî wekî "terorîst" tê binavkirin, hevdîtin pêk bînin. Tirkiye bi serdana Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin re bû yekemîn welatê ku pêwendî bi HTŞ’ê re çêkir. Paşê, Cîgirê Musteşariya Wezareta Derve ya Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf serdana Şamê kir. Yekser pişt re, pereyê xelata ji bo kuştina el-Golanî hatibû danîn, hat rakirin. Tê payîn ku gelek dewlet bi taybetî Îngilîstan, Almanya û Fransa biçin herêmê. Di vê pêvajoyê de Îsraîl xwe li Girên Golanê yên girîng bi cih kir.
El-Golanî hikûmeteke demkî ava kir ku dê heta meha adarê li ser kar bimîne. Lê serhildanên ku li herêmên cuda derketine, dibe ku vê rewşê biguherînin. Bi taybet li herêmên ku elewî û xiristiyan lê zêde lê dijîn, ji 25’ê kanûnê û vir ve çalakiyên protestoyî destpê kirine. Di çalakiyan de gelek caran peyamên "Em demokrasiyê dixwazin, ne dewleteke olî", "Sûriyeya azad, şaristanî" û "Gelê Sûriyeyê yek e" hatin dayîn. Bersiva komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta nû ya li hemberî xwepêşandanan êrîşa çekdarî bû. Di êrîşan de gelek kes hatin kuştin.
Heta niha nayê zanîn ku hikûmeta nû wê bi welatên din bi taybetî bi Tirkiyê re çi têkilî deyne. Bi taybetî jî têkiliya ku bi Îsraîlê re bê avakirin cihê meraqê ye. Cihê meraqê ye ku rêveberiya Donald Trump ku dê di serê salê de serokatiya DYA’yê bike, wê bi hikûmeta nû re çawa diyalogê pêş bixe.
Dema em li bûyerên piştî ragihandina hikûmeta nû dinêrin, xuya dibe ku her welatek ji bo bidestxistina para ji Sûriyê lez û bez e. Armanca sereke ya Tirkiyeyê ew ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji holê rakirina destkeftiyên kurdan e. Êrîşên dawî jî wiha tê şîrovekirin. Lê ne diyar e ku hêzên cîhanî dê çiqasî erêkirina Tirkiyê bidin.
BANGA RÊVEBERIYA XWESER
Rêveberiya Xweser li ser diyaloga ku nekarî bi rejîma kevin re pêk bîne, israra xwe ya ji bo diyalogê didomîne. Rêveberiya Xweser di her platformê de peyama ku ew ê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bisekinin. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî gelek caran bang kiriye ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Rêveberiya Xweser jî ragihand ku ew ji diyalogê re bi hikûmeta nû re vekirî ne. Li ser vê yekê partiyên Kurdistanî jî lez dan xebatên xwe yên yekîtiyê.
Di dawiya dawîn de her ku nezelaliya li ser siberoja welat zêde dibe, gelek alî gelek caran tekez dikin ku çareserî bêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne pêkan e.
MA / Ceylan Şahînlî